Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Ji KNK’ê Nîlufer Koç anî ziman ku pêvajoyeke nû ya aştiyê di rojevê de ye, Rêber Apo ji bo aştî û civaka demokratîk bangê dike û got, divê Konseya Ewropayê van mercên nû bibîne û helwesta xwe di ber çavan re derbas bike.
Siyasetmedar Tûgba Hezer diyar kir ku divê jin yekser beşdarî pêvajoyên muzakereyê bibin û destnîşan kir ku azadiya jinan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ji hev cuda nikarin bêne nirxandin.
Muzîsyen û aktîvîst Nûrcan Degîrmencî ragihand ku cih di navenda têkoşîna civakî û hunerî de ne û got, zimanê aştiyê tenê bi têkoşîna hevpar a jinan dibe.
Gulten Kaya diyar kir ku huner nabe apolîtîk be û got, “Wêrekiya tevlîbûna li jiyanê ji bo her qada afirîner nebe nabe. Ji ber ku huner li welatên weke ya me, ji bo şahidiya ji jiyanê re yek ji wan qadan e ku divê herî zêde wêrek be.”

