Koma Yekrêziya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî civîna xwe ya bi nûnerên çar partiyên endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Ji bo dîtina astengiyên li pêşiya aktîvbûn û bandorbûna Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, ku ji heşt mehan zêdetire hatiye damezrandin, Koma Yekrêziya Rojhilatê Kurdistanê her şeş partiyên endam yên Hevpeymaniyê ji bo civînek û şêwirmendiyek navxweyî vexwendin.
Pênc ji şeş partiyên endamên Hevpeymaniyê, di nav de Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê, Sazmana Xebata Kurdistan a Îranê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, amadebûna xwe ji bo beşdarbûna di civînê de ragihandin.
Tenê Partiya Komela Kurdistan a Îranê diyar kir ku ew ji tevlîbûna civînê re ne amadeye. Her wiha çend roj berî civînê, Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) bêyî ku sedemek nîşan bide ji civînê vekişiya.
Roja Yekşemê (01.11.2026) civînek sê saetan di navbera Koma Yekrêziya Rojhilatê Kurdistanê û nûnerên çar partiyên endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê de pêk hat.
Civîn bi şêweyê pirs û bersivan pêk hat. Rêveberê Komîteya Yekîtîyê pirs ji nûnerên partiyan kirin û wan jî bersiv û şiroveyên xwe dan.
Di pirsan de fikarên me yên li ser rewşa heyî ya Hevpeymaniyê hatin îfadekirin. Ji nûnerên her çar partiyan hat pirsîn ka têgihîştina wan ya bingehîn û hêviyên wan yên ji Hevpeymaniyê çi ne? Çima Hevpeymanî bi li gor tê xwestin çalak nebûye? Çima hinek endamên Hevpeymaniyê bi partiyên siyasî yên Îranî re rûdinin ku baweriya wan bi neteweya Kurd û mafê çarenûsî nîne? Çima ji enerjî û şiyanên Kurdên li derveyî partiyan sûd nayê wergirtin? Siyaseta partiyan li hember îhtîmala diyalogê bi Komara Îslamî re çi ye?
Di bersiv û şiroveyên xwe de, nûnerên çar partiyan li ser hin mijarên girîng li hev kirin.
Her çar partiyan Hevpeymaniyê wekî pêdiviyek girîng û demdirêj dîtin û tekez kirin ku ew wê wekî pêdiviyek demkî nabînin. Her wiha wan hêvî kir ku bi pejirandina rêziknameyên di demek nêzîk de, destnîşankirina erk û berpirsiyariyan û organîzekirina mekanîzmayên xebata hevbeş, Hevpeymanî dê bikaribe di pêşerojê de ji demên berê pir çalaktir û bibandortir xwe nîşan bide.
Li ser mijara îhtîmala diyalogê bi Komara Îslamî re, ji wê yekê hemfikir bûn ku eger derfet û hewcedariyek ji bo diyalogê çêbibe, divê tu partiya endamê Hevpeymaniyê bi tena serê xwe û bêyî beşdarbûn û hevrêziya Hevpeymaniyê nekeve pêvajoya danûstandinê bi Komara Îslamî ya Îranê re.
Derbarê sedemên ku çima Hevpeymanî di nav heşt mehên borî de li gor tê xwestin çalak nebûye, wan bal kişand ser hejmarek astengî û sedeman; ji wana nûbûna vê ezmûnê, nebûna rêziknameyên navxweyî, cudahîyên nêrînên siyasî, nebûna mekanîzmayek zelal ji bo xebata bi hev re, cudahiyên di wêjeya siyasî de, bandora şert û mercên derve û zextan vedihewîne.
Di heman demê de, ew difikirin ku ji ber girîngî û aloziya mijarên siyasî, hewceyê bêhtir dem û nîqaşê ne û hêvî kirin ku gav bi gav pêşve biçin.
Di derbarê pirsên din de, diyalog, danûstandina nêrîn û şîroveyan pêk hat, ku bi gelemperî ji bo beşdarên civînê têrker bû.
Em van çar partiyan ji bo beşdarbûn û amadebûna wan ya ji bo diyalog û şêwirmendiyê bi welatiyên li derveyî rêzên partiyan re teqdîr û spas dikin.
Ev amadebûna ji bo nîqaşkirina rasterast a astengiyên ku li pêşiya Hevpeymaniyê ne, gaveke erênî ye ku piştgirî û pêşveçûnê heq dike.
Tevî ku bersiva hemû pirsan li gor tê xwestin nehatin dayîn jî; lêbelê, derfeta bihîstina rasterast a nerînan, danûstandina şîrove û pêşniyaran û nîqaşkirina pirsgirêkên hevpar kêrhatî û girîng bû.
Hem koma me û hem jî nûnerên çar partiyan nirxandinek erênî ya civînê kirin.
Di dawiya civînê de, me pêşniyar kir ku Hevpeymanî bi rêya daxuyaniyek hevbeş, pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya xebat û têkoşîna bi hev re jinûve piştrast bike û amadebûna xwe ya ji bo avêtina gavên nû û bibandortir diyar bike.
Her wiha me pêşniyar kir ku di wê daxuyaniyê de, bi tekezî li ser girîngiya rexneya azad, ji hemû alîgirên partiyan were xwestin ku ji heqaret û tawanbarkirina hev û her endamekî Hevpeymaniyê dûr bisekinin. Ji ber ku tevgerên wiha, bi taybet di vê qonaxa hesas de, zirarê dide baweriya di navbera aliyan û berdewamiya xebata hevbeş.
Nûnerên her çar partiyan pêşniyar pêşwazî kirin. Di berdêla wê de, wan ji me piştgirî û alîkariya zêdetir xwest. Me amadebûn û pabendbûna xwe ji bo her alîkariyek gengaz, di çarçoveya şiyanên xwe de, jinûve piştrast kir.
Di dawiyê de, em hêvî dikin ku ev civîn bibe destpêka diyalog û şêwirmendiyek berdewam û berhemdar di navbera partî û welatiyên li derveyî rêzên partiyan de.
Her wiha, em hêvî dikin ku her şeş partiyên endam beşdarî civînên pêş de bibin, da ku bi beşdarbûn û hevkariya hemûyan, nîqaş û şêwirmendî di asta danûstandina nêrînan de li ser pêşniyar û gavên pratîkî ji bo xurtkirin û aktîvkirina Hevpeymaniyê werin kirin.

