Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jin ji bo nirxandina pêvajoyê û tecrûbeyên aştiyê li hev civiyan. Bi sedan jinên ku di konferansa “Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin” de li hev civiyan, pirsgirêkên çandî, siyasî û civakî nirxandin. Di konferansê de ku jinên ji bajarên cuda yên li Kurdistan û Tirkikyeyê beşdar bûn, rola jinan a di pêvajoya aştiyê de û sernavên ekolojî û zimanê dayikê nirxandin.
Wênevan Neşe Toprak ku ji qada çandê beşdarî konferansê bû, atmosfera konferansê û encamên wê nirxand. Neşe Toprak destnîşan kir ku civakîbûna aştiyê hemû gelan û derdorên civakî vedihewîne û bal kişand ser girîngiya têkoşîna zimanê dayikê, ekolojiyê, çand, jin û xakê ya li vê pêvajoyê.
‘DIVÊ AŞTÎ HEMÛ GELAN BIGIRE NAVA XWE’
Neşe Toprak diyar kir ku konferans bi beşdariyeke zêde û kelecaneke xurt pêk hat û anî ziman ku bendewariyên li ser bidawîbûna polîtîkayên şer û asîmîlasyonê yên bi salan ên li hemberî gelê Kurd, têkildarî pêvajoya nû hêvî afirandiye. Neşe Toprak destnîşan kir ku li ser wateya civakîbûnê, şêweyên kar ên li qadan û belavkirina aştiyê li nava civakê nirxandinên berfireh hatin kirin.
Wênevan Neşe Toprak anî ziman ku jinên ji qadên cuda yên têkoşînê tecrûbeyên xwe parve kirin û destnîşan kir ku çand û ekolojî ji pêkhateyên bingehîn ên civakîbûnê ye.
Neşe Toprak ragihand ku ekolojî jî yek ji rojevên girîng ên konferansê bû û bi bîr xist ku di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê nirxandin hatin kirin.
Bi dewamî got, “Mirov nikare ekolojiyê ji aştiya civakî cuda bibîne. Ji ber ku mebest ji civakîbûnê her beşên civakê vedihewîne. Çand jî ekolojî jî azadiya jinê jî parçeyek ji jiyanê ne. Em sûdê ji xakê werdigirin, lewma divê em xwedî lê derkevin û xwezayê biparêzin.
Di konferansê de em bi taybetî li ser pirsgirêkên tekolojîk, tanakirina xwezayê li Kurdistanê û şêweyên têkoşîna li hemberî vê yekê sekinîn. Me nîqaş kir ku jiyaneke hîn baştir, parastina xwezayî û jiyaneke ekolojîk çawa dikarin biafirînin.”
‘HER GEL DIVÊ KARIBE BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ PERWERDEYÊ BIBÎNE’
Neşe Toprak destnîşan kir ku di civakîbûna aştiyê de çand xwedî cihekî girîng e û anî ziman ku zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji wan sernavan bû ku di konferansê de derket pêş.
Neşe Toprak axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Em xwe ne tenê weke hunermend dibînin, xwe weke mirovên li qada çandê kedê didin dibînin. Ji ber vê yekê jî em nikarin çandê ji aştiyê û civakîbûnê cuda bibînin. Bi taybetî li ser zimanê dayikê û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê gelek nîqaş hatin kirin. Me anî ziman ku divê her gelek karibe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne.”
Parlamentera DEM Partiyê destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd ji têkoşînên çand û ziman ên gelên din cuda nikare bê nirxandin û got, “Em ne tenê qala têkoşîna ji bo Kurdan dikin. Em têkoşîna hemû gelan girîng dibînin ku ziman, çand û hebûna wan tine tê hesibandin û rastî asîmîlasyonê tên.”

