Li bajarê Amûdê ji bo redkirina biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku ji bo zimanê Kurdî daye çalakiyek li dar ket. Bi sedan xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran bi pankartên “Perwredeya Zimanê Kurdî mafê me yê rewa ye”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û herweke din meşiyan û daxuyaniyek dan.
Meş ji Meydana Şehîd Cîhad dest pê kir û heta Qada Jina Azad berdewan kir. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Kî ne em, Kurd in em” hatin berzkirin.
Li Qada Jina Azad meş veguherî mitîngekê.
Beriya daxuyanî bên xwendin, kêliyek rêz ji giyanê şehîdan re hat girtin û sirûda “Ey Reqîb” hat xwendin. Piştre daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatin xwendin.
Li ser navê Însyatîfa gel mamoste Arşêk Baravî bi zimanê Kurdî, li ser navê malbatên xwendekaran endamê Meclîsa Gel a Amûdê Ebdulselam Qafûr bi zimanê Erebî û li ser navê xwendekaran jî Evîn Şêrwan bi zimanê Îngilîzî xwendin.
Di daxuyaniyan de hat gotin: “Piştî ketina rejîma Baasê, hêviya gelê Sûriyeyê bi pêşerojê nû û geş hebû ku tê de mafê hemû gelan parastî be. Bi derketina hin biryaran ji bo gelê Kurd weke biryara 13’an û mafê dana nasnameyê û kêfxweşî li cem gelê Kurd da çêkirin ku êdî serdemeke nû dest pê dike tê de mafê gelan parastî be.
Her wiha bi derketina biryara Wezareta Perwerdeyê berî mehekê ku wê sala xwendine 2026-2027‘an sistema perwerdeyê weke berê derbas bibe, ev yek rehetî li cem sed hezaran xwendekaran çêkir.
Bi rastatina vekirina dibistanan re em matmayî man ku biryareke ji nişkan ve ji hêla Wezareta Perwerdeyê bi hejmar 943/2068‘an derket dibêje 3 demjimêran ziman tenê wê bê xwendin û materyalên wêjeyî sê branş wê li gor materyalên nîştimanî be û bijarte be.
Gelo li ser bingehê çawa biryarek bi vî rengî derket, gelo çarenûsa sed hezaran xwendekaran çawa di ber çavan re nehat derbas kirin?
Ev qonaxa 15 salan e, bi sed hezaran xwendekar ji refa 1’ê ta zanîngehê bi zimanê Kurdî perwerdeya xwe dibînin û li kêleka wê fêrî erebî û îngilîzî jî dibin.
Ji mafê her miletekî ye ku perwerdeyê bi zimanê dayikê bibîne. Zimanê Kurdî yek ji zimanên kevnar û dîrokî ye, zimanekî dewlemend e ku bibe zimanê zanist û wêjeyê. Teqezî li ser vê gotinê ev 15 sal in xwendekar perwerdeyê bi zimanê Kurdî dibînin.
Em ne li dijî tu zimanî ne, lê em napejirînin ku keda 15 salan tune bibe.
Em weke gelê bajarê Amûdê, malbaten xwendekaran û xwendekarên bajarê Amûdê helwest xwe nîşan didin ku ev biryar nayê pejirandin û pêwîste îsal materyalên xwendinê weke sala berê be.
Bang û xwesteka me ev e û em hêvî dikin ku hemû kesên pêwendîdar destwerdanê bikin û vê biryarê biguherînin û bi pêşeroja zarokên me nelîzin.”
Piştî daxuyaniyê gel çalakî bi diruşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

