Salvegera 48’emîn a damezrandina PKK’ê, di serî de li Wan, Dîlok, Hatay, Şirnex û Mêrdînê li gelek bajaran bi çalakiyan hate pîrozkirin. Di çalakiyên ku sînevîzyon û fîlm hatin pêşandan û axaftin hatin kirin de, derbarê dîroka PKK’ê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, nirxandin hatin kirin.
DI PÎROZBAHIYA WANÊ DE BANGA TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ HAT KIRIN
Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bernameyeke li Eywana Dawetê ya Erenoglu li dar xist. Di ewyana ku bername lê hat lidarxistin de pankarta “Êdî ev welat dê bibe warê wan kesên ku aştî û jinana demokratîk hem weke mafê xwe hem ji weke erkê xwe dibînin” û posterê Rêber Apo hat daliqandin. Dayikê Aşîtiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Bernameya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtin û xwendina sîrûda Çerxa Şoreşê dest pê kir û piştre sînevîzyona derbarê Vejîn û şehîdan de hat nîşandan.
Piştre parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û diyar kir ku wê silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîne.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku bila ev coşa mezin a li vir li kolan, kuçe û gundan belav bibe û wiha got: “Em hemû di vê pêvajoyê de berpirsiyar in, divê em bixebitin û neminên hêviya dewletê.”
Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr jî cejna vejînê pîroz kir û bal kişand ser têkoşîna ku Kurd li cîhanê daye nasîn.
Bername bi govend û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
DÎLOK
Rêxistina DEM Partî ya Dîlokê, bi wesîleya 27’ê Mijdarê li avahiya bajêr sînevîzyonek da pêşandan. Çalak bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û Parlamentera berê ya Wanê Muazzez Orhan derbarê girîngiya dîrokî ya rojê axivî.
HATAY
Li avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Îskenderun a Hatayê bi heman wesîleyê çalakî hate lidarxistin û govend hatin gerandin.
ŞIRNEX
Di çalakiya li navçeya Cizîr a Şirnexê de, Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan derbarê dîroka PKK’ê û bandorên wê li ser gelê Kurd, nirxandin kir. Newroz Uysal Aslan bal kişand ser şert û mercên girtina Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê jî. Çalakî bi pêşandana sînevîzyonê, helbest û stranên Kurdî dewam kir.
Her wiha li navenda Şirnexê jî bi wesîleya salvegera damezrandinê çalakî hate lidarxistin.
MÊRDÎN
Di çalakiya li navçeya Artûklû ya Mêrdînê de, Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Abdulselam Turan axivî. Turan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêber Apo hate destpêkirin û bertek nîşanî neavêtina gavên pêwîst ji aliyê desthilatdariyê ve kir.
Murat Bakugan ê ku piştî 30 salan hate berdan jî, derbarê bandorên dîrokî û civakî yên PKK’ê axivî. Li navçeya Dêrik a Mêrdînê jî, sînevîzyonek hate pêşandan.
PEYAMA GIRTIYAN
Girtiyên Apoyî jî bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê peyamek weşandin. Di peyamê de, îşaret bi rola têkoşîna siyasî ya rêxistinkiriîdi naskirina nasnameya Kurd de û girîngiya dîrokî ya kongreya damezrandinê ya li deşta Fîsê kirin.

