Li ser rewşa tenduristiyê yê Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mihemedî parêzerê wê daxuyaniyek da.
Hate ragihandin ku Nêrgis Mihemedî ya ji ber nexweşiya dil nêzî hefteyeke li nexweşxaneyê tê dermankirin 20 kîlo li xwe kêm kiriye û bi zehmetî dikare biaxive.
Nêrgis Mihemedî 1’ê Gulanê li Girtîgeha Zencanê krîza dil derbas kiribû. Ji hingî ve rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe.

