Hate diyarkirin ku zexta li ser girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin zêde bûye. Girtiyan di hevdîtinên li gel malbatên xwe de destnîşan kirine û dema hewastandinê ji 1,5 saetan daxistine saetekê û destûr nayê dayîn ku qadên hevpar ên weke atolye û pirtûkxaneyê werin bikaranîn.
Hate îfadekirin ku piştî îtirazên li dijî astengkirina mafên wan girtî bi gef, seregirtinên odeyan yên ji nişka ve û hewla zexlêgirinê ya li gel lêgerînan re rû bi rû mane.
Li gorî agahiyên ku ji malbatên girtiyan hatine standin, girtiyên ku dixwazin zexta psîkolojîk û sepanên tecrîdê yên li girtîgehê protesto bikin, biryar dane ku di navbera dîrokên 9’ê Mijdarê û 9’ê Kanûnê de dernekevin hevdîtinê.
Hate diyarkirin ku girtî bi biryar in ku çalakiya xwe ya li dijî astengkirina mafê wan bidomînin.

