Pêncşem, 16 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Di meseleya Kurd nîqaşa esas çek nîne, şêwazê avakirina çarçoveya nû ya siyasî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê kesekî din hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din cezayê qedexeya hevdîtinê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Selvî Tepe wê li Belçîkayê taziye bê danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB: Wêneyên îdamê şahidên bêdeng ên qirkirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Konsolosxaneya DYE’ê li Hewlêrê sê dronên xwekuj hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ a li Şengalê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso: Divê îradeya Êzidiyan bi destûrê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Îranê li Rojhilat kolberekî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk dewletê biçûk dike, civakê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ahmet Turk: Têkoşîna me ji bo azadiya Abdullah Ocalan e
Kurdistan

Ahmet Turk: Têkoşîna me ji bo azadiya Abdullah Ocalan e

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk got, "Birêz Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn aqil, mamoste û navnîşanek a çareseriyê ye. Têkoşîna me ji bo azadiya Birêz Ocalan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meşa Mezin a Azadiyê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji du baskan ve hatiye destpêkirin, di roja 8’emîn de didome. 

Baskê Wanê yê meşê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med Emîne Kaya, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di nav de ne, gihiştin navçeya Nisêbîna Mêrdînê.

Gel meşvanan di ketina navçeyê de bi gulan pêşwazî kirin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zîndana” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û meşale pêxistin. Meşvanên Azadiyê ku rastî seknek mezin a xwedîderketin û hezkirinê hatin, heta Parka Aştiyê meşiyan û gel silav kirin.

‘BERXWEDANA ME HER ROJ MEZIN DIBE’

Li Parka Aştiyê parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş xîtabî gel kir û got, “Min silavên Wan, Qers û Serhedê ji we re anî. Nisêbîn her tim li ber xwe da. Wê ji niha û pê ve jî li ber xwe bide. Em ji 1′ ê Sibatê û vir ve dimeşin. Roj bi roj girseya me û berxwedana me mezin dibe. Nisêbînê mîna duh îro jî sekna xwe nîşan da. Ev meş îro destpê nekir, ev sed sal in didome. Em ji Nisêbînê ji girtîgehan re û ji kesên li ber xwe didin re silav dişînin. Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were dê meşa me berdewam bike. Meşa me meşa azadiyê ye. Em ji bo dayik negirîn dimeşin. Dayikên Roboskê banga aştiyê kirin. Heke Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û hemû dayikên li ber xwe didin aştiyê bixwazin, mafê kesekê nîne ku vê asteng bike. Roj roja me ye. 25 sal in li ser birêz Ocalan komployek tê meşandin. Gelê kurd ji bo azadiya Birêz Ocalan li ber xwe dide. Berxwedana gelê Kurd belavî qada navneteweyî bû. Em ê serbikevin.”

AHMET TURK: TÊKOŞÎNA ME JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN E

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk piştre axivî û wiha got: “Dewlet li ser gelê Kurd polîtîkayên xwe yên zext û tundiyê didomîne. Em îro li Nisêbînê ne ku ev der keleha berxwedanê ye û ji bo azadiyê bedelên gelekî giran dane. Ji bo beşdarbûn û pêşwazîkirina we em gelekî spasiya we dikin. Bi salan e gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê li ber xwe dide. Tevî bedelên giran jî gelê Kurd her tim li ser xwe ye û dev ji tekoşîna xwe bernade. Îro jî ji bo edalet, hiqûq û pirsgirêka Kurd dîsa gelê me li qadan e. Sîstema dewleta dagirker ne tenê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê jî hedef digire. Her kes dizane ku birêz Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn aqileke, mamosteyeke, navnîşana çareseriyê ye. Têkoşîna me ji bo pêkhatina azadiya birêz Ocalan e. Girtiyên îro li zindanan ji bo azadiya birêz Ocalan ketine çalakiya greva birçîbûnê. Em li cem wan in û berxwedana wan silav dikin. Me her tim ji bo nirxê hevpar ê gelan têkoşîya. Têkoşîna me têkoşîna wekheviyê ye. Kesê bi şer encam negirtî ye. Şer ji bilî gelan bîne li hemberî hev tu encamên din dernexistine holê. Li dijî neheqî, bêhiqûqî û tecrîda li ser birêz Ocalan îro hevalên me seknekê nîşan didin.”  

Piştî Ahmet Turk li ser navê Înîsiyatîfa ji Aştiyê re Bibe Deng rojnamevan-nivîskar Rêdûr Dîjle axivî. Dîjle anî ziman ku bi piştgiriya meşê dê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.  Piştî axaftinan bernameya şandeyê ya Nisêbînê didome. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtî di bin zext û êrîşan de ne: ‘Çareserî bi rakirina tecrîda Îmraliyê ye’
Nûçeya Pişt re ‘Ev meş wê heta azadiya Abdullah Ocalan bidome’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzer Bogatekîn: Asta pêvajoyê ya li siyasetê, li qada dadgeriyê nayê dîtin

Ferat Bogatekîn bi bîr xist ku li gel nîqaşa li ser statuya Rêber Apo hîn…

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-E: Qetilkirina Dîlan encama sîstema dewleta mêr e

YJK-E Rheinland-Pfalz, qetilkirina Dîlan K. a ku li ber çavên du zarokên xwe ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hatin şermezarkirin

Êrîşên desthilatdariya Tirk ku bi destê dadgerî û polîsan li hemberî pêkhateyên Kongreya Demokratîk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li nêzî Konsolosxaneya DYE’ê li Hewlêrê sê dronên xwekuj hatin xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ a li Şengalê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso: Divê îradeya Êzidiyan bi destûrê were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?