În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Hevdîtinên aştiyê yên tevgera Kurd wê têkoşînê xurt bike’
Rojane

‘Hevdîtinên aştiyê yên tevgera Kurd wê têkoşînê xurt bike’

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk bal kişand ser hevdîtinên aştiyê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd û got, "Meşandina pêvajoya aştiyê wê têkoşîna giştî û yekîtiyê xurt bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Desthilatdariyê bi binçavkirin, girtin û lêpirsînê neçarî pêşî li çalakiyên şermezarkirinê bigire.

Nîqaşên têkoşîna hevpar ku demeke dirêj e di rojevê de ne, bi nerazîbûna civakê ya li hemberî desthilatdarî û sîstemê re ji nû ve ketin rojevê.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku lingekî têkoşîna hevpar sosyalîst û tevgera siyasî ya Kurd be, lingê xwe yê din jî CHP ye û di nîqaşên li ser yekîtiyê de işaret bi girîngiya Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Ozturk got, “Di vê têkiliyê de bi qasî hevkariya sosyalîstan û tevgera siyasî ya Kurd, têkiliya bi CHP’ê re jî xwedî cihekî girîng e. CHP muxatabê yekser ê helwesta nenaskirina demokrasiyê ya di rojevê de ye. Ev rastiya wê nîşan dide ku wê weke berê xwe nede aliyekî. Mînak, di dema Berxwedana Gezî de tablo ne bi vî rengî bû. Gelek tecrûbeyên têkoşîna hevpar danheviyeke girîng afirand. Di vê hevgirtinê de divê em bernameyeke polîtîk a li ser nirxandina meseleyên li welêt destnîşan bikin. Hevkarî weke rêbaza têkoşînê divê xeta girseyî ji xwe re bike esas; di nava tifaqê de têkiliyên wekhevî û demokratîk dikare bi cih bêne anîn; rojeva hilbijartinê ji demên ne hilbijartinê divê bixe rojeva xwe û girîngiya Tevgera Azadiyê ya Kurd li ber çavan bigire.”

Ozturk destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgera şoreşger a Tirkiyeyê li heman qadan jinûve dikarin li hev kom bibin û got, “Bêguman dikare bê pêkanîn. Kokên tevgera Kurd xwe dispêre tevgera ciwanan. Têkoşîna gelê Kurd xwişk û biratiya gelan, enternasyonalîzm û wekhevî timî daniye ber xwe. Em dikarin bi şênberî bibînin ku ev yek wê dewam bike. Li gorî tecrûbeyên berê, divê mirov têkildarî pêvajoya nû ya li ser meseleya Kurd gelekî baldar bin.

Dema ku agirbest têk diçe, aştî bi dawî dibe tundiyeke gelekî mezin rû dide. Mirov dikare ji encamê ku mirin tê de heye, vegerin. Lewma divê girîngî ji vê pêvajoya nû re bê dayin û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji sosyalîstên din cuda neyê dîtin. Berevajî, meşandina pêvajoya aştiyê û serxistina wê ji aliyê tevgera Kurd ve wê yekîtî û têkoşîna hevpar xurt bike.”

Ozturk di dawiya axaftina xwe de got, “Niha hewldanên polîtîk hene ku hevdu hinekî din baş nas kirine û nêzî hev bûne. Ev tevger bêyî îhmalkirina danheviya heyî gavan diavêje û wê encamên girîng bi xwe re bîne. Yekîtiyeke tam ne şert e. Yên ku herî zêde li hev dikin ji bo pêkanîna yekîtiyê divê tavilê gavê biavêjin û gavê diavêjin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Dema hevdîtina bi wezaretê re wê hefteya bê diyar bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hîlala Zêrîn perwerdeya wêneyan dide zarokan

Tevgera Çandê ya Jinê Hîlala Zêrîn di afirandina çanda azad de giraniyê dide ser perwerdekirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên Apoyî 27’ê Mijdarê weke ‘Cejna Avakirina Sosyalîst’ pîroz kirin

Girtiyên Apoyî yên li girtîgehên dewleta Tirk têne ragirtin, diyar kirin ku ew salvegera 47'emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

NÛÇE TV dest bi weşanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?