Hewldana Edalet Ji Bo Roboskî di meha 179’an a komkujiya Roboskî de, li Cadeya Sakarya daxuyanî da. Ev komkujî 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve pêk hat û di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan ku zarok jî di nav de bûn.
Endamê Hewldanê Tanju Gunduzalp diyar kir ku Tahir Elçî dema ku banga aştiyê dikir hate qetilkirin û got, “Aştî û hevparebûna civakî ne tenê bêdengbûna çekan e. Li Roboskî divê edalet pêk were û berpirsyar hesab bidin.”

