Daxuyaniya ku bi navê Girtiyên Apoyî hate dayin, bi vî rengî ye:
“Em weke girtiyên siyasî ku ji ber fikrê xwe, nasnameya xwe ya siyasî û dilsoziya bi têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe bi salan e di zindanê de têne ragirtin, îro bang li gelê xwe û raya giştî dikin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê me ve hatiye destpêkirin guherîn û veguherîneke stratejîk e ku feraseta têkoşînê, têkiliyên siyasî û jiyana civakî li ser bingeha demokratîk jinûve ava dike. Derbasbûna ji stratejiya têkoşîna çekdarî ber bi stratejiya siyaseta demokratîk û civaka demokratîk, berpirsyariyên dîrokî dide dewlet û desthilatdariyê, aktorên civakî û siyasî. Ji bo pêşîvekirina li çareseriya demokratîk mecbûrî ye ku gavê şênber li gorî ruhê vê pêvajoyê bêne avêtin û mercên şer ên berê ji holê bêne rakirin.
TECRÎD, CEZAKIRIN, POŞMANÎ Û ŞIKANDINA ÎRADEYÊ…
Lê belê nêzîkatiya heyî ya desthilatdariyê ku gavên hiqûqî û demokratîk ên pêvajoyê neavêje, bi rengekî mijûlkar nêzî pêvajoyê dibe bi taybetî ji bo me girtiyên siyasî yên li zindanan encamên gelekî giran bi xwe re tîne ku telafiya wê nabe. Di demekê de ku qala civakîbûna aştiyê û pêşîvekirina li siyaseta demokratîk tê kirin de zindan hîn jî weke cihê tecrîd, cezakirin, ferzkirina poşmaniyê û şikandina îradeyê tê dîtin. Ev yek li dijî cewherê pêvajoyê ye.
Bi sedan hevrêyên me bi pirsgirêkên giran ên tenduristiyê, nexweşiyên giran û mercên ku gefê li jiyana wan dixwe re rû bi rû ne. Nayê qebûlkirin ku veguhestina ji bo nexweşxaneyê bê derengxistin, dermankirin bê astengkirin û mercên mirovî yên ji bo rewşa tenduristiyê neyên afirandin. Dema ku mijar dibe mafê jiyanê û mafê tenduristiyê ti hincetên siyasî, îdarî yan jî ewlekariyê vê berpirsyariyê ji holê ranake. Ragirtina bi dewamî ya girtiyên bi nexweşiya giran li zindanan bi eşkere tê wateya metirsiya li ser jiyana wan.
EM SERSAXIYÊ JI MALBATA HEVALÊ XWE TÛNCER SAGLAM RE DIXWAZIN
Herî dawî hevalê me Tûncer Saglam ku li gel nexweşiya kanserê ya giran jî têkoşiya, li nava mercên zindanê tawîz ji îradeya têkoşîna civaka demokratîk û azadiyê neda, şehîd bû. Şehadeta hevalê me Tûncer Saglam nîşaneya herî bi êş a vê rastiyê ye. Şehadeta wî careke din nîşan da ku mafê dermankirinê û tenduristiyê yê girtiyên nexweş meseleyeke mafê jiyanê ye ku nabe bê taloqkirin.
Em hevalê xwe Tûncer Saglam bi dilsoziya wî ya bi îradeya Kurd ê azad, gelê wî û têkoşîna civaka demokratîk bi bîr tînin; di şexsê wî de hevalên xwe yên li zindanan şehîd bûn hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di serî de malbat û xizmên wî em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz re dixwazin; soza xwe dubare dikin ku em ê jiyana wî ya têkoşînê û bîranîna wî di nava avakirina civaka demokratîk û jiyana azad de dewam bikin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mecbûrî dike ku pirsgirêka girtiyên siyasî ya heyî ya li zindanan bi perspektîfa çareseriya demokratîk bê nirxandin. Bicihhatina aştiyê li nava jiyana civakî bi gavên şênber ên li qadên ji binpêkirinên herî giran ve girêdayî ye.
Nayê qebûlkirin ku hukmên înfazê yên li nava pergala hiqûqê bi rengekî kêfî bêne bicihanîn û girtiyên siyasî yên cezayê wan temam bûne bi hincetên îdarî ji azadiya xwe bêpar bêne hiştin. Nirxandinên siyasî yên di pêvajoya berdanê de diyarker in, ferzkirina poşmaniyê û polîtîkayên zextê yên ji bo şikandina îradeyê têne meşandin li îdîa û armanca demokratîkbûnê nayên. Kesek nikare ji ber fikrê xwe, nasnameya xwe ya siyasî û sekna xwe ya li nava têkoşîna demokratîk girtî bê hiştin. Di vê çarçoveyê de divê girtiyên bi nexweşiya giran tavilê bêne berdan, xizmetên tenduristiyê û dermankirinê bi rengekî bê şert pêşkêşî wan bê kirin û hevrêyên me yên ku li gel bidawîbûna cezayên wan nayên berdan serbest bêne berdan û dawî li bêhiqûqiyên li zindanan bêne anîn.
Desthilatdarî ji aliyekî ve qala çareseriya demokratîk û aştiyê dike, li aliyê din jî li pêşberî vê rastiya giran a li zindanan berpirsyariyên xwe bi cih nîne. Ev yek baweriya civakî ya bi pêvajoyê têk dibe. Aştî ne tenê bi gotinê; ji aliyê hiqûqî û siyasî ve bi avêtina gavên şênber û garantîkirina azadî û mafên bingehîn dibe.
PÊWÎSTIYÊN PÊVAJOYÊ BI CIH BÎNIN
Em ji vê derê dixwazin bi rengekî eşkere bang li desthilatdariyê û rayedarên dewletê bikin:
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di asta gotinê de nehêlin; pêwîstiyên wê bi cih bînin! Pirsgirêka girtiyên siyasî yên li zindanê bi perspektîfa çareseriya demokratî binirxînin. Karên dermankirin û berdanê yên girtiyên bi nexweşiyên giran bi lez pêk bînin. Azadiya girtiyên ku cezayê wan qediya ye bi kiryarên înfazê yên kêfî asteng nekin. Dawî li ferzkirina poşmaniyê, polîtîkayên tecrîdê û kiryarên bêhiqûqî bînin. Ji aliyê valakirina zindanan ve bêyî derengketinê gavên hiqûqî 3u siyasî yên şênber biavêjin!
Em careke din dibêjin, serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û demokratîkbûn ne bi gotinê, lê bi şênberbûna li her qada jiyanê dibe. Di serî de azadiya fîzîkî ya Rêberê me, berdana girtiyên nexweş rojeveke vê pêvajoyê ye ku nabe bê taloqkirin.
Li ser vê bingehê em weke girtiyên Apoyî bi baweriya xwe ya ji pêvajoya aştî, civaka demokratîk û azadiyê, bi biryardariya xwe ya îradeya xwe em ê ji bo pêkhatina hesreta azadî, wekhevî û aştiyê ya gelê xwe têkoşîna xwe bi dewamî mezin bikin.”

