Cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Tolhildan Serêkaniyê (Sozdar Ebdullah) a ku 12’yê Çileya 2024’an li Minbicê şehîd bûbû û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Milîtan Rojava (Mihemed Emo) ê ku 6’ê Çileya 2024’an li Minbicê şehîd bûbû bi merasîmek li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê hatin veşartin. Xelkê bajarê Dirbêsiyê, gundên wê û koçberên Serêkaniyê, tevî endamên sazî, partiyên siyasî û tevgerên jin û ciwanan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Zehra Qeto sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêça an da.
Apê şehîd Tolhildan Serêkaniyê, Xalid Borî jî axivî û got: “Gelê Kurd îro di qonaxeke veguhêz ji têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna siyasî û mafan dibe. Berdewama têkoşînê xwedîderketina li keda şehîdan e.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi tilîlî û diruşmên “şehîd namirin” hatin veşartin.

