Şemî, 28 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê meclisên tenduristiyê yên alternatîf bên avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyê nexweş Hasan Turgay Taş bang hate kirin: Divê were berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Roboskî: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê tavilê rapora teyîd-tespîtê were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî Wezîrê Karên Hundirîn da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahir Elçî hate bîranîn: Bêyî edaletê aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîndar Botan: Şehîdên PKK’ê mîrateya herî mezin a têkoşîna Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Marsîlyayê jin li dijî tundiya mêran û şeran meşiyan
Jin

Li Marsîlyayê jin li dijî tundiya mêran û şeran meşiyan

Di çalakiya “Dema Jinan e” ya ku li ser banga TJK-E’yê hat lidarxistin de li dijî qirkirina jinan, cudakariya zayendî û polîtîkayên şer banga têkoşîna hevpar hat kirin. Di çalakiyê de ji Rojava heta Sûdanê, ji Filistînê heta Kurdistanê peyama piştevaniyê

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de çalakiya “Dema Jinan e” hat lidarxistin. Di çalakiya ku 28’ê Mijdarê de pêk hat de li dijî qirkirina jinan, tundiya mêran, cudakariya zayendî û şeran banga piştevaniya navneteweyî û têkoşîna hevpar hat kirin.

Ji bilî jinên Kurd, nûner û endamên komeleyên jinên enternasyonalîst jî beşdarî çalakiya ku saet di 14.00’an de li Qada Bernard Cadenat a li taxa Belle de Mai ya Marsîlyayê hat lidarxistin bûn.

Jinên ku bi dirûşmên “Ji bo jiyanê, niha dema jinê ye!” û “C’est l’heure des femmes” (Dema jinan e) hatin cem hev, li dijî tundiya mêran û polîtîkayên şer peyama piştevaniyê dan.

‘EM Ê BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ RAWESTÎNIN’

Di çalakiyê de dirûşma “Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!” derket pêş.

Jinên Kurd û nûnerên rêxistinên jinên enternasyonalîst banga mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî tundiya zayendperest kirin. Di çalakiya ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin de pankartên “Em ji mêraniya ku jinan qetil dike şerm dikin” hatin hilgirtin.

Li qada çalakiyê wêneyên jin û zarokên li erdnîgariyên cuda bûne hedefa cînayetan, tundiya mêran û zextan hatin pêşandan. Ji bilî wêneyên Jîna Emînî, Narîn Guran, Andrea Wolf û Leyla Şaylemez, dowîza “Jin, jiyan, azadî” û pankarta “Em ji mêraniya ku jinan qetil dike şerm dikin” bal kişand.

‘NE MEXDÛR, DIVÊ KUJER HESAB BIDIN’

Di daxuyaniya bi Fransî ya hat dayîn de hat destnîşankirin ku ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan û misogerkirina wekheviya zayendî ya civakî divê gavên şênber bên avêtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ne mexdûrên tundiyê, divê kujer hesab bidin. Hat diyarkirin ku stargehên jinan û navendên piştgiriyê ji ber kêmbûna fînansmanê di şert û mercên zehmet de dixebitin û li hemberî vê yekê bi milyaran çavkanî ji bo çekdarkirin û lêçûnên leşkerî tên veqetandin. 

‘AŞTIYA RASTÎN BI AZADIYA JINAN PÊKAN E’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şer malbatan parçe dikin, mirovan ji cih û warên wan dikin û jiyanan tune dikin û hat destnîşankirin ku aştiya rastîn tenê bi bêdengbûna çekan pêk nayê. Hat gotin ku aştiya mayînde tenê bi avakirina pergaleke civakî ya ku jin bikaribin bi awayekî wekhev, azad û bi îradeya xwe bijîn pêkan e.

JI ROJAVA HETA CÎHANÊ PIŞTEVANIYA JI BO JINAN

Di daxuyaniyê de cihekî taybet ji şoreşa jinan a Rojava re hat veqetandin. Hat diyarkirin ku têkoşîna civakî ya bi pêşengiya jinan li Rojava pêş ketiye nîşan dide ku jiyaneke cuda û azad pêkan e û hişyarî hat dayîn ku destketiyên jinan bi dest xistine di bin gefê de ne.

Di daxuyaniyê de bi jinên li Kurdistan, Sûdan, Filistîn û herêmên cuda yên cîhanê li dijî şer, tundî û zextê têdikoşin re peyama piştevaniyê hat dayîn û hat destnîşankirin ku pêwîstî bi têkoşîna hevpar a jinan ku sînoran derbas dike heye.

‘ÇAVÊN XWE NEGIRIN Û BÊDENG NEMÎNIN’

Di dwiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku avakirina civaka wekhev, azad û bê tundî û zextê ne tenê berpirsyariya jinan e. Hat destnîşankirin ku têkoşîn berpirsyariya hevpar a hemû civakê ye û banga “Ne détournons pas le regard et ne restons pas silencieux” (Çavên xwe negirin û bêdeng nemînin) hat kirin.

Çalakî bi peyama mezinkirina piştevaniya navneteweyî û xurtkirina têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî qirkirina jinan, tundiya mêran û polîtîkayên şer bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MARSÎLYA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê Lîwaya Hesekê Raman Hesekê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

Ya ku wê li pey xwe hişt ne tenê rabirdûyeke şoreşgerî bû; wê mîrateyeke wêrekiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji siyasetmedarên Ewropayê serlêdan: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Hejmareke zêde ya parlamenter û siyasetmedarên Ewropayê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên dewleta Tirk 7 kes revandin, êşkence li 2 zarokan kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava hefteyekî de 7 kes revandin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?