Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Emrê me saetek jî bimîne em ê ji bo aştiyê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îşaret bi rewşa girtiyên jin ên nexweş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Sepanên li hember girtiyên nexweş tê kirin êşkence ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran: Li Kendava Hurmizê balafireke bêmirov a DYE’yê hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdana taloqkirina înfazê ya Newroz Bozkurt bêbersiv ma

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 9 jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê bang kirin, hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li pey xwe hêvî û têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrate hişt
Kurdistan

Li pey xwe hêvî û têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrate hişt

Nûda Garzan weke gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê her xebatên meşandiye bi serketî encam kiriye. Ne tenê hêviyên xwe, têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrat ji şopdarên xwe re hişt. Ew mîrat ji bo kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi serê xwe xezîneyek e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şehîd Nûda Garzan (Kezîban Yilmaz) di salên ku li Kurdistanê serhildan pêk dihatin, sala 1993’an de li Bedlîsê di malbateke welatparêz de hat dinê. Malbata Nûda Garzan malbateke ku li hemberî zilma dewletê serî natewand û xwedî li nirxên xwe derdikeve. Ji ber zextên dewletê neçar dimînin koçî Stenbolê bikin. Nûda Garzan a li Stenbolê di nava welatparêziyeke mezin de mezin bû. Evîna welat di dilê Nûda Garzan de şax berda bû. Nûda Garzan a ku Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd ji nêz ve nas kir, bi tevlîbûna xebatên ciwanan dest bi têkoşîna şoreşgerî kir. Nûda Garzan bi lehengî û biryardarî xebatên ciwanan meşand. Di sala 2014’an de dema şerê Rojava dijwar bû berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Nûda Garzan dîsa vegeriya welatê xwe ya ku berê ji ber zextên dijmin neçar mabû biterikîne. Helbet kesên ku bi darê zorê ji welatê xwe hatine derxistin wê vegera wan ne ji rêzê be. Nûda ya ku li çiyayên azad gerîla bû, ewilî perwerdeya şervanên nû dibîne. Paşê perwerdeya leşkerî û bîrdozî dît. Gerîla Nûda Garzan di demeke kin de pêşketineke mezin bi dest xist, tevlî xebatên pratîkî dibe. Nûda Garzan li eniyên herî pêş li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkoşîna şoreşgerî dimeşîne. Her ku diçe xwe bêtir nas dike, xurtir û bedewtir dibe. Şehîdên weke Nûda di dîroka rizgariya Kurdistanê de kedên mezin dan.

Gerîla Nûda li Akademiya Şehîd Mahîr perwerde dît û bi vê perwerdeyê re gihişt asteke profesyonel. Bi salan li Metîna di nava gelek xebatan de cih girt. Gerîla Nûda Garzan bi şêwazê tîmên bitevger têkoşîna xwe bi awayekî çalak didomîne. Gerîlla Nûda li her qadên ku lê bû kedeke mezin da. Ji bo gerîla Nûda çûyîna Bakurê Kurdistanê û di eniyên herî dijwar de cih girtin, her tim armanca wê ya şoreşgerî bû. Gerîla Nûda ji bo Bakur digot, “Bakurê Kurdistanê cihê herî mezin ê welêt e, cihê ku dijmin herî lê derbên giran xwariye û herî zêde ji nedîtî ve hatiye.” Bakur beşa ku yekem car guleyên têkoşînê lê hatiye teqandin û jinûve vejiya ye. Ji ber vê yekê şerê li herêma Bakur a ku bi bîranînên gerîlayan tijî ye, ji bo her gerîlayekî gelekî watedar e.

DI NAVA ÇALAKIYÊN KU DERBÊN GIRAN LI DIJMIN HATIN XISTIN DE CIH GIRT

Gerîla Nûda jî bi hêzeke mezin gihişt armanca xwe û derbasî qûntarên çiyayên Katoyê bû. Di nava wan çiyayên bi heybet de, li bajarên dagirkirî yên welatê xwe û xelkên wî welatî yên di bin zilma dijmin de ne, mêze dikir û bi her awira xwe re sonda azadkirina Kurdistanê dixwar. Şehîd Nûda bi pisporî û ezmûna xwe ya di şer de bi awayekî çalak beşdarî şerê li çiyayên Bakurê Kurdistanê bû û bi lehengî şer kir. Gerîla Nûda weke gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê her xebatên meşandiye bi serketî encam kir û di gelek çalakiyên ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker hatin xistin de cih girt. Di 30’ê Tebaxa 2021’an de li herêma Elkê ya Şirnexê di encama xayinên ku agahî dane dijmin de, bi 3 hevrêyên xwe re tevlî karwanê şehîdan bû.

Şehîd Nûda her cihê ku diçûyê wir weke ronahiya rojê ronî dikir. Şehîd Nûda bi hevrêyên xwe yên têkoşînê re hevrêtiyek rast meşand û weke jineke Kurd her tim li her derê helwesteke serbilindî û xurt nîşan da. Bi cesaret û fedakariya xwe, navê xwe li asmanên welatê xwe nivîsand. Ne tenê hêviyên xwe, têkoşîna xwe ya azadiyê li Çiyayên Katoyê ji şopdarên xwe re mîrat hişt. Ew mîrat ji bo kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi serê xwe xezîneyek e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Daxuyaniya 14 baroyan: Daraz divê nebe şirîkên linçkirinên medya dijîtal
Nûçeya Pişt re Li Venezuelayê hilbijartina serokatiyê di bin rageşiyek mezin de destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa DAÎŞ’ê de şervanê QSD’ê şehîd bû

QSD'ê ragihand ku li herêma Ebû Hemamê ya Dêrazorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî Efrînê li Şehbayê jî karê şitilan dike

Hûriye Mihemed karê xwe yê şitilkariyê ku 25 salan li Efrînê kir, piştî dagirkeriya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewatên li Tirkiye û Kurdistanê

Li gelek herêmên Tirkiye û Kurdistanê şewat derketin. Li herêma Alîbogazi ya di navbera navçeyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?