Çarşem, 16 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Îmraliyê ya bi Bahçelî re civiya: Pêdivî bi helwesteke hevpar heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Em di asta ‘komîsyon’ û ‘qanûnê’ de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê trajediyeke din: 20 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li navenda artêşê ya li Şamê xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Her ku zemîna hiqûqî xurt bû, pêvajo wê hîn bi hêsanî bi encam bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervanê QSD’ê yê li Tişrînê şehîd bû li Nisêbînê konê sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê di salvegera 14’emîn de şehîdên ‘Destana Qendîlê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê droneyek li nêzî bîra petrolê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê bi koma 142’yan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sinûnê daxwaza xizmetê kir, lê artêşa Iraqê gule lê reşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Gerîlaya ku li ber lehiyê ket, şehîd bû
Kurdistan

HPG: Gerîlaya ku li ber lehiyê ket, şehîd bû

HPG'ê diyar kir ku gerîla Berjîn Canda di 7'ê Nîsanê de li herêma Xakurkê li ber lehiyê ket û di Çemê Lolanê de şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li herêma Xakurkê di 7’ê Nîsanê de di encama lehiya ku ji ber barana zêde de pêk hatî hevrêya me Berjîn Canda şehîd bû.

 

Têkoşîna azadiyê ya di pêşengiya partiya me PKK’ê de bi pêş ket, li Kurdistanê ji bo avakirina şoreşa civakî pêşengî kir û rûpelek nû di dîroka gelê me de vekir. Bi vê şoreşa civakî re jinên Kurd berê xwe dan nava refên têkoşînê û pêşengî ji vê têkoşînê re kirin. Hevrêya me Berjîn jî mîna jineke ciwan tevlî têkoşîna azadiyê ya ku bi berdêlên mezin hatiye avakirin bû û ji bo erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne bi fedakarî xebitî. Bi nasnameya jina azad li her qada ku lê bû pîvanên partiyê pêk anî û navê xwe di dîroka têkoşîna me de bi tîpên zêrîn nivîsand.

Weke hevrêyên wê yên têkoşînê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbata hêja ya hevrêya me Berjîn re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Berjîn Canda bi vî rengî ne:

Nasnav: Berjîn Canda

Nav paşnav: Zelal Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Dayik-Bav: Gulten – Bahattîn

Dem û cihê şehadetê: 7 Nîsana 2024 / Xakurkê

Hevrêya me Berjîn li navçeya Xinis a Erzîromê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hişmendiya welatparêziyê ya kûr û girêdana bi çanda xwe ya malbata wê û hewirdora nêz, bandor li hevrêya me Berjîn jî kir. Ji bo vê jî partiya me PKK’ê di temena xwe ya biçûk de nas kir. Mîna her kesên li Kurdistanê dijîn hevrêya me Berjîn jî di temenek biçûk de rastiya dijmin nas kir û mezin bû. Hevrêya me ya ku pêşî li dibistanên ku navendên asîmîlasyonê bûn dijmin nas kir, di demeke kurt de armanca dijmin a li vir nas kir û hewl da cewhera xwe biparêze. Piştre dema bavê wê ji aliyê dijmin ve hat girtin û êşkencekirin, hevrêya me Berjîn rûyê bêrehm ê dewleta Tirk ji nêz ve dît. Hevrêya me Berjîn a ku karakterê dewleta Tirk a qirker derxistiye zanabûnê, mîna her jin û ciwanên Kurd ên xwedî wijdan li hemberî vê rastiya dijmin ketiye nava lêgerîna têkoşînê. Her wiha hevrêya me di ferqa statûya kolebûnê ya li ser jinê di nava civakê de tê ferzkirin de bû û vê statûyê ti carî ji bo xwe qebûl nekir. Şehadeta yek ji kadro û damezrînerên pêşeng ên Partiya me Sara –Sakîne Cansiz û hevrêyên me Rojbîn û Ronahî, ji aliyê dewleta Tirk ve li Parîsê xaleke din bû ku bandor li hevrêya me Berjîn kir. Ji ber vê yekê biryardariya têkoşînê ya hevrêya me Berjîn xurttir bû û li ser vê bingehê piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê Rojava komkujî kirin, di sala 2015’an de berê xwe da Rojava û li dijî çeteyan tevlî berxwedana destanî bû. 

Hevrêya me Berjîn li qada Rojava perwerdehiya xwe dît û yekser derbasî eniyên ku şer lê giranbûn bû û bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek û coş di demeke kurt de ji hêla hemû hevrêyên xwe ve mînak hate girtin. Tevî ku tecrûbeyeke xwe ya leşkerî zêde nebû jî, bi israr xwest tevlî hemleyên li dijî çeteyan bibe. Li ser vî esasî tevlî gelek hemleyan bi taybetî li Hesekê û Şedadê bi pêş ket bû û tola gelê me û bi taybetî ya jinan hilanî. Bi tevlîbûna xwe ya wêrek a li pêvajoya şer û bi jêhatîbûna xwe ya taktîkî hêz da hemû hevrêyên xwe yên bi wan re şer kir. Ji ber vê yekê, bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wê pêbawer bin û ji hêza wê ya şerkirinê piştrast bin. Hevrêya me Berjîn ku di pêvajoya şer de jî xwe perwerde dikir, xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr kir û bi gavên ji xwe bawer ber bi rêya jina azad ve meşiya. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çûn û serweriya wan li herêmê nema, hevrêya me Berjîn ji ber erka xwe bi awayekî serketî pêk anîbû gelek kêfxweş bû û xwest derbasî qadeke nû ya têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê hevrêya me Berjîn ji bo derbasî çiyayên Kurdistanê bibe ku hesreta wê bû gelek israr kir.

Hevrêya me dema ku derbasî çiyayên Kurdistanê dibe weke ku ji nû ve ji dayik hîs dike û bi beşdarbûna xwe ya dilxwaz di demeke kurt de dielime jiyana li çiyayan. Hevrêya Berjîn li herêma Xakurkê tevlî xebatan dibe û li qadê li gel fermandara me ya nemir Bêrîtan (Gulnaz Karataş) xeta têkoşînê dişopîne. Hevrêya me dizanî ku wateya çiyayên Kurdistanê ji bo gerîlayan zêde ye û bi îfadekirina ku çiyayên Kurdistanê mezintirîn dost û hevrêyên gerîlayan e, dilsoziya xwe eşkere kir. Hevrêya me xwenûkirina çiyayên Kurdistanê ya di hemû demsalên biharê de ku tevî hemû êrîşên dijmirovahî yên dijminî yên li dijî çiyayên Kurdistanê jî ev yek bi hejmetkarî anî ziman û diyar kir ku hewce ye weke gerîlayên azadiyê erka xwe ya li hemberî çiyayên ku wan diparêze û ji wan re stargeh e, bi cih bînin. Hevrêya me bi vê hizra bêhempa tevlî xebatên pratîkî bû û di hemû xebatan de serkeftin esas girt. Hevrêya me weke gerîlayeke YJA Starê pêkanîna fikrên Rêber Apo weke erka xwe ya sereke pejirand û li her derê di çarçoveya vê yekê de helwesta xwe nîşan da. Hevrêya me Berjîn demeke dirêj li herêma Xakurkê di nava xebatan de cih girt û di hemû kêliyên de fedekariya xwe ya zêde nîşan da. Di çêkirina tunelên şer û di gelek xebatên cuda de bi tevlîbûne bicoş, cih girt û ji bo ku erkên xwe yên serdemî bi awayekî tam bi cih bîne gelekî li ber xwe da. Dilê hevrêya me Berjînê hemû gavan li gel hevrêyên xwe yên li Avaşîn, Zap û Metîna li dijî êrîşên dijmin bi fedakarî têdikoşiyan bû û ji bo sivikkirina barê wan zêdetir li ber xwe dida û pêwîstiya mezinkirina têkoşînê tim dianî ziman. Têkildarî vê yekê di wê baweriyê de bû ku hewce ye tim derbên mezin li dijminî were xistin. Hevrêya me Berjîn ku di çalakiyên li herêma Xakurkê de xwedî kedeke mezin e, di wê baweriyê de bû ku xwedîderketina bîranîna hevrêyên me yên şehîd bi mezinkirina têkoşîna wan pêkan e.

Hevrêya me Berjîn jiyana xwe weke baweriya xwe pejirand û bi milîtaniya xwe ya hevgirtî, bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê û bi hevrêtiya ku wateyeke kûr lê bar kiribû, di dilê hemû hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî mezin. Hevrêya me Berjîn di 7’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di encama lehiyekê kete nava ava Lolanê û tevlî karwanê şehîdan bû. Em weke hevrêyên wê soz didin ku em ê bîranînên hevrêya xwe Berjînê ji xwe re bikin çira û em ê xeyalên wê bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Canpolat: Bidawîkirina tecrîdê têkçûna faşîzmê ye
Nûçeya Pişt re Ji 7 gundiyan re cezayê muebetê tê xwestin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kantona Firatê bi dijwarî tê bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, SIHA û çekên giran gelek gundên girêdayî Eyn…

Ji aliyê Stêrk TV

Erdogan Hevşaredarê Tetwanê da girtin

Bi îdîaya 'heqareta li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan', Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogullari: Armanca me jiyana hevpar e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Newroza Edeneyê de axivî û got, “Rêya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo şervanê QSD’ê yê li Tişrînê şehîd bû li Nisêbînê konê sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê di salvegera 14’emîn de şehîdên ‘Destana Qendîlê’ bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê droneyek li nêzî bîra petrolê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?