Wan deman Mazlûn Dogan, di daîreya têketina Apartmana Ûmût a li navçeya Nûrî Pazarbaşiyê de dima. Ji cînaran re xwe weke mîmar dabû naskirin, li ser projeyan dixebitî, ji ber ku hê buro venekiriye li malê dixebitî. Çîroka ji cînarên xwe gotî, wisa bû. Piştre li maleke navçeya Karşiyaka ya Dîlokê ma. Ev der mala ku Alî Haydar Kaytan lê dima bû. Yekem hejmara ‘’Rojeva PKK’ê’’ li vê malê hate amadekirin. Mazlûm ji karên çapkirinê berpirsiyar bû. Ji bo çend rojan çû. Dema ku ji Rihayê ber bi Wêranşarê ve diçû di 10’ê Cotmeha 1979’an de di rê de hate girtin. 17 rojan êşkenceyên gelekî giran dîtin. Dı Adara 1982’yan de ji dayîk û bavê xwe yên tên dîtina wî re dibêje; ‘’Xemgîn nebin. Wê her tişt pir xweş bibe.’’ Hefteyekê piştî vê hevdîtinê di şeva 21’ê Adarê de bi şîara ‘’Teslimiyet ber bi îxanetê ve, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe’’ çalakiya xwe ya dîrokî li dar dixe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza sala 1982’yan de Mazlûm weke ‘’Kawayê Hevdem’’ bi bîr tîne û wisa silav dike. Ji wê dîrokê û pê ve hemû gelê Kurdistanê Mazlûm Dogan wisa bi bîr tîne. Di beşa duyemîn a hevpeyvîna li Yenî Ozgur Polîtîka de Duran Kalkan têkildarî girtina Mazlûm Dogan, revîna ji girtîgehê û şehadeta wî axivî.
Mazlûm Dogan çawa hate girtin?
Weke tê îra we jî şeva 30’ê Tîrmeha 1979’an çalakiya li ser Mehmet Celal Bûcak bi ser neket, piştre jî hema bibêjin veguherîbû astengiyê. Me li ser gelekî lêkolîn û nîqaş dikir lê belê bi ti awayî me rêyek peyda nedikir. Me bi hevalên ku li Siwêregê têdikoşiyan re jî di vê mijarê de tam li hev nedikir. Di pêvajoyeke bi vî rengî de hevalê kûrye Mehmet Saîd ji me re got ku ji Rêber Apo telîmateke nivîskî hatiye ku wê demê Rêber Apo li Libnanê bû. Diyar bû ku têkildarî rewşa li Siwêregê nirxandinên berfireh hebûn û weke rêveberiya partiyê gelekî hewcehiya me bi vê yekê hebû. Li ser vê yekê em bi hevalên ku Komîteya Navendî koordîne dikir re rûniştin û nîqaş kir. Me got ku madem telîmata Rêber Apo tê, wê demê em civîneke Komîteya Navendî li dar bixin, li gel telîmatê rewşa li Siwêregê jî binirxînin. Me li gorî wê plansaziya xwe kir. Me ji bo civînê bejahiya navçeya Dêrik a Mêrdînê guncav dît. Jixwe hin amadehiyên me hebûn.
Weke koordînasyon em li Rihayê bûn. Me ji heval Mazlûm ê li Rihayê re kûrye şand, me cih û wext diyar kir û jêre diyar kir ku dema tê derbasî Pirsûsê bibe û li wir telîmata Rêber Apo bistîne û bîne. Heval Cuma jî ji Rihayê derbasî Siwêregê bû ku ji wir heval Mehmet Karasûngûr bistîne û bîne cihê civînê. Heval Mazlûm derbasî Pirsûsê bû telîmat stand û hate Rihayê. Me xwest em pêşiyê li gel wesayîteke ku ji Dêrikê dihat derkevin û rêyê kontrol bikin. Ger rewşeke lêgerînê hebûya, me yê heval Mazlûm û ew agahdar bikira. Yildirim Merkît ê bi me re jî derbasî cihê heval Mazlûm bûya û bi hev re li gel wesayita ku ji Pirsûsê dihat li dû me bihatana. Girêdayî vê yekê em bi heval Şehîd Suleyman Erdem ê ji Dêrikê bi rê ketin û heya Wêranşarê çûn.
Di rê de tiştek nebû, gelekî sakîn bû û ji ber wê yekê me hewceyî bi sekinînê nedît. Heval Mazlûm ew jî piştî me bi rê dikevin, dikevin rêya Mêrdînê û hinekî ji Rihayê dûr dikevin. Di rê de wesayîteke polîsan a ji gundên ber lêva rê dihat ji nişka ve derdikeve û wesayît bi rewşeke qezayê re rû bi rû dimînin. Li ser vê yekê şofêrê texsiyê yê ji Pirsûsê panîkê dike. Polîs ji rewşa şofêrî gumanê dikin, wesayîtê disekinînin û ji wan dipirsin bê ka ew kî ne, çi dikin, bi ku ve diçin. Şofêr di nava panîkê de bersivên ku wan qanih bike, nade.
Her çend heval Mazlûm jî dikeve dewrê û hewl dide wan qanih bike jî gotinên ji hev cuda gumanê zêdetir dikin. Li ser vê yekê polîs erebeyê digirin û dibin navenda Rihayê. Ji nasnameyên wan tiştekî neyînî dernakeve. Wê demê heval Mazlûm nasnameyeke sexte ya li ser navçeya Curnê Reş bi kar dianî, me bi hev re derxistibû. Li wesayîtê digerin dîsa tiştekî peyda nakin. Lê belê gumana polîsan derbas nabe, îfadeyên ji hev cuda gumanê zêdetir dikin. Dubare dubare li wesayitê digerin û lêpirsîna nasnameyên wan dikin. Pisporên ku cara sêyemîn yan jî çaremîn tên kaportaya wesayîtê perçe dikin û pakêta ku telîmat têde ya veşartî peyda dikin. Dema fêm dikin ku nivîs aîdî Rêber Apo ye li seranserê Rihayê bi rojan lêgerîneke berfireh didin destpêkirin. Heval Mazlûm bi vî awayî tê girtin.
Meha destpêkê dewlet pê nahese ku kesê hatiye girtin Mazlûm Dogan e. Piştre pê hesiyan. Me jî telîmata Rêber Apo nedît, civîna Komîteya Navendî ya hatî plankirin, li dar nexist, betal kir û me piştî 40 rojên din li dar xist. Lê belê telîmat jî heval Mazlûm jî di civînê de nebûn, ji civînê encamên ku dihatin payîn nehat bidestxistin.
Li zîndanê biryara berxwedanê çawa hate standin? Gelo Kemal, Hayrî û Mazlûman biryar stand? Yan na biryara Tevgerê bû?
Rêveberiya derveyî Tirkiyeyê heya Nîsana 1981’an têkiliya wê bi hevrêyên girtî re hebû. Me jêre not dişand û ji wan bersiv distand. Heya wê demê têkilî qut nebûbûn. Ji bihara 1981’an û pê ve zext û êşkence zêde bûn û têkilî qut bûn. Dema ku Derbeya 12’ê Îlonê pêk hat li gel heval Cuma 13’ê Îlonê li Şamê me bi Rêber Apo re hevdîtinek kir. Nirxandinên berfireh ên derbeyê kirin. Li dijî derbeyê taktîka partiya me hat diyarkirin. Di vê çarçoveyê de me ji bo raya giştî belavok weşandin, ji bo rêxistinê talîmat nivîsîn û şandin, me bi rêxistinên çep ên Tirkiyeyê re têkilî danîn, nêrîn û pêşniyarên xwe ragihandin. Li ser vê bingehê me ji bo hevrêyên di zindanan de jî nirxandineke nivîskî ya çar an pênc rûpelî amade kir û şand. Min ev organîze kirin, ji ber vê yekê ez baş dizanim.
Nivîsa ku me şand gihîşt hevalên Mazlûm û Hayrî. Rêveberiya me ya di zindanê de xwend, nirxand û bersiva nivîskî dan. Diyar kirin ku ew beşdarî taktîka hatî diyarkirin dibin û pêşniyar kirin ku ji gavavêtinên çavsorî û derengmayînên zêde dûr bê sekinandin. Her wiha hinekî jî gazinc kirin, diyar kirin ku nivîsa me şandiye di mijara berxwedana zindanê de ne pir zelal e, em dikarin talîmata vekirî bidin, ew di wê hêzê de ne ku pêwîstiyên talîmatên bi vî rengî pêk bînin û bi gotina ku pêwîstiyên xeta me ya berxwedanê wê di her şert û mercî de bên bicihanîn û çi dibe bila bibe wê layiqî partiyê bin û gotin “Polîtîkaya me berxwedan e”.
Bêguman pêwîstiya xeta tevgerê berxwedan bû û di nivîsa ku me şandibû de jî bal dikşand ser xwedîderketina li erk û berpirsiyariyên dîrokî. Biryara Tevgerê ya derbarê Berxwedana Zindanê de ev qas e. Ji vê wêdetir aîdî berxwedêrên zindanê, hevrêyên me Mazlûm, Kemal û Hayrî bû. Kengî û çi pêwîst e bê kirin wan bi xwe biryar da, biryarên ku dan bi jiyana xwe pêk anîn û berpirsiyariya dîrokî ya vê yekê jî girtin ser milê xwe. Dîrokê ev biryar û pratîka van hevrêyan piştrast kir. Hebûna Kurd jî û demokrasiya Tirkiyeyê jî bi berxwedêriya fedayî ya ku li ser bingeha vê biryarê hat pêşxistin hat parastin û anîn qonaxa çareseriyê ya îro.
Hin kesên çav û hişê wan kor bûne, hê jî hewl didin bê têkoşînê çi daye qezenckirin bidin lêpirsînkirin. Yanî dixwazin bibêjin ku tiştek qezenc nekiriye. Ji bo kesên wiha dikare çi bê gotin?
Carekê li beriya 45 salan binêrin, carekê jî li îro binêrin! Ger hûn di navberê de tu ferqê nebînin, wê demê qet nejîn. Ji mantiqê ku digot ji ber dema li ser berfê dimeşiyan lingên wan dengê qirt-qurt derdixist ji wan re Kurd gotine, îro hatine gotina xwişk-biratiya Tirk-Kurd. Ma di navbera van de tu ferq tuneye? Ma ev ferq ne rastiyek e ku berxwedana ji zindanê dest pê kir û belav bûye? Kurdê ku ji xwe direviya îro Kurdbûna xwe bi rûmet û serbilindî dijî, Kurdbûn bûye nirxekî bilind. Ma ev jî van berxwedanan neafirandiye? Ma tiştek ji van destketiyan mezintir û watedartir hene? Yên ku hewl didin li ser navê Kurdbûnê biaxivin ti carî nikarin vê rastiyê înkar bikin. Ger înkar bikin, wê ji Kurdbûna wan guman bê kirin.
Her wiha pêvajoyeke ku Mazlûm Dogan ji zindanê reviya heye. Lê ev bi ser neket. Çima wiha bû?
Heval Mazlûm ti carî ketina zindanê û mayîna li wir li xwe dananî, her tim di nav lêgerîna derketina derve û xizmetkirina zêdetir a ji bo gel de bû. Di Mijdara 1979’an de ez çûbûm Amedê. Ji zindanê nîşeyek bênav hatibû û li têkiliyeke pêbawer digeriyan. Nivîs a heval Mazlûm bû. Min jî yekser bi destnivîsa xwe bersivek şand û ji hundir agahiya ku “hatiye fêmkirin” hat. Piştre diyar kirin ku heval Mazlûm wê xwe di tenekeya çopê de veşêre û derkeve derve, divê cihê ku çop lê tê valakirin bê keşifkirin û ew bê girtin. Dema me bersiva erênî da wan jî roja revê diyar kir. Me ev agahî bi komîteya xwe ya Amedê re parve kirin û me xwest amadekariyên xwe tam bikin û çalakiyê bi ser bixin.
Plansazî û rêxistinkirin ji aliyê Bakî yê ku li wir peywirdar bû ve hat kirin. Yek ji poşmaniya min a herî mezin ew e ku min pêkanîna bûyereke wiha ji wî re hişt. Her çiqasî agahî da me ku wî her tişt baş eyar kiriye jî piştre hat fêmkirin ku ji ser guhê xwe avêtiye. Ji bo pêkanîna çalakiyê Akîf Yilmaz û hevalekî ku me jê re digot Xwarzê peywirdar kiribû. Hevalên ku hatine peywirdarkirin baş in, ger baş bihatana agahdarkirin wê tekez bikirana. Lê ji aliyê Bakî ve agahdarkirineke tam nehatibû kirin. Heval Mazlûm wekî ku hatibû plankirin di wesayîta çopê de heta derveyî Amedê derket û gihîşt cihê ku çop lê dihat valakirin. Dema ji tenekeyê derket ji ber ku lingên wî tevizîbûn nekarî bilive. Hevalan jî ji ber ku rewş baş nedizanîn li dûr mabûn, ji ber vê yekê nekarîn mudaxele bikin.
Leşkerên çopvan dîsa girtin û heval Mazlûm birin zindanê. Wê demê ez li Amedê bûm. Me rê amade kiribû, ger bi ser biketa em ê bi hev re ji qada bejahî derbasî Mêrdînê bibûna. Mixabin yek ji bûyerên me yên serneketî ev bû.
Baş e we agahiya şehadetê çawa girt? Hûn dikarin behsa wê rojê bikin?
Me agahiya şehadeta heval Mazlûm wisa di wextê xwe de û bi awayekî zelal negirt. Em bi Rêber Apo re li taxa Mezze ya Şamê di qata duyemîn a apartmanekê de diman. Ji ser Ewropayê agahiya ku di zindanan de bûyer hene, lê agahiyek şênber nayê girtin di destê yekem de hat. Piştre ev agahî bi şêweyê ku heval Mazlûm çalakî kiriye hat îfadekirin. Piştî wê jî agahiya şehadetê hat dayîn.
Me ev agahî her tim ji ser Ewropayê digirtin. Piştre me fêm kir ku kesê bi navê Semîr hinekî nezelalî û derengmayîn çêkiriye. Em ancax di meha Nîsanê de gihîştin van agahiyan. Êvarekê Rêber Apo hat odeya ku em bi hevalan re lê diman, got “Di zindanan de tiştek heye lê em nizanin çi ye”. Bi rojan şopand, hewl da zelal bike.
Ragihandin bi telefonê dibû. Yekane telefona di malê de jî di odeya ku Rêber Apo lê dima de bû. Lewma hemû agahî ji Rêber Apo re dihatin. Piştî çend rojan dîsa êvarekê hinekî dereng dîsa hat cem me, got “Tê gotin ku heval Mazlûm çalakî kiriye, dibe ku şehîd bûye”.
Dema van tiştan digot pir fikirî bû û zehmetî dikişand. Em jî wekî ku ava kelandî di ser me de bê rijandin lê hatin. Dema heval Mazlûm hat girtin jî ez mehekê zêde nehatim ser hişê xwe. Ez gelekî ketibûm bin bandora wê. Heman bandor dema hevalên Hakî, Karasûngûr û Egît şehîd bûn jî jiyam. Min qet îhtîmal nedida ku heval Mazlûm bê girtin. Jixwe rewşeke ku diviyabû nebûya bû. Dema agahî hinekî zelal bû Rêber Apo bi sernavê “Ji Bo Bîranîna Mazlûm Dogan” nirxandineke berfireh amade kir. Ev nirxandin di Serxwebûnê de hat weşandin û wekî broşûr jî hat çapkirin. Me agahiya rojiya mirinê ya di zindanê de jî ancax di dema Kongreya 2’yemîn de girtin. Yanî demeke kurt beriya şehadetan.
Di dîroka PKK’ê de Hakî Karer di birêxistinkirinê de, Kemal Pîr jî di çalakgeriyê de derket pêş. Dema em li 50 salên dîroka PKK’ê vedigerin û dinêrin rastiya Mazlûm Dogan çi ye?
Belê, tiştên ku ji bo hevalên Hakî û Kemal hatine diyarkirin rast in. Lê divê du tiştên din jî li van bên zêdekirin. Yek jê hesasiyeta polîtîk û taybetmendiyên rêveberiya hosta yê heval Hayrî ne. Dikare bê gotin ku piştî Rêber Apo yê ku herî zêde rastiya pirsgirêka Kurd di kûrahiyê de hîs kir û li gorî vê hesasiyeteke siyasî û helwesteke pratîk pêş xist heval Hayrî bû. Ji bo vê yekê erka dîwana Kongreya 1’emîn meşand. Lê şêweyê girtina wî tam berevajî vê bû. Wekî tiştekî mîna gêrêdana basiretê bû. Bi wî rengî di nav PKK’ê de kesê ku herî dawî bihata girtin heval Hayrî bûya, lê mixabin yê ku herî pêşî hat girtin ew bû. Carinan tiştên wiha dibin. Ya din jî kûrahiya hişmendiyê û hesasiyeta îdeolojîk a heval Mazlûm e. Di PKK’ê de piştî Rêber Apo yê ku herî zêde xwedî kûrahiya hişmendiyê û hesasiyeta îdeolojîk bû, li ser vê bingehê bi rêgezî dijiya û bi rêgezî tevdigeriya heval Mazlûm Dogan bû. Ji bo vê yekê Rêber Apo got, “Hevîrê hişmendiyê yê partiya me bû”; got “Partî Mazlûm e”. Kûrahiya hişmendiyê û îdeolojîk a di heval Mazlûm de bi hêsanî nayê dîtin.
Bêguman ev ne diyariyeke Xwedê bû, berevajî vê berhema xwendin û lêkolîna bênavber û hewldana fêmkirina jiyanê û jiyana watedar bû. Hesasiyeta wî ya li hember pirsgirêkên jiyanê yên mirovahiyê di asta herî bilind de bû. Xwe diyarî vê kiribû, bawer dikir ku jiyana rast ev e. Ji bo vê jî beşdarî Rêber Apo bibû. Bi serbilindî digot “Ez Apoyî me”, bi hişmendî û bawerî beşdarî Rêber Apo bibû.
Dema em dikevin salvegera 49’emîn a damezrandina fermî ya PKK’ê, careke din li ser hevrê Mazlûm Dogan ê ku ji aliyê Rêber Apo ve wekî “Partî” hatiye xelatkirin fikirîn û nivîsandin, bêguman ji bo min rûmetek e. Ji ber vê sedemê ez spasiya Ozgur Polîtîkayê dikim û ji hemû xebatkarên wê re serketinê dixwazim. Ji vê boneyêvez şehîdê me yê mezin û lehengê me yê neteweyî hevrê Mazlûm Dogan û di şexsê wî de şehîdên me yên leheng careke din bi rêzdarî, hezkirin û minetdariyeke bêhempa bi bîr tînim. Ez soza xwe ya serxistina armancên wan û zindîgirtina bîranînên wan dubare dikim!
QEDIYA

