Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şandeya Ewropî: Ocalan divê bêşert were berdan
Rojane

Şandeya Ewropî: Ocalan divê bêşert were berdan

Şandeya Ewropî ya ku di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de hate Stenbolê, daxuyaniyek da û xwest ku Rêber Apo û girtiyên din ên siyasî bêşert werin berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji welatên cuda yên Ewropayê 39 kes di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” duh hatin Stenbolê. Şandeya ku ji rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnasan pêk dihat, li hotêleke Taksîmê civîna “Maseya Gilover” lidar xist. Li eywana civînê pankarta “Hevdîtina navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîdê” hate daliqandin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî di nav de gelek kes tevlî civînê bûn. Piştî civînê, metna hevpar hate xwendin. Parlamenterê Federal ê Partiya Çep a Almanyayê Ferhat Koçak Tirkiya metna hevpar û Berpirsyara Têkiliyên Karên Derve ya CUP Katalonyayê Eulalia Reguant Cura jî ya bi Ingilîzî xwend.

Ferhat Koçak, anî ziman ku ew piştevaniyê didin gelê Kurd û got: “Em bang li meqamên Tirk dikin ku ji bo diyalogeke çêker û rast û muzakereyên aştiyê yên bi tevahiya derdorên civaka Kurd re, gavên şênber biavêjin. Em careke din banga xebatên hevpar ên ji bo serkeftina pêvajoyê li hemû tevger û partiyên pêşverû û gelên Tirkiyeyê dikin. Tenê bi angajmanên bi vî rengî dikare guherîneke mayinde û domdar were cîbicîkirin û bi rastî jî rêya Tirkiyeyeke demokratîk were vekirin.”

Bi domdarî Koçak destnîşan kir ku hewceye Tirkiye rêzê bo mafên mirovan bigire û berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî bicih bîne. Koçak, wiha dom kir: “Di serdemeke ku qada navneteweyî zêdetir di çarçoveya dijminatî û êrişkariyê de teşe digire, ji bo çareserkirina meseleya Kurd a bi rêyên diyalog û muzakereyan firsendeke dîrokî li ber dest e. Ev her du hêma, hêmayên sereke yên civakeke demokratîk in. Di serdemeke ku Rojhilata Navîn di nava pêtên agir de û gelek welat ketine nava pêşbirka xwebiçekkirina bêsînor de, birêz Ocalan yek ji dengên herî xurt ê aştî û bêçekbûna diparêze ye. Birêz Ocalan, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pevçûnên zêdetirî 40 sal in didomin, di heman demê de bangekî wêrek a bêçekbûn û tesfiyeyê kir.”

Di berdewamê de Koçak bi lêv kir ku fikra “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo tevahiya herêmê modêleke û wiha pê de çû: “Ji bo pêvajoya demokratîk bigihije potansiyela xwe ya tam, mecbûriyeteke ku birêz Ocalan û hemû girtiyên din ên siyasî yên mafên wan tên binpêkirin bêşert û tavilê bên berdan. Girtîmayina wan, rê li ber fikarên cidî vedike. Di dema ragirtinê de yek ji mijarên esasî rêzgirtina bo mafên mirovan e. Bi taybet jî birêz Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê 26 sal in di tecrîdê de ye, bi awayekî derhiqûqî ji mafên xwe yên sereke bêpar hatiye hiştin û ev yek jî bi aşkerayî binpêkirina standartên hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.”

Koçak, axaftina xwe wiha domand: “Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku li gorî rêgezên edalet, demokrasî û aştiyê tevbigere. Em ê gavên hikûmet diavêje bişopînin û hêvîdarin ku Tirkiye derbasî pêvajoyeke demokratîk û civakeke hemûgir bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HBDH: Em ê Komkujiya Sêwasê nedin jibîrkirin û hesabê wê bipirsin
Nûçeya Pişt re Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk ji bo Tirkiyeyê derfetekî dîrokî ye

Veysî Aktaş diyar kir ku entegrasyona demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir: Xwe bêdeng neke

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kir ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi berxwedan û rêxistiniyê bi ser bikevin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?