Li herêma îdarî Ruwend a li bakurê Başûrê Sûdanê, di navbera hêzên hikûmetê û Artêşa Rizgariya Gel a Sûdanê-Muxalefet (SPLA-IO) de şer qewimî.
Wezîrê Enformasyonê ya Demkî ya Ruweng Tony Chol Ayat daxuyanî da AFP’ê û got, hêzên alîgirê Machar roja çarşemê ji Eyaleta Yekîtiyê êrîşî Ruweng kirin. Du çavkaniyên polîsan û şahidan jî êrîş piştrast kirin.
Ayat diyar kir ku di şer de herî kêm 23 kes mirin, 17 kes birîndar bûn. Çavkaniyên polîsan hejmara miriyan piştrast kir.
Rayedarên herêmî ragihandin ku hejmara kesên ji cihên xwe bûne, ji 100 hezarê derbas kir.

