Li Qada Newrozê ya Gundê Êndizê ya Binarê Qendîlê bi tevlîbûna Kurdên ji çar beşên Kurdisanê salvegera 48’an a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Ji bo pîrozbakirina salvegera PKK’ê welatî ji çar beşên Kurdistanê ketibûn ser rê û li Qendîlê gihiştibûn hev.
Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dr. Dilşêr Îbrahîm li ser navê komîteya amadekar axaftina vekirinê kir û got: “Îro em ji bo salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê kombûne. Rojek ku di dîroka siyasî û civakî ya Kurdan de wekî rojeke girîng tê nasîn ku di sala 1978’an de di rewşeke tijî aloziyên siyasî, civakî û neteweyî de, di dîroka tevger û têkoşîna Kurdan de bû beşek ji destpêka qonaxeke nû.
Dîroka vê Tevgerê tenê dîroka bûyer û guhertinên siyasî ye, ew dîroka jiyan, bîranîn, êş, daxwaz û hêviyên piraniya gele. Ev dîrok di nava bajar û gundan de, di nava malbat û civakê de û di dil û hizra mirovan de cihê xwe girtiye.
Bîranîna rojeke wiha dîrokî ne tenê vegera li demboriyê ye, belkî derfeteke ji bo fikirîna li ser wateya wê demboriyê, ezmûn, qurbanî û êşên wê ye, her wiha li ser erk û berpirsiyariya ku li hember jiyan û pêşerojê li ser milê me heyî fikirandine.”
Di pîrozbahiyê de Koma Awazên Çiya, Koma Zarokên Qendîlê dîsa gelek hunermendên Kurd derketin ser dikê û hûnera xwe pêşkêş kirin.
Hunermend Diyar Dêrsim ku di pîrozbahiyê de derket ser dîkê, diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji bo parastina destkeftiyên gel ji gefên derve, pêwîstiya Kurdan bi yekîtî û sererastkirina siyaseta di nava xwe de heye
Diyar Dêrsim bilev kir ku têkoşîna ku Rêber Apo da, ne tenê ji bo Kurdên li Bakur, ji bo tevahî mirovahî û Rojhilata Navîn e.
Pîrozbahî bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.

