În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kadîr Înanir kirin çavdêriya awarte

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya DEM Parti ya derbarê Doza Kobanê de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elahe û Elnaz hêjayî Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê hatin dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Saziyên Zimanê Kurdî: Em ê heta pêkanîna statuya Kurdî têkoşîna xwe bidomînin
Rojane

Saziyên Zimanê Kurdî: Em ê heta pêkanîna statuya Kurdî têkoşîna xwe bidomînin

Saziyên Zimanê Kurdî di daxuyaniya xwe ya li Amedê de xwestin ku Kurdî bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdehiyê. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir wiha got, "Heta ku zimanê me bibe fermî em ê li kolanan bin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Di pêşengtiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk de bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlameneterên DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û Mehmet Kamaç, rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek zimanhez tevlî daxuyaniyê bûn. Girse bi dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye” bi meşê ketin qadê û li qadê de govend gerandin.

 

Di daxuyaniyê pankarta “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û dowîzên “Em Kurd in perwerdehiya bi Kurdî dixwazin”, “Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê”, “Ez bi Kurdî dijîm”, “Bê ziwan cu nêbena”, “Zimanê min welatê min e”, “Kurdî nasnameya me ye”, “Dem dema zimanê Kurdî ye” hatin rakirin. Mamosteyê zimanê Kurdî Rifat Ronî ewilî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Piştre Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şukran Yakût metna daxuyaniyê xwend. 

Metna daxuyaniyê ya Şukran Yakûtê xwend bi vî rengî ye:

‘HAWAR DENGÊ ZANÎNÊ YE’

“Îro 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Di 15’ê Gulana 1932’yan de di pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê kurd, Mir Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî de, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên latînî dest bi weşanê kir.

Di hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsîn; ‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide naskirin. ‘Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e.

Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were jiyîn û mayînde bibe, gelê kurd di sala 2006an de 15ê Gulanê wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û her sal vê cejnê bi rihekî netewî pîroz dike.

Em dizanin! pirsgirêka ku ji 100 salan zêdetire weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pekûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya kurdî tên meşandin in.

Di sedsala 21’êmîn de, hîn jî li ser bi milyonan zarokên kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, zimanê tirkî û tirkîtî li ser zarokên kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên kurd ji çand û zimanê xwe qut bûne , bi zimanê tirkî tên perwerdekirin. Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi helwest û nezîkatiyên dewletê  yên wekî bişaftin, înkar, tunekirin û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî van nêzîkatiyan nerazîbûnên xwe nîşan daye û heta niha jî têkoşîna xwe didomîne.

Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.

Gelê kurd herî dawî bi banga Rêber Abdullah OCALAN a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wekî hemû nêrîn û nîqaşên li ser civakê yên din, nîqaşên pêşîlêvekirina  astengiyên li hember  çand, ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê jî da destpêkirin û asta hewldan û xwedîlêderketina li ziman xurt kir. Em di vê bîr û baweriyê de ne dê ev banga Rêber Abdullah Ocalan  di heman demê de bibe sedema zindîkirina ruhê neteweyî yê aştiyane  û civaka demokratîk. Dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statû, mafê siyasî û hiqûqî yê veke. Ji bo pêkhatina van jî em ê di asta herî bilinde xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin. Bi van hestan em ê bi hemû sazî û dezgehên kurdî û demokratîk re dirûşmeya “ Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” ku di merheleya nû de sala borî destpêkiribû bidomînin. Ji bo welatekî demokratîk û aram, pewiste zagonên bingehîn ên ku li  pêşiya azadiya zimanê kurdî astengin werin sererastkirin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî.

ZIMAN STÛNA BINGEHÎN A NETEWEYAN E

Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, neteweyan dike xwedî nasname. Perwerdehiya bi zimanê dayikê jî xurtkirin û mayîndekirina vê stûnê ye. Gelê kurd, dê jiyaneke bêyî çand, ziman û nasname ku hêmanên statuya siyasî ya gelê kurd in, tu car nepejirîne. Heta ku ev daxwazên gelê kurd pêk werin, dê gelê kurd vê têkoşîna xwe ya mafdar û rewa bi biryar bidomîne. Bi van hest û ramanan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi ruhê neteweyî li çand, ziman û nasnameya xwe xwedî derkeve.”

Piştî metna daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: “Kovara Hawarê bû mizgînî û cejna gelê Kurd. Em minetarên wan in. Kesên ku ji bo zimanê Kurdî ked dane bi bîr tînim. Me dixwest bi sedan û hezaran li Kurdistanê û Tirkiyeyê cejna zimanê xwe pîroz bikin. Komara Tirkiyeyê zimanê me hêj wek zimanê fermî qebûl nake. Ji destpêkirina kovarê heya roja îroyîn gelek genelge û bi fermana xwestin zimanê me tune bike. Ev dewlet û desthilatdar hêj jî bi bêbextî nêzî vî zimanî dibe. Em ê tekoşîna azadiya zimanê xwe berfireh û bilind bikin. Heta em statuya zimanê xwe bi dest nexin em dev ji têkoşînê bernadin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de wiha bang li dewletê kir: “Em bang dewletê dikin dev ji polîtîkaya pişaftin û înkarê berdin. Dibêjin TRT6 heye lê bajarê Agiriyê mufteyekî genelge da û dibejin hûn ê waaza Kurdî nekin. Ev berdewama bişaftinê ye û hêj jî dev jê bernedane. Ev zîhniyeta înkarê ye. Em vê siyasetê û vê qirêjbûnê qebûl nakin. Heke di navbera gelê Kurd û Tirkan de lihevhatinek hebe divê destpêkê zimanê me qebûl bikin. Siyaseta dewletê ya du peyvan Kurdî dike nabe qasîdê ziman berowajî vê ev siyaseta durîtiyê ye. Berpisyarêke dîrokî ji pêşiya gelê me heye. Helbet em ê têkoşîna ji bo statuyê berdewam bikin. Lê divê em her derê jî zimanê xwe pêş bixînin.”

‘EM Ê KURDISTANÊ BI KURDÎ BIXEMILÎNIN’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku divê gelê me her derê bike dibistan û wiha got: “Pêşxistina zimanê me ji bo me hemûyan berpisyariyeke. Ez îro dixwazim bi şanazî mizgîniyêkî parve bikim televizyona Nûçe TV’yê dest bi weşanê kir û her wiha KurdîFM’ê jî dest bi weşanê kir. Em vê yekê hezar caran pîroz dikin. Mala we hezar caran avabe ku hûn ji bo zimanê me xebatê dimeşînin. Em weke berpisyariyekî ji bo zimanê xwe tevbigerin. Meseleya ziman meseleya nasname û jiyanê ye. Çanda, stran, êş û elamê xwe bi Kurdî bikin. Em ê bi zimanê Kurdî Kurdistanê bixemilînin.”

Piştî axaftinan dirêşma hatin berzkirin û govend hat gerandin. Herî dawî ji bo tevlîbûna meşa ku “Gavek ji bo Aştiyê” ya sibê saet 19:00an de pêk bê bang hat kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da
Nûçeya Pişt re Kadîr Înanir kirin çavdêriya awarte
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Zap û Metînayê çalakî

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Di encama çalakiyan de leşkerekî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 17’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Quneytirayê sivîlek hat qetilkirin

Êrîşkarên bi çek, li bajarê Quneytirayê ya di bin serweriya hikumeta veguhez a Sûriyeyê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kadîr Înanir kirin çavdêriya awarte

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Daxuyaniya DEM Parti ya derbarê Doza Kobanê de

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hatin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Elahe û Elnaz hêjayî Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?