Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay ê ku 1993yan hatibû girtin û piştî 32 salên di 13ê Gulana 2025an de hatibû berdan, îro li Balefirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Hate zanîn ku Soydan Akay îro bi balefirê ji Amedê çûye Stenbolê û li balefirgehê bi hinceta “tevlî perwerdehîyên rexistinî bûye û çûye Qendîlê” hat binçavkirin.
Soydan Akay di îfadeyên xwe de diyar kir ku ew nivîskar û siyasetmedar e û ji bo piştgirî bide pêvajoyê dixebite. Soydan Akay piştî karûbarên îfadeyê hate berdan.

