Li peravê Kebemer ê Senegalê keştiyeke koçberan noqî avê bû û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Karên Hundir a Senegalê ragihand ku ji şeva 7’ê Mijdarê û şûnde cenazeyên 21 kesan hatine dîtin û kesek jî hatiye rizgarkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de dîroka bûyerê nehate diyarkirin û hate destnîşankirin ku bi armanca desteka ji bo kesên hatine rizgarkirin, xebatên saziyên dewletê didomin. Tê payîn ku Wezareta Karên Hundir roja duşemê biçe cihê bûyerê.
Li gorî nûçeya rojnameya neteweyî Le Soleil, keştî li peravê Loumpoul a li herêma Louga ya navbera Dakar û Saint-Louis noqî avê bû.

