Sêşem, 17 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serêkaniyê piştî 10 salan agirê Newrozê hat dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûn, ciwanan mohra xwe lê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erziromê piştî bi salan Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtî di bin zext û êrîşan de ne: ‘Çareserî bi rakirina tecrîda Îmraliyê ye’
Rojane

Girtî di bin zext û êrîşan de ne: ‘Çareserî bi rakirina tecrîda Îmraliyê ye’

ÎHD'ê ragihand ku li Marmarayê di nava 3 mehan de hezar û 596 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin û got, "Çareserî bi rakirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê pêkan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê “Rapora Binpêkirina Mafên Girtîgehên Herêma Marmarayê” yên Cotmeh, Mijdar û Kanûna 2023’yan eşkere kir. Rapor di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya komeleyê ya li Beyogluyê hat lidarxistin de hat eşkerekirin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, endamên Komîsyona Girtîgehan û gelek parazvanên mafan beşdarî civînê bûn.

BÎLANÇOYA 3 MEHAN

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîz Şahîn ragihand ku ji 22 girtîgehên ku 8 jê girtîgehên herêma Marmarayê ne, di nava 3 mehan de 65 serlêdan li şaxa wan hatine kirin. Meral Nergiz Şahîn got, “Di meha Cotmehê de 13, di Mijdarê de 20, di Kanûnê de jî 32 bi giştî 65 serlêdan li komeleya me hatin kirin. Ji 65 serlêdanên ku li komeleya me hatin kirin 15 jê jin, 50 mêr, 5’1 jê girtiyên edlî û 60 jî ji girtiyên ji ber sedemên siyasî girtî ne. Her serlêdana ku ji komeleya me re tê kirin gelek îdiayên binpêkirinê hene. Ji bilî 182 binpêkirinên ku me bi dîmenên çapemeniyê tespît kirin, di serlêdanên ku li komeleya me hatin kirin de hezar û 414, di meha Cotmehê de 135, di meha Mijdarê de 567, di meha Kanûnê de jî 712 binpêkirin hatin tesbîtkirin û bi giştî hejmara binpêkirinan hezar û 596 in.”

Berfirehiya raporê wiha ye:

“Binpêkirina mafê jiyanê – Êrîşên li dijî jiyanê: Mehmet Selîm Ongulu yê li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 3 ya Amedê di 7’ê Cotmeha 2023’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Hewldana xwekuştinê 2, gefên mirinê 3, lêdan, êşkence û êrîşên fizîkî 53. Muameleya xerab, muameleya biçûkxistinê, êrîş, êşkence: Muameleya xerab 76, zexta derûnî 86, çêr û heqaret 59, xistina hucreyê 25, bi tevahî 452. Binpêkirinên mafê ragihandinê / tecrîd: 431. Binpêkirinên mafê gihîştina dadweriyê: 102. ji aliyê Desteya Rêveber û Şopandinê ve binpêkirinên mafê berdana bi şert û şewitandina înfazê: 67. Greva birçîbûnê: 35 binpêkirin hatin tespîtkirin.”

‘XERABIYA RÊXISTINKIRÎ Û DIJMINATÎ HEYE’

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî got, “Yek ji encamên ku me ji nirxandinên xwe yên der barê binpêkirinan de derxistiye; Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, girtîgehan weke cihê ku xerabiya rêxistinkirî û dijminatî lê serdest e pênase dike.”

Gulseren Yolerî, anî ziman ku ji Çileya 2021’an û vir ve ku lijneyên Îdare û Çavdêriyê dixebitîn, bi raporên di bin navê “raporên nirxandina tevgera baş” de gihandina mafên bingehîn û bi taybetî mafên azadiyê yên girtiyan tê astengkirin û wiha domand: “Girtî bi nexweşiyên asayî û hêsan bêne dermankirin dikişînin, terkî mirinê hatine kirin. Di vê heyamê de 6 kuştî hatin tespîtkirin û ev jî rastiya vê rewşê bi awayekî zelal nîşanî me dide.”

‘HETA KU TECRÎDA LI ÎMRALÎ BIDOME, BINPÊKIRINÊN MAFAN BI DAWÎ NABIN’

Gulseren Yolerî bal kişand ser domandina tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir ve li gelek girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Ev grevên birçîbûnê hê jî bi awayekî din berdewam dikin. Di vê pêvajoya greva birçîbûnê de daxwaza hevpar a hem malbatan û hem jî saziyên mafên mirovan, hiqûq û tenduristiyê yên di vî warî de dixebitin ew e ku beriya bandora neyînî l ser girtiyan bike,  divê bi girtiyan re hevdîtin pêk were û gavên pêwîst bê avêtin. Çareserî bi rakirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê pêkan e.” 

Gulseren Yolerî diyar kir ku tevî astengiyên ku ji bo binpêkirinên li girtîgehan negihêjin ÎHD’ê, serlêdanên hatine kirin girîng in û wi”ha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hemû serlêdan bi zehmetiyên mezin gihîştine komeleya me. Hemû binpêkirinên hatine ragihandin nîşanî me didin ku pirsgirêkên hemû girtiyan çiqasî mezin in. Ji bo ku em girîngiya têkoşîna li dijî binpêkirinan fêm bikin, bi taybetî divê girîngiya têkoşîna li derve baş were fêm kirin. Di serî de mafên azadiya girtiyan hemê astengî ji holê bên rakirin, kesên ku êşkence û muameleya xerab  dikin bên darizandin û em dixwazin dawî li van pêkanînan were. Divê şert û mercên rapora ATK’ê û astengiyên li pêşiya tenduristiyê bên rakirin. Em dixwazin pêşî li binpêkirina mafan a li dijî girtiyan bê girtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîmenê çalakiya ku 61 dagirker hatin cezakirin, roja Yekşemê li Gerîla TV tê weşandin
Nûçeya Pişt re Ahmet Turk: Têkoşîna me ji bo azadiya Abdullah Ocalan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Di demên dawî de, nîqaşên li ser ka Rûsya çawa dikare bi awayekî çalaktir bi…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Operasyona ewlekariyê em ji gelek metirsiyan parast’

Hîba El Elî û Neda Ebd El Helîm ên ji Hûmsê hatin û niha li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Mubarîz, Maltu, Ertak û Tepe yên hatine qetilkirin, kom bûn

Malbatên windayan û endamên ÎHD’ê, ji bo Kemal Mubarîz, Mehmet Şîrîn Maltu, Mehmet Ertak û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?