Şandeya bilind a YNK û PDK’ê li ser geşedanên dawî yên di navbera Iraq û Herêmê de, li Baroya Siyasî ya YNK’ê ya li Silêmanî civîn lidar xist.
Ji aliyê şandeya bilind a PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Piştîwan Sadiq û Mehmûd Mihemed, her wiha ji aliyê şandeya bilind a YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê jî Bafil Talebanî, Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl, Daro Şêx Nûrî û Rifet Ebdulla beşdarî civînê bûn.
Li gorî agahiyan di civînê de amadekariyên civîna 1’ê Kanûnê ku dê di navbera rayedarên Herêma Kurdistanê û sê serokatiyên Iraqê de were lidarxistin, hatin nîqaşkirin.

