Rêxistina DEM Partiyê ya Qersê 2’yemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê , gelek siyasetmedar û gel beşdarî kongreyê bûn.
Tûncer Bakirhan anî ziman ku Qers ji hemû aliyan ve ji bo Tirkiyeyê modelek e û Tahîr Elçî bi bîr anî. Tûncer Bakirhan diyar kir ku ew ê ji bo eşkerekirina failên Tahîr Elçî têbikoşin û ev yek anîn ziman:
‘’Ez hemû hevalên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Girtiyên nexweş, sosyalîstên çepgir di zîndanan de ne. Her roj cenaze tên. ATK raporê dide lê belê bi cih naynin yan jî nade. Lê belê Fatma Betul Sayan bi neheqî qezenceke gelekî mezin bi dest xistiye, ji ber sedemên tenduristiyê piştî 19 rojan tê berdan.’’
‘PÊVAJOYA AŞITIYÊ JI BO HATINA EDALETÊ DERFETEK E’
Tûncer Bakirhan di dewama axaftia xwe ev yek anîn ziman: ‘’Li vî welatî bêhiqûqiyeke cidî heye. Pêvajoya aşitiyê ji bo hatina edaletê derfetek e. Birêz Ocalan tiştekî girîng kir. Li seranserê cîhanê ti însan pêşiyê partiya xwefesix nake;Derfeteke pir baş e. Werin em girtîgehan vala bikin. Zêdetirî 400 hezar însan li girtîgehan li ser hev tên girtin. Di vê pêvajoyê deji bo destpêkeke nû derfetek e. Em dawiyê li bêedaletiyê bînin. Ez di wê baweriyê de me ku em ê vê derfetê bi kar bînin. Divê tavilê rapora teyîd-tespîtê were eşkerekirin. Komîsyona Çavdêriyê were avakirin. Divê Ozgur Ozel jî endaman bide. Divê hemû partî endaman bidin. Divê qanûna çarçoveyê were sepandin. Werim em bi hev re astengiyên li pêşiya demokrasiyê rakin.’’
BANGA LI DEWLETA IRAQÊ
Tûncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li Iraqê rû didin û got: ‘’Trump a niha jî gefan li Kurdan dixwe. Di wê baweriyê de ye ku Kurd wê ji bo wî li gel Îranê şer bikin. Trump Beg tu yê wê di xewna xwe de bibînî! Iraqeke bihêz li gel aşitiya bi Kurdan re pêkan e. Banga Kurdan dikim:Bibin yek. Bang li Iraqê dikim: Dest bi statuya Kurdan nedin. Ez bang li dewleta Iraqê dikim ku tavilê xwe ji nêzîkatiyên ku zirarê didin zemîna jiyana hevpar dûr bigire.’’
Ji Hevserokatiya Bajêr a Qersê re Seyfettîn Gonel û Arzû Şavaş Derman hatin hilbijartin.

