Yekşem, 29 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Karaman: Em alîgirê aştiya mezin in

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê meclisên tenduristiyê yên alternatîf bên avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyê nexweş Hasan Turgay Taş bang hate kirin: Divê were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Roboskî: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê tavilê rapora teyîd-tespîtê were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîndar Botan: Şehîdên PKK’ê mîrateya herî mezin a têkoşîna Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’
Kurdistan

‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

Dayika Gulîzar beriya niha bi 12 salan ber bi Heq ve meşiya. Têkoşîna wê ya ji sê sirgûnan bi têkoşînê derbas bû û hezkirina welêt weke mîrate li pey xwe hişt û ji nava me çû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Dilê her dayikekê çepereke azadiyê ye, keleheke berxwedanê ye. Di rêwîtiya ber bi azadiyê de her dayikeke dide pêş zarokên xwe. Û em didin pey wan.

Di temenê xwe de te timî berî berê xwe da ronahiyê. Em hezkiriyên xwe ber bi bêdawîbûnê, ber bi ebediyetê, ber bi dilê ronahiyê ve bi rê dikin. Û di nava jiyanê de berê me timî li wan e. Ronahî rêberê evîna me ya azadiyê ye.

Tu timî berî hilatina rojê hişyar dibû, ronahî pêşwazî dikir û bedewiyên ji wê ronahiya pîroz kom dikir bi me dida vexwarin. Ji bo dildarên azadiyê û dilxwazên azadiyê be te ronahî bi zarokên xwe dida mêtandin, ku heta bi hetayê serî li ber bêesilbûyînê netewînin û li ber nebaşiyê rabin.

Di her berbanga sibehê de dema te ronahî ji rojê dida hev, dilê te bi şewqê tijî dibû. Çavên te timî ber bi ronahiyê ve diherikî. Ronahî çavkaniya bedewiyê ye. Weke dilê dayikekê. Her tişt di nava ronahiyê de dibû xwedî wate. Me tenê di ronahiyê de bedewî didît û nas dikir. Ken, hezkirin û azadî… Lewma em timî ji ronahiyê hînî jiyanê, hînî berxwedanê dibûn. Navekî din ê jiyanê ronahî bû. Mirov di nava wê ronahiyê de bi xwe hesiya. Û jin a ku jiyan afirand, herî zêde ronahî welidand. Ruhê xwe di nava wê de dişuşt.

Dayika her şoreşê jineke ku ronahiyê diafirîne. Piştî rêwîtiya ber bi bêdawîbûnê ve keç û kurên te, yanî lêgerînerên azadiyê bi vî rengî qala te kirin. Gotin, “Ew dayika şoreşekê bû.”

Tu niha li Dersimê ye. Ruhê te niha çivîkek e azad e li çiyayên me. Ruhê te jî weke hemû zindiyên me parçeyek ji çemên me ye, parçeyek ji pîroziyên me ye. Ruhê de bi qasî çiyayên me azad e, bi qasî biharên me bedew e. Me di meha seyîdên me, pîrên me de te ber bi stêrkan ve bi rê ket. Me te ber bi dîwana Dayika Fatma, Bavê Duzgin û Bûyer bi rê kir.

Di nava aramiyê de razê.

Di hesreta demên azad de tu yê her di dilê me de be.

ÇÎROKA JIYANÊ YA DAYIKA GULÎZAR

Dayika Gulîzar li gundê Hengirvanê yê Dersimê sala 1929’an ji dayik bû. Zarokatiya wê li gund derbas bû. Di dema Terteleya Dersimê de ya salên 1937-38’an de ji malbata wê gelek kes hatin kuştin. Li gel dayika xwe ji gund çû û xwe li şikeftan veşart. Piştî komkujiyê li gel endamên malbatê yên sax man ber bi navçeya Develi ya Kayseriyê ve hate sirgûnkirin. Zarokatî û beşek ji ciwantiya wê li vê derê derbas bû. Bi qasî deh salan li Kayseriyê li sirgunê ma. Malbat di dawiya salên 1940’î de vegeriya Dersimê. Bi Alî Kaytan re zewicî. Piştî ku sala 1951’ê kurê xwe yê destpêkê Alî Haydar Kaytan anî dinyayê li gundê xwe Hengirvanê bi cih bû.

Piştî ku vegeriya gund zor û zehmetiyan destpê kir. Mala malbatê xerabû bû. Bi salan hewl da mala xwe û jiyana xwe ji nû ve ava bike û bi giranî sewalkarî kir. Dayika Gulîzar karên li malê kir, zarok mezin kir û karê hilberînê li gund kir Nasnameya xwe ya Kurd, baweriya xwe ya Elewîtiyê, bûyerên di sala 1938’an de qewimî ji zarokên xwe re vegot.

Dayika Gulîzar heft zarok anî dinyayê. Ji van 5 jê piştre wê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bibûna.

Di salên 1970’î de bi karên siyasî yên zarokên wê re malbata Kaytan bi tevgera siyasî ya Kurd re têkilî danî. Kurê wê yê mezin Alî Haydar Kaytan di dema xwendina zanîngehê de Rêber Apo nas kir û bû yek ji damezrînerên PKK’ê. Dayika Gulîzar piştgirî da karên siyasî yên kurê xwe. Di salên 1975-1976’an de ciwanên ji vê derdorê hatin mala wê ya li Hengirvanê.

Mala malbatê bû yek ji cihên karên perwerde û civînan. Dayika Gulîzar ciwanên hatin mala wê kir mêvan, pêwîstiyên wan ên rojane bi cih anî û ji wan re qala bûyerên li Dersimê. Yek ji kesên ku vê demê nas kir Kemal Pîr bû. Piştgiriya wê ya ji bo tercîhên siyasî yên zarokên wê piştre jî dewam kir.

Beriya darbeya 12’ê Îlona 1980’î serdegirtin li mala wan û gund hate kirin. Dayika Gulîzar di serdegirtinekê de li gel keça xwe hate birin û piştre hate berdan. Ji ber karên siyasî yên Alî Haydar Kaytan zexta li ser malbatê zêde bû. Piştî darbeyê ji Dersimê hate derxistin û sirgûnî Afyonê hate kirin. Ev yek di jiyana Dayika Gulîzar de bû sirgûna duyemîn.

Hevjînê wê Alî Kaytan sala 1984’an li Afyonê jiyana xwe ji dest da. Dayika Gulîzar piştre bar kir Bûrsayê. Li gel zarokên xwe û derdora wan a siyasî re têkiliya xwe dewam kir. Piştgirî da malbatên girtiyên siyasî û serdana girtîgehan kir.

Vê demê Alî Haydar Kaytan li Elmanyayê hate girtin. Kurê wê Hayatî Denîz Kaytan jî sala 19989’an tevlî PKK’ê bû û ev yek di jiyana malbatê de bû pêşketineke din a girîng. Zextê li ser malbatê zêde bûn. Li gel vê yekê jî Dayika Gulîzar di navbera Aydin, Bûrsa, Eskîşehîr û Amedê de diçû û dihat û kûryetî dikir.

Piştî ku tayîna keça wê ya hemşîre ji bo Dersimê derket, li gel wê vegeriya Dersimê. Li Dersimê bi dewamî tevlî nava karên siyasî bû. Di salên 1992-1993’an de li bajêr bi rengekî çalak xebitî; hate binçavkirin, kete ber lêpirsînan û hate girtin. Li Girtîgeha Erzîromê li gel keça xwe hate ragirtin.

Di 27’ê Mijdara 1994’an de careke din hate girtin. Li girtîgehên li Dersim, Elbistan û Meletiyê hate ragirtin. Di dema binçavkirin û girtinê de êşkence lê hate kirin. Sala 1995’an ji girtîgehê derket. Piştre ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bû û bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Li vê derê Dayika Gulîzar kincê gerîla li xwe kir û destpêkê hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Xwezî hinekî din bi derengî hatibûma dinyayê ku weke van keçan min jî karîbûya rahiştibûya çekê û li çiyayên Kurdistanê şer bikira.” Dayika Gulîzar Kaytan 6 mehan li vê derê ma û li ser daxwaza Rêber Apo derbasî Ewropayê bû.

Sala 1996’an li Elmanyayê bi cih bû û li Essenê jiya. Piştî Kayserî û Afonê Elmanya jê re bû sirgûna sêyemîn.

Li Essenê beşdarî civîn, çalakî û bîranînên civaka Kurd bû. Bi tevgera jinên Kurd, xizmên girtiyên siyasî û saziyên civakî yên cuda re têkiliya xwe dewam kir. Piştgiriya xwe ya ji bo Rêber Apo û PKK’ê dewam kir. Bûyerên li Dersimê qeiwmîn di civîn û konferansên li Ewropayê de vegot.

Di 24’ê Mijdara 2010’an de li avahiya parlamenta Eyaleta Berlinê weke şahid beşdarî Konferansa 1937-1938 Dersimê bû. Dayika Gulîzar komkujiya li malbata wê hate kirin, veşartina li şikeftan û mercên mayina li jiyanê vegot. Xwest ku dewlet van qebûl bike û lêborînê ji mexdûran bixwaze. Axaftina wê piştre di pirtûka li ser konferansê de hate weşandin.

Dayika Gulîzar di 29’ê Mijdara 2014’an de li navçeya Eregli ya Konyayê dema li gel keça xwe Gulşen Kaytan bû nexweş ket û di 85 saliya xwe de ber bi Heq ve meşiya.

Jinan rahiştin darbesta wê û li goristana li Siyenkê spart axê. Axa ji Amedê û ji bajarên din ên Kurdistanê li ser gora wê hate reşandin û qurnefîlên sor li ser gora wê hate danîn.

RÊBER APO: DAYIKA GULÎZAR Û DAYIKA HATÎCE JI NIRXÊN HERÎ EZIN ÊN VÊ TÊKOŞÎNÊ NE

Gulîzar Kaytan heta kêliya dawî ya jiyana xwe bû parçeyek ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd. Timî tevlî çalakiyan bû, têkoşiya. Ji ber vê kesayetî û têkoşeriya Gulîzar Kaytan, Rêber Apo li girtîgehê jî timî silav jê re dişand, bi rêya parêzerên xwe diyarî jê re dişand. Ji ber ku Rêber Apo diyar dikir ku dayikên mîna Gulîzar Kaytan û Hatîce Altûn lehengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne û qîmeteke mezin dida wan. Rêber Apo ji bo wan digot, ‘Ev dayik ji bo me nirx e. Divê mirov xwedî li van nirxan derkevin û dilsozê wan bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Riza Karaman: Em alîgirê aştiya mezin in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Macron wê seredana Erîvanê bike: Hevsengiyên herêmî di rojevê de ne

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wê ji bo Ermenistanê yekem hevdîtina xwe ya fermî pêk bîne.…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

MSD’ê xwest ku hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn û ragihand ku edalet bingehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên Minbicê destanên Edûleyên demê nivîsandin

YPJ’ê nasnameya şervanên ku di 9’ê Kanûna 2024’an de şehîd bûne ragihand û wiha got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Riza Karaman: Em alîgirê aştiya mezin in

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?