Yekîtiya Ciwanên Komûnalîst Kurd (YCK-KURD), beriya kongreya xwe ya damezrandinê ya 13’yê Kanûnê ku dê li Amedê pêk bîne, li taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê deklarasyona xwe ragihand. Di çalakiyê de pankarta “YCK-Kurd dema serkeftinê” hate vekirin û posterê mezin ê Rêber Apo hate hildan. Deklarasyon bi zimanê Kurdî ji aliyê Ruzgar Dînç û bi Tirkî jî ji aliyê Tuba Çelîk ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû, li gelek deverên cîhanê deng vedaye. Hate destnîşankirin ku vê bangê ji bo gelên bindest perspektîfeke nû ya têkoşîn û azadiyê afirandiye. Her wiha hate teqezkirin ku ciwanên Kurd jî muxatabên girîng ên vê pêvajoyê ne û hat gotin ku azadî tenê bi hêz û vîna cewherî dikare bê avakirin.
‘DIVÊ CIWAN DI AVAKIRINÊ DE CIH BIGIRIN’
Di daxuyaniyê de, ji bo ciwanan behsa girîngiya Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal hat kirin û hate gotin ku li dijî feraseta ferdparêzî, belavbûna civakî û serdestiya mêr, divê rêxistinbûna komûnal esas bê girtin. Hate gotin ku divê ciwan di avakirina civaka demokratîk de roleke aktîf bigirin ser milên xwe.
Di dewama daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku polîtîkayên şerê taybet dixwazin ciwanên Kurd ji nirxên wan ên civakî dûr bixin. Hate diyar kirin ku ciwan bi rêya tiryakê, fihûşê û polîtîkayên sîxuriyê tên armanc girtin; li hemberî van polîtîkayan jî divê ciwan li derdora nirxên xwe bi rêxistin bibin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Di daxuyaniyê de, her wiha hat gotin ku YCK-KURD armanc dike ku di bin sîwana xwe de nasnameyeke hevpar a ciwanan biafirîne û hate bi bîr xistin ku Cizîr di dîroka berxwedana ciwanan de xwedî ciheke girîng e. Hate ragihandin ku ew ê mîrateya têkoşînê ya tevgerên ciwanan dewr bigirin û xebatên yekitiya komûnal li her derî rêxistin bikin.
YCK-KURD, diyar kir ku nirxên wan ên têkoşînê ji Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Sînan Cemgîl û Îbrahîm Kaypakkaya heta Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Hayrî Durmuş û Baran Mawa dewam dike. Hate destnîşankirin ku armanca wan ew e vê mîrateyê zindî bihêlin, têkoşîna hevpar a ciwanan xurt bikin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xebatên hevpar bimeşînin.
‘EM Ê LI HER QADA JIYANÊ RÊXISTINBÛNÊ ESAS BIGIRIN’
Di daxuyaniyê de, hate gotin ku YCK-KURD ji bo avakirina civaka demokratîk, di serî de ziman, çand, huner û ekolojî, dê di her qada jiyanê de rêxistinbûna komûnal esas bigire û ji bo yekitiya demokratîk a Kurd jî dê têkoşînê bimeşîne.
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li hemû ciwanên welatparêz hate kirin ku beşdarî kongreya damezrandinê ya 13’yê Kanûnê ya li Amedê bibin. Hate gotin ku YCK-KURD armanc dike ku enerjiya ciwanan û xebatên wan di têkoşîneke hevpar de bîne cem hev û li hemberî wêraniya modernîteya sermayedar hevgirtina komûnal bê xurtkirin. Her wiha bang hate kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, zindîkirina hafızaya ciwanan, bihêzkirina hêz û îradeya cewherî ya jinên ciwan û avakirina jiyaneke azad a li ser bingehê hevgirtina komûnal têkoşîn bê xurtkirin.
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

