Hiqûqnasa ji Efrîqaya Başûr Navanethem “Navi” Pillay hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2026’an hate dîtin. Komîteya Nobelê ya Norweç 9’ê Cotmehê roja Îniyê li Osloyê xelat ragihand.
Pillay bi xebatên xwe yên xurtkirina edaleta navneteweyî û pêşxistina hiqûqa navneteweyî tê naskirin.
Pillay wezîfeya Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî meşandiye, di darizandinên cezayê navneteweyî de berpirsyariyên girîng girtibû ser xwe.
Her wiha ji komîsyona lêpirsînê ya serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî re ya ku çalakiyên Îsraîlê yên li Xezeyê lêkolîn dike, serokatî kir. Komîsyon gihiştibû wê encamê ku li Xezeyê qirkirin tê meşandin; Îsraîlê jî ev sûcdarî red kiribûn.
Tê payîn ku merasîma xelatdayînê 10’ê Kanûnê were lidarxistin.
DI XELATÊN NOBELÊ YÊN 2026’AN DE KESÊN HETA NIHA HATINE EŞKEREKIRIN
Tib: Karl Deisseroth, Peter Hegemann û Georg Nagel – ji ber keşfên di qada optogenetîk û qenalên iyon ên bi ronahiyê tên kontrolkirin de.
Fîzîk: Francis Halzen – IceCube Nötrino, ji ber tevkariyên li keşfa notrînoyan a astrofîzîkî ya enerjiya bilind.
Kîmya: Henri B. Kagan û Kenso Soai – ji xebatên xwe yên di senteza asîmetrîk organîk de.
Wêje: Anne Carson – diyaloga afirêner a bi kevneşopiya klasîk û şêwazên nû ya bi wêjeya hemdem dayî qezenckirin.
Aştî: Hiqûqnasa ji Efrîqaya Başûr Navanethem “Navi” Pillay wergirt.
Aborî: 12’ê Cotmeha 2026’an wê were eşkerekirin.

