Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Canpolat: Bidawîkirina tecrîdê têkçûna faşîzmê ye
Rojane

Canpolat: Bidawîkirina tecrîdê têkçûna faşîzmê ye

Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat anî ziman ku tecrîd pirsgirêka herî mezin a van axan e û got: “Jiholêrakirina vê pirsgirêkê di destê me de ye. Bidawîkirina tecrîdê tê wateya têkçûna faşîzmê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Girtiyên siyasî yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27’ê Mijdara 2023’yan de li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, di roja 130’emîn de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyên ku çalakiya xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin, diyar kirin ku wê çalakiya wan bi “boykotkirina dadgehan, hevdîtina malbatan û telefonê” didome. Girtiyên ku di çalakiya xwe de derbasî qonaxeke nû bûne, çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê didomînin. 

 

Hevserokê TUHAF-FED’ê yê Şaxa Amedê Kerem Canpolat qonaxa nû ya çalakiya girtiyan û tecrîdê nirxand.  

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ MEZIN DIBIN 

Canpolat da zanîn ku ev nêzî 5 meh in li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kampanyayek hatiye destpêkirin û got: “Gelek çalakî hatin lidarxistin. Di çarçoveya vê kampanyayê de girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Meşa Azadiyê ya ku bi du baskan ve hatibû destpêkirin, di 15’ê Sibatê de li Xelfetiyê bi dawî bû û di tevahiya vê meşê de gund bi gund bi gel re hatin ba hev.”

ME BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH NEANÎ

Canpolat anî ziman ku divê çalakiyên li dijî tecrîdê bên zêdekirin û wih domand: “Îro em dizanin ku di şexsê Îmraliyê de li hemû girtîgehan şert û mercên tecrîdê tê meşandin. Tecrîd li ser hemû girtiyan tê ferzkirin. Tecrîd ne tenê li ser girtiyan, li ser civaka ku qaşo bi salan e li derve ye jî tê meşandin. Helbet em vê çalakiya girtiyan jî weke rexne li yên li derve dinirxînin. Ji ber ku me nekarî bi têra xwe rojevê ragihînin û bibin dengê wan. Girtiyên li hundir hemû berpirsyariyê digirin ser xwe. Diviyabû me hemû berpirsyarî li ser milê wan nehiştiba. Lewma em xwe di vî warî de berpirsyar dibînin. Me nekarî berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ger îro jî tecrîd bidome û em nikaribin agahiyek bigrin, ev jî bi kêmasiya me ve girêdayî ye. Di vê wateyê de em plansaziyên nû çêdikin. Dayikan Nobeta Edaletê bi dawî kirin, lê pêşniyar û daxwazên wan ên nû jî hene. Ew dixwazin li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.” 

TECRÎD PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN A VÊ AXÊ YE

Canpolat diyar kir ku pêşniyarên dayikan ên wekî çûyîna meclîsê, çûyîna Wezareta Edaletê, li ber girtîgehan daxuyanî dayîn û bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan pêk anîn hene û wihadawî li axafina xwe anî: “Em van pêşniyaran dinirxînin. Em ê jî di çarçoveya van pêşniyaran de bixebitin. Em ê di rojên pêş de plansaziya xwe bi çapemenî û raya giştî re parve bikin. Banga me ji hemû Kurdan re ew e ku çi ji destê me tê em bikin. Em li ku dibin bila bibin, ji bo rakirina tecrîdê, aştiya li van xakan û yekîtiya xwe hewl bidin. Berpirsiyariya me ya herî mezin ew e ku em barê xwe ji ser milê girtiyan nehêlin û barê wan sivik bikin. Em dikarin bi berxwedaneke mezin tecrîdê bişkînin. Me ev yek li Wanê dît. Ger em li ber xwe bidin tiştekî ku em nikaribin bi dest bixin tune. Her kesê ku dixwaze ev şer, pevçûn û faşîzm bi dawî bibe divê destê xwe bidin hev û têbikoşin. Tecrîd pirsgirêka herî mezin a van axan e. Jiholêrakirina vê pirsgirêkê di destê me de ye. Bidawîkirina tecrîdê tê wateya têkçûna faşîzmê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Halîse Aksoy piştî salekê hate berdan
Nûçeya Pişt re HPG: Gerîlaya ku li ber lehiyê ket, şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efganistanê bîlanço giran dibe: Zêdeyî 2200 mirî, nêzî 4000 birîndar

Li Efganistanê bîlançoya erdheja bi mezinahiya 6 pileyî ku şeva Yekşemê qewimî, giran dibe.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê nobeta li dijî desteserkirinê di roja 26’emîn de ye

Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Beyoglûyê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Nameya Rêber Apo li du dibistanên Kobanê hat xwendin

Nameya Rêber Apo ya ji bo zarokan li du dibistanên Kobanê bi amadebûna bi sedan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?