Di duyemîn salvegera tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, li gelek bajaran daxuyanî û meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku sepandina qeyûman destwerdana li dijî îradeya demokratîk a gel e û banga bidawîkirina polîtîkayên qeyûman hat kirin.
LI AMEDÊ BANGA RÊVEBERIYA XWECIHÎ
Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê ji ber salvegera tayînkirina qeyiman, li pêşiya Çand Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyim naçin” hat vekirin.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demir, Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli û gelek endamên partiyên siyasî û saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn.
Gulistan Sonuk di daxuyaniyê de got ku tayînkirina qeyiman derbeyek e û wiha axivî: “Êrîşên li ser Kurdan li Tirkiyeyê gelek krîz derxistin holê. Ji bilî qada siyasî û aborî, pirsgirêkên civakî jî afirandin. Di salên dawî de ev pirsgirêk hîn kûrtir bûn. Li dijî têkoşîna Kurdan û li dijî şaredariyên wan darbeyeke siyasî hat kirin. Her roj êrîşên li ser jin û ciwanan berdewam dikin. Ev du sal in bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk dimeşe. Abdullah Ocalan hewl da ku şer bi dawî bike û pirsgirêkê bîne ser zemînekî siyasî û hiqûqî. Pêngavên ku tu kesî xeyal jî nedikir, di sal û nîvekê de avêtin. Lê di nava van du salan de dewletê, dema ku em li gorî ruhê pêvajoyê yan jî pêngavên ku Kurdan avêtine dinêrin, pêngavên guncav neavêtin. Qeyim berdewam dike. Girtiyên di girtîgehan de nehatin berdan û pirsgirêk jî berdewam dikin.”
Gulistan Sonuk bal kişand ser qanûna ku di çarçoveya pêvajoyê de di Meclîsê de derketiye û bi bîr xist ku ji ber ku biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) hê nehatiye girtin, qanûn neketiye meriyetê. Gulistan Sonuk diyar kir ku ev rewş li gorî ruhê pêvajoyê nîn e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan dixwaze entegrasyoneke demokratîk pêk bîne. Lê entegrasyoneke demokratîk tenê bi dewleteke demokratîk, bi komkareke xwedî pergal pêkan e. Em li vir bang dikin; em bang dikin ku dest ji polîtîkayên qeyiman berdin. Ev pêvajo jî ji bo avêtina van pêngavan fersendek e. Rê li ber rehetkirina birînên ku bi salan e kûr bûne vekin. Komkareke demokratîk ji Amedê, ji Wanê derbas dibe. Em li bendê ne ku dewlet di çarçoveya pêvajoyê de pêngavan bavêje.”
Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Yunus Muratakan diyar kir ku tayînkirina qeyiman destwerdanek e li dijî vîna demokratîk a gelê ku li Kurdistanê dijî û wiha got: “Bi vê sepanê re vîna ku gelê Kurd li ser sindoqê nîşan daye nehatiye hesibandin, hevşaredarên gel hilbijartî ji wezîfeyê hatine dûrxistin û destwerdan li mafê gel ê hilbijartinê hatiye kirin.”
LI XELFETIYÊ HETA ŞAREDARIYA MEŞIYAN
Rêxistina DEM Partî ya Bajarê Rihayê, di duyemîn salvegera tayînkirina qeyûm li ser Şaredariya Xelfetiyê meşek li dar xist.
Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya li taxa Qereotlaqê kom bû, bi pankarta “Ne qeyûm, demokrasî” ber bi avahiya şaredariyê ve meşiya. Di tevahiya meşê de li dijî sepandina qeyûman dirûşm hatin berzkirin.
Hevşaredara Xelfetiyê ya ji peywirê hatibû dûrxistin Saniye Bayram li ber avahiya şaredariyê axivî û diyar kir ku wan di wê dema kurt a li ser peywirê de xizmeta gel kirine û daxwaz kir ku qeyûmê ku ev du sal in şaredariyê bi rê ve dibe, xebatên xwe eşkere bike.
Hevşaredar Mehmet Karayilan jî diyar kir ku ew ji bo xwedîderketina li îradeya gel hatine cem hev û xwest ku dawî li sepandina qeyûman bê anîn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî tayînkirina qeyûman wekî “derbe” bi nav kir û got ku hevşaredarên hilbijartî bi gel têkoşîna xwe berdewam dikin.
ÊLIH: GEL TU DEMÊ RÊ NEDA QEYÛMAN
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi boneya salvegera 2’yemîn a tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê li Cadeya Gulistanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Vîna gel nayê desteserkirin, demokrasî teslîm nayê girtin. Ne sepanên qeyimê dê vîna gel qezenc bike” hate vekirin.
Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Dîlan Kirar daxuyanî xwend û got ku 2 sal berê îradeya gelê Êlihê hatiye destesrkirin û wiha axivî: “Du sal berê fikirîn ku ji Enqereyê wê bikaribin vîna gel desteser bikin. Lê gelê me tu dem vîna xwe nade destê qeyûman. Gelê me wê hesabê mafê xwe yê hilbijartinê bipirse û tu demê rê nede talankeran.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

