Şemî, 5 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê ji bo Fethî Ildir edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Faysal Sariyildiz: Divê dewlet ne bi konjonkturel, bi stratejîk nêzîkî pêvajoyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Ji bo pêvajo ber bi pêş ve biçe dive gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Selen Uçer piştgirî da pêvajoyê: Huner evîndarê azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Firat: Elewî ne temaşevanên aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê kelpîçên betonî li dijî sîlueta dîrokî û çanda cîrantiyê bilind dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Konferansa Şengalê: Sîstema dewletê sîstema fermanê ye
Kurdistan

Konferansa Şengalê: Sîstema dewletê sîstema fermanê ye

Di Konferansa Ronakbirî ya Şengalê de, Êzîdxan weke welatekî hatiye parçekirin hate terîfkirin û ev hate gotin: "Welatê me Êzidxan ne welatekî ji rêzê ye, pêwîst e xwedî sazî û dezgehên xwe yên taybet û xweser be. Bê Welat nabe, welat jî Şengal e!"

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Konferansa Ronakbirî ya Şengalê di roja duyemîn de bi gotarên girîng ên derbarê çand, bawerî, welat, dewlet, civaka xwezayî û ekolojiye de berdewam dike. Di çarçoveya van nîqaşan de civaka Êzidî hewl dide wateya nasnameya xwe, welatê xwe, dîroka xwe ji nû ve şîrove bike û ji bo hebûna xwe perspektîfa siberojeke azad zelal bike.  

Yek ji gotarên ku di vê çarçoveyê de hate pêşkeşkirin, ‘’Di Nav Talan û Qirkirinê de Rastiya Welat-Welatparezî û Ekolojî’’ ye. Ev gotar ji aliyê endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Şengalê Kendal Çiya ve hate pêşkeşkirin. Di destpêka gotarê de hate destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn gelek dewlet, hebûna xwe li ser nebûna Kurdistan û Êzîdxanê ava kirine. Berfirehiya gotarê bi vî rengî ye;

ÊZIDÎ LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ HATINE DORPÊÇKIRIN

‘’Li ser me ferman û talanên wisa giran hate meşandin ku Êzidî karîn hebûna xwe encax weke sirrekê biparêzin. Êzidî ku ji Serhedê heya Botanê, Ji Efrînê heya Behdînanê gelê qedîm ê vê axê ne, niha li Çiyayê Şingalê asê mane, hatine dorpêçkirin. Li çiyê jî bela xwe ji me venekirin, em ajotin deşt û beriyê. Êzidiyên ku kehniyên wan hatin çikandin, ji ava şêrîn bêpar hatin hiştin, mihtacî ava tehl hatin kirin, yanî em mehkûmê jiyana tehl kirin… 

Welatê me evçend rastî êrîşan hatiye, me Êzdatî ji xwe re kiriye Welat. Îro roj, axa Şingalê ya Êzidiyan di nav sînorên Iraqê de ye, lê ev cih û warê me axa resmî ya Iraqê ye. Ev axa ku bi hezaran salan e aydê me ye, bi navê dewleta Iraqê tê terîfkirin. Rast e em dikarin bêjin ev cih û war ya me ye, lê welatê me bûye para xelkê. Welatê me Êzidxan ne welatekî ji rêzê ye, pêwîst e xwedî sazî û dezgehên xwe yên taybet û xweser be. 

‘BÊ WELAT NABE, WELAT JÎ ŞENGAL E’

Welatparêziya welatekî ku evçend rastî qirkirin, komkujî û talanan bûye, bêguman wê xwedî wateyeke mezin be û wê barê welatparêziyê giran be. Parastina welatê me, encax bi avakirina nîdama xwe û bi pêşxistina fikir û felsefeyê mimkûn e. Tiştê herî girîng ew e ku, emê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser Êzidiyan ji holê rakin. Sînorên ku di nav welatê me da ji me re hatine danîn emê perçe bikin. Ger îro ewqas astengî û êrîş li ser Şingalê hene û dîsa gel vedigere ser axa xwe, diyar e ev gel bi axa xwe ve girêdayî ye. Hebûna me ne li kampên Barzanî ne jî welatên Ewrupî ne. Bê welat em nikarin bijîn, û ew welat jî Şingal bi xwe ye.’’ 

Piştî nîqaşên li ser dîrok û coxrafyaya Êzidiyan, mijareke din a girîng di bin navê ‘’Şaristaniya Dewletî, Ferman û Civaka Êzidî’’ de hate nirxandin. Gotara vê rojevê jî, ji aliye rojnamevan Îbrahîm Êzidî ve hate xwendin. Gotara ku bi pirsa ‘Gelo ev dinya çawa behsa hebûna me û nasnameya me dike? Di siberoja dinyayê de cihê Êzidiyan li ku derê ye?’’ destpêkir, nirxandinên li ser ji nû ve tarîfkirina nasname û heqîqeta Ezidî û Ezdatiyê berdewam kir. Gotar bi van nirxandinan berdewam kir; 

SÎSTEMA DEWLETÊ SÎSTEMA FERMANÊ YE

‘’Em weke ‘Civaka Fermanê’ têne naskirin. Navê me Ferman, Paşnava me Ferman… Pirsa esasî ji bo me ev e; Ferman Çi Ye, bi hezaran salan e çima evçend ferman bi ser me de hatine? Rêber Abdullah Ocalan, ji bo berxwedana dîrokî ya Êzidiyan wiha dibêje:‘’ Koka berxwedana Êzidiyan dema Sumeran, belkî jî koka vê berxwedanê digihe şer û pevçûnên di navbera qebîleyên Arî yên çiyê û qebîleyên Semîtîk ên çolê.’’ Nexwe nakokiyên civaka Êzidî bi dewlet û desthilatdariyê re, bi şaristaniyê re heye. Di rastiyê de Sîstema Dewletê, Sîstema Fermanê ye. Şûrê fermanê li ser civaka xwezayî ji wê demê ve bilind bû, wî şûrî derbeke mezin li qebîle û eşîran, li bîr û baweriyên qedîm da. Ji wê serdemê ve ye çerxê ferman û qirkirinê li ser gelan tê gerandin. Loma lazim e em tehlîla 5000 salan a şaristaniyê baş bikin.

CIVAKA ÊZIDÎ Û ÊZDATÎ TEMSÎLA ÇI DIKIN?

Ya din me divê em jê fam bikin ka Êzidî û Ezdatî li ser navê mirovahiyê temsîla çi kirine ku rastî evçend fermanên bêrehm hatine? Tiştê esasî ku ji me re xuya dibe ev e; şaristaniya dewletî ji destpêka xwe ve herî zêde êrîşê Kombûn, Xweza û Jinê kiriye. Civaka Êzidî û Ezdatî jî herî zêde Xweza, Jin û Civakê pîroz kiriye. Yanî nîdama desthilatdariyê herî zêde êrîşê çi kiribe, me jî herî zêde ew tişt parastiye û pîroz kiriye. Me bi qasî qewet û qudreta xwe Ehlaqa Civakî, Xweza û Jin parastiye. Sir û heqîqeta me ya herî mezin ev e. Ji ber vê civaka Êzidî û Ezdatî bi şaristaniya dewletî re ti carî li hev nehatiye, li hev jî nayê. Çîroka me bi cewherî wisa ye; Di dîrokê de ji Sumeran heya Osmaniyan, kê xwestibe Xweza, Jin û civakê bixe bin hikmê xwe, fermana me rakirine. Me jî li ser navê Xweza, Jin û Ehlaqa Civakî li ber xwe daye.

Nivîskar Osman Ergîn jî bi rêya online beşdarî nîqaşên vê rojevê bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdana girtiyê 30 salan careke din hate astengkirin
Nûçeya Pişt re Elmanyayê 81 Efganên hikumxwar dersînor kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrazorê êrîşa çekdarî: 3 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirin birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşeke li bajarokê Ebrîha yê kantona Dêrazorê de 3…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Pêşmerge û DAÎŞ’î bi leşkerên Tirk re di heman çeperê de ne’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got: “Pêşmerge û DAÎŞ’î bi leşkerên Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bexdayê bîranîna Komkujiya Şengalê hate astengkirin

Komek çalakvanên ku li meydana Tehrîr ya Bexdayê kombûn, xwestin bi boneya 11’emîn salvegera Komkujiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê kelpîçên betonî li dijî sîlueta dîrokî û çanda cîrantiyê bilind dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?