25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê jin bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî dengê xwe digihînin her derê. Gerîlaya YJA Starê Arîn Mîlad têkildarî tundiya li hemberî jinan nêrînên xwe anî ziman.
Gerîla Arîn Mîlad di destpêka axaftina xwe de tundiya li hemberî jinan şermezar kir û îfade kir ku komkujiyên li hemberî jinan, polîtîk in. Gerîla Arîn Mîlad destnîşan kir ku li her herêma cîhanê li dijî jinan polîtîkaya qirkirin û komkujiyê tê meşandin û got, “Jin rû bi rûyê êrîşên çandî, fikrî û nasnameyî dimînin. Temamiya van êrîşan bi zanebûn tên kirin. Li dijî vê yekê gelê me divê bi hestiyar û zanebûn be.
Ji bo çareseriyê divê beriya her tiştî em di ferqa vê zihniyetê de bin. Cewherê têkoşîna me jî xwe dispêre vê yekê; em li dijî zihniyeta ku tundiyê pêk tîne, li ber xwe didin. Eger dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî li her derê belav dibe, ev bi saya berxwedana jinan û têkoşîna Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo pêşketina jinan israr kiriye. Hingî ku jin xurt bibe, desthilatdarî jê ditirse. Lewma desthilatdarî êrîşên xwe yên li hemberî jinan, bênavber zêde dike.
Êrîş ne tenê di asta fîzîkî de li hemberî jinan pêk tên; di warê ruhî û zihnî de jî tên meşandin. Weke Tevger em bi pêşengiya Sara û Zîlanan hatin van rojan. Têkoşîna van hevalan li dijî zihniyeta navborî bû. Têkoşîna wan ji bo me bû mînak. Armanca me tunekirina tundiyê ye. Ji bo vê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

