Li gorî nûçeya Kolbernewsê, Şaho Îbrahîmî yê xelkê Saqiz û li Bane ya Rojhilatê Kurdistanê dijî, piştî çû serdana Beşa Bicihanîna Cezayê Dadgeha Giştî ya Baneyê hate binçavkirin.
Hate ragihandin ku Şaho Îbrahîm havîna îsal ji aliyê Dadgeha Baneyê ve bi sûcê ‘Propagandaya li dijî Komara Îslamê’ cezayê 7 mehan lê birîbû.

