Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hûn: Bêyî nasîna statuya hiqûqî û misogerkirina azadiya Birêz Ocalan pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê yê tiryakê bifiroşe azad e, yê têbikoşe girtî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!
Rojane

Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Ev pêvajo ya me hemûyan e. Heke em wisa bifikirin û li ser desthilatê zext bikin desthilat dê neçar bimîne gav biavêje. Divê em hemû berpirsyariyeke hevpar di vê pêvajoyê de bigirin ser xwe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê li Navenda Giştî ya partiyê civiya. Di rojeva civînê de geşedanên derbarê pêvajoyê de hene. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axaftina destpêkê ya civînê kir.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de ji malbata girtiyê nexweş Tuncer Saglam ku îro li Enqereyê jiyana xwe ji dest da re sersaxî xwest û wiha got: “Tevî nexweşiyên wî yên giran hebûn jî înfaza wî hat taloqkirin û ji ber ku tedawiyeke bi rêk û pêk nehat kirin jiyana xwe ji dest da. Em li vir bang li rayedarên dewletê dikin ku dev ji vê pêkanînê berdin. Çima girtiyên nexweş hê girtî ne? Em Tuncer Saglam bi bîr tînin û soz didin em ê têkoşîna wan bi ser bixînin û xeyalên wan pêk bînin.”

Tuncer Bakirhan endama meclisa partiya xwe Nesrîn Aslan ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû jî bi bîr anî.

‘PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK ÇARESERIYA KRÎZÊ YE’

Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew di serdemeke girîng de civîna xwe li dar dixin û û wiha got: “Li her derê dinyayê mirov ji bo mafên xwe li kolanan e û li ber xwe didin. Em jî ji bo budçeya nan, aştî û edaletê li kolanan e. Kampanyaya me berdewam dike. Gendeliya fonê diyar bû. Lê tu kesî kontrolê nake û berpirsyarî negirt ser xwe. Kesî hesab jî nepirsî. Yên ew gendelî kirin û bêdeng mane divê hesab bidin. Divê mûçeya kêmane bi ser sînorê birçîbûnê de be û salê 2 caran jî were zêdekirin. Her wiha divê meaşê teqawidan jî were zêdekirin û taqawid di şert û mercên baş de bikarin bijîn. Her wiha pirsgirêka welatiyan a bicihbûnê heye û divê dewlet xaniyên civakî çêbike û pirsgirêka welatiyan çareser bike.”

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikare ji hemû pirsgirêkan re çareseriyê bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke pêvajo bi serkeftî encam bibe; ji pirsgirêka bicihbûnê heta aboriyê pirsgirêkên welatiyan dikarin werin çareserkirin. Ji bo wê ev pirsgirêk pir girîng e. Heke ev pirsgirêk bi serkeftî encam bibe partiyên siyasî jî bi rehetî dikarin siyasetê bikin. Pêvajo bi serkeftî encam bibe girtiyên siyasî jî dê bên berdan. Ji bo wê divê ev pêvajo weke pêvajoya Kurd û dewletê neyê dîtin. Ev pêvajo ya me hemûyan e. Heke em wisa bifikirin û li ser desthilatê zext bikin desthilat dê neçar bimîne gav biavêje. Divê em hemû berpirsyariyeke hevpar di vê pêvajoyê de bigirin ser xwe.”

Tuncer Bakirhan da zanîn ku di pêvajoyê de xitimandin tune ye û wiha got: “Lê ji ber ku gavên pêwîst nehatine avêtin fikaran bi xwe re tîne. Divê desthilat êdî gavên bi bawer biavêje. Divê ev firsenda pêvajoyê baş bê bikaranîn û neyê taloqkirin. Divê dînamîkên civakî jî ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”

Tuncer Bakirhan anî ziman ku têkoşîna wan a Komara Demokratîk didome û wiha axivî: “Peywireke mezin a endamên Meclisa Partiya me ew e ku armanca me ya Komara Demokratîk bigihîne hemû welatiyan. Divê em biçin beşên cuda yên civakê. Em partiyeke xwedî nirx û bedel in. Em ji bo têkoşîn û xeyalên nirxên xwe pêk bînin, têdikoşin. Divê em ji bo mezinkirina partiya xwe bêtir berpirsiyariyê bigirin ser xwe û xebatê bikin.”

REWŞA BAŞÛR

Tuncer Bakirhan bal kişand ser pirsgirêka di navbera YNK û PDK’ê ya li Herêma Kurdistanê de û wiha got: “Çend roj berê em li Başûrê Kurdistanê tev li forumeke bûn û li wir dîmenên xweş li ser yekîtiyê derketin holê. Lê çend roj berê li wir parlamento piştî 2 salan civiya û YNKê û Nifşa Nû tev li rûniştina li parlamentoyê nebû. Niha jî xetereya rêveberiya du alî heye. Em ji bo vê yekê pir bi xemgîn in. Em li vir bang li rayedarên Herêma Kurdistanê dikin ku ji van gengeşeyan derkevin. Em weke Kurdên li vir rewşeke wiha qebûl nakin. Divê destkeftiyên herêmê bên parastin. Em yekîtiya demokratîk a Kurdan diparêzin. Gelê Kurd ji ber cihêkariyê bedelên gelek mezin da. Divê ev yek dubare nebe. Weke DEM Partiyê em bang li rêveber û aliyan dikin ku hevpeymaneke nû îmze bikin. Heke ji bo vê berpirsyariyek bikeve ser milê me jî em amade ne. Kurd li benda lihevkirin û çareserkirina pirsgirêkan e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk şîna ji bo Nazim Daştan asteng kir

Li Giyadîn ji bo rojnamevan Nazim Daştan ê li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Canpolat: Bidawîkirina tecrîdê têkçûna faşîzmê ye

Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat anî ziman ku tecrîd pirsgirêka herî mezin a van axan e…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Ehmed Kerkukî sembola berxwedana netewî ye

Gaziya şer Rojda Dêrik tevlîbûna gelê Kurd a ji bo seferberiya berxwedana Rojava silav kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?