Em bi Şukran Osmanoglû ya dayîka gerîlayê HPG’ê Agir Stêrk (Abdullah Osmanoglû) û gerîlaya YJA Starê Destîna Kelaşîn (Nurevşan Osmanoglû) re têkildarî pêvajoya beşdariya têkoşîna azadiyê ya zarokên wê, salên koçberiyê yên li Ewropayê û bîranînên ji wan mane, axivîn. Şûkran Osmanoglû ya ku li nêzîkî Bremenê dimîne, di destpêka axaftina xwe de qala rêwiya koçberiya xwe kir. Dayîka Şukran li gel malbata xwe ji bo derbasbûna Îtalyayê ji gundê xwe yê bi navê Blêder ê girêdayî Êlihê derbasî Stenbolê dibe. Piştî ku mehekê li Stenbolê dimîne bi rêyên qaçax, li ser behrê dest bi rêwitiya penaberiyê kiriye. Dayika Şukran wiha qala wan rojan kir: ‘’Em pênc rojan bê av û bê nan di rê de man. Keça min a biçûk hê sala xwe temam nekiribû. Ti amadehiyên me nebûn. Agir diçû, ji însanan av û nan berhev dikir û dida xwişk û birayên xwe. Dema ku keştî nêzî Îtalyayê bû kaptan reviya. Em bi zorê ji keştiyê derketin. Dema ku rayedarên Îtalî pê hesiyan ku keştî hat, bi helîkopter û ambûlansan hatin cihê bûyerê. Zarokên nexweş rakirin nexweşxaneyê. Ez û pitika min jî rakirin nexweşxaneyê. Zarokên din jî li kampan bi cih kirin.’’
‘ME TILIYÊN XWE BI CILÊTÊ RAKIR’
Malbat piştre li Elmanyayê serlêdana penaberiyê dike lê belê serlêdana wan tê redkirin. Di sala 2004’an de îtîraza wan jî bê encam dimîne û bavê zarokan ji Tirkiyeyê re tê dersînorkirin. Dayika Şukran a bi zarokên xwe re bi tenê dimîne wiha qala wan rojan dike: ‘’Wê demê ez li ser Rêzan ducanî bûm. Weke ku pisîkek têjikên xwe hildigire min jî 8 zarokên xwe girtin û ez reviyam Swêdê. Li sînor me ji destê polîsan gelekî zehmetî dît. Me li Swêdê serlêdana penaberiyê kir lê belê di nava sê mehan de serlêdana me hate redkirin û ji me re gotin; ‘Emê we bişînin Elmanyayê.’ Me dizanî ku Elmanya jî wê me bişîne Tirkiyeyê. Tevî li Tirkiyeyê pirsgirêkên me yên yasayî hebûn jî em ê bihatana dersînorkirin. Em ji wir reviyan Norwecê. Ji bo ku şopa tiliyên me dernekeve, me tiliyên xwe bi cilêtê rakir. Piştî salekê polîsên Norwecê hatin û gotin ku şopa tiliyên me baş derneketiye û dubare şopa tiliyên me girtin. Çawa kirin lê dîsa li ser pergalê xwe gihandin şopa tiliyên me yên li Elmanyayê. Şevekê ji nişka ve ez û zarokên min birin navenda binçavkirinê. Roja din ez û 8 zarokên min li balafirgehê siwar kirin û em şandin Elmanyayê. Yanî ji bo 8 zarokan 8 polîs…’’
‘MALA ME MALA CIWANAN BÛ’
Dayîka Şukran piştre diyar kir ku piştî zarokên wê komele nas kirine û çûne, gelek hevalên wan çêbûne û got: ‘’Hevalên wan ên jin û mêr ên ciwan dihatin malê. Her şev herî kêm deh ciwan li gel Agir dihatin malê. Bi hev re li tembûrê dixistin, lîstik dilîstin û suhbet dikirin. Gelek hevalên Nurşînê jî hebûn û ew dianîn malê. Hemû kesên li Duisburgê dizanin ku mala me çi qasî qerebalix e. Mala ciwanan bû, weke mala dawetê bû.’’
‘GELEKÎ JI KURDBÛNA XWE HEZ DIKIR’
Dayika Şukran di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi xwe jî bi saya zarokên xwe çûye komeleyê û ev yek anîn ziman: ‘’Ez li gel heşt zarokên xwe diçûm. Ez li wir dixebitîm û min paqijî dikir. Agir çawa ji dibistanê dihat, berê xwe dida komeleyê û alîkariya min dikir. Agir gelekî ji xwişk û birayên xwe, hevalên xwe û Kurdbûna xwe hez dikir. Li wir hemû kesî me nas dikir. Dema ku zarokên min diçûn komeleyê dilê min rehet bû. Min dizanî ku ne di rêya xirab de ne û ew der ji bo wan cihekî baş bû.’’
LI GEL HEVALÊN XWE TEVLÎ BÛ
Dayika Şukran piştre diyar kir ku ew neçar diman tin li welatên Ewropayê cihê xwe biguherînin û vê yekê bandor li perwerdeya zarokên wê kiriye û tevî vê yekê jî Agir û Nurevşan li dibistanê xwendekarên serkeftî bûn û got: ‘’Herî dawiyê kiryarên me yên rûniştinê temam bûn. Agir li dibistanê gelekî serkeftî bû. Dema ku li zanîngehê beşa Endazyariya Elektronîkê dixwend, biryar da ku li gel hevalên xwe tevlî têkoşînê bibe. Agir di sala 2018’an de tevlî bû. Çend mehan piştî ku tevlî dibe di encama êrîşeke hewayî ya di 17’ê Kanûna 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan dibe. Agahiya şehadeta wî di destpêka sala 2019’an de gihîşte me.’’
NURŞÎN ŞEVA SERSALÊ TEVLÎ BÛ
Dayika Şukran di dewama axaftina xwe de wiha qala pêvajoya tevlîbûna keça xwe ya ji bo nava refên gerîlayan kir: ‘’Nurşîn, şeva sersala 2015’an tevlî bû. Wê serdemê li Rojava û Şengalê li ser Kurdan êrîşên DAÎŞ’ê hebûn. Van komkujiyan gelekî bandor li wan kir. Dema ku biryara tevlîbûnê girtin hem Nurşîn hem jî Agir digotin; ‘Xwişk û birayên me tên qetilkirin, çi karê me li Elmanyayê heye?’ Ev rê di dilê wan de bû. Nurşînê gelekî li ser Kurdayetî û dîroka Kurdan dixwend. Agir jî wisa bû.’’
‘EV 9 SAL BÛNE AGAHIYA MIN JÊ TUNE BÛYE’
Dayika Şukran anî ziman ku zarokên wê li ser rêyeke birûmet meşiyane, da zanîn ku piştî neh salan haya wê ji şehadeta keça wê ya 2’yê Mijdara 2017’an a li Avaşînê çêbûye û got: ‘’Helbet ti dayîk naxwazin şehadeta zarokên xwe bistînin. Min jî weke dayikekê dixwest ku zarokên min demeke dirêjtir li ber xwe bidin lê belê zû şehîd bûn. Nurşîn nêzîkî sê salan li wir ma lê belê Agir karî sê mehan bimîne. Ez li bendê bûm ku rojekê keça min were. Min xwe bi xwe digot; ‘Agir şehîd bû lê belê Nurşîn sax e û wê rojekê were.’ Keça min hê di 21 saliya xwe de tevlî karwanê şehîdan bûye… Ev neh sal bûne haya min ji şehadeta wê tune bûye.’’
‘EZ BI ZAROKÊN XWE SERBILIND IM’
Dayîka Şukran di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi zarokên xwe serbilind e û ev yek anîn ziman: ‘’Ger ez rojekê xwe bigihînim gorên zarokên xwe ez dikarim bes vê yekê ji wan re bibêjim: ‘Hûn li ser rêyeke baş û rast meşiyan. Bi qasî ku ez sax bim ez ê we ji bîr nekim. Hûn hemû caran di dilê me de ne, ez bi we serbilind im’. Dilê min dişewite lê belê serê min bilind e. Min zarokên xwe mezin kirin, bi qasî ez sax bim ez ê li ser şopa wan bim.’’





