Li gorî nûçeya malpera Kolber News, hunermenda ji gundê Nigil yê Merîwanê, Jîna Ehmedî, ku bi nasnavê Jîlemo jî tê nasîn, li mala xwe ya li Merîwanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin û ji bo Girtîgeha Navendî ya Sineyê hate veguhastin, piştî girtina wê 10 rojan, çarenûsa wê hîn ne diyare.
Her wisa hate gotin, hunermenda jin ev 10 roj in li beşa jinan a Girtîgeha Navendî ya Sine ye, ji mafê xwe yê hevdîtina bi parêzer, telefonkirin û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
Li gor nûçeyê, Jîna Ehmedî damezrênera Mala Muzîkê ya Jîlemo ya Merîwanê ye, ku muzîk, stranbêjî, wênesazî û sînemayê fêrî zarokan dike.
Hate ragihandin ku têkildarî sedema girtina wê tu agahî nehatine dayîn.

