Salvegera 48’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Qendîlê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ji Fermandarên HPG’ê Seyidxan Dersim axivî.
Seyidxan Dersim 27’ê Mijdarê destpêkê li Rêber Apo, li gelê Kurd û gerîlayan pîroz kir û Hakî Karer û şehîdên PKK’ê hemû bi bîr anî.
Her wiha bla kişand ser wateya salvegera damezrandina PKK’ê û anî ziman ku eev roj ne tenê damezrandina partiyekê ye, di heman demê de veguherîna dîrokî ya ruhê berxwedanê û îradeya azad a gelê Kurd e.
Ji fermandarên HPG’ê Seyidxan Dersim di şexsê Hakî Karer, Kemal Pîr, Egîd û Zîlan de bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya xeta fedaî ku gihîşt asta herî bilind.
Seyidxan Dersim anî ziman ku qonaxên berxwedana neteweyî li paş mane, derbasî qonaxa avabûnê bûne û destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîn were mezinkirin.
Piştî axaftinê gerîlayan bernamayeke çandî ya ji stran, skêç û govendê pêşkêş kirin. Koma Awazê Çiya jî derket ser dikê.
Gerîlayên HPG û YJA Starê di pîrozbahiyê de nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku ew bi biryar in ku xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin, têkoşînê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tacîdar bikin. Gerîlayan gotin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi keda Rêber Apo, fedakariya şehîdan û berxwedana PKK’ê pêk hatiye.
Pîrozbahî bi stran, govend û dirûşman bi dawî bû.

