– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Faîk Bulut xebata “7 avhewa, 7 herêm” weke tevkariya civaka sivîl a ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û got, “Heta ku çareserî pêk neye, Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nabe.”
– Gerîlaya YJA Starê Arîn Mîlad got, “Hingî ku jin xurt bibe, desthilatdarî jê ditirse. Êrîş ne tenê di asta fîzîkî de li hemberî jinan pêk tên; di warê ruhî û zihnî de jî tên meşandin.”
– Gerîlaya YJA Starê Roj Şîndar diyar kir ku gelê Kurd bi avabûna PKK’ê re hîn bêhtir wate qezenc kir û got, “PKK’ê tiştekî wisa ava kir ku gelê ku ber bi tunebûyînê ve diçû niha dikare xwe di nava gelên cîhanê de îfade bike.”

