Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ya Hatayê: Ji bo aştiyê divê di pênc xalan de gavên lezgîn ên demokratîkbûnê bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakî: Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervanê YPG’ê Bariş Karasû bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgeya Komara Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk a Rêber Apo hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hefteya Lehengiyê: Şehîd namirin
Kurdistan

Hefteya Lehengiyê: Şehîd namirin

Bi boneya 21-28’ê Adarê Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî, li gelek bajaran bernameyên bîranînê hatin lidarxistin û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bibîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Adar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li navenda Şirnexê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Bîranîna ku bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hat kirin, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdar bûn. Di bîranîna ku li avahiya Partiya DEM’ê ya Şirnexê hatî kirin de, wêneyên Bişeng Anık a ku di Newroza Şirnexê ya sala 1992’an de ya ku wekî “Newroza Berxwedanê” derbasî dîrokê bûye hatibû qetilkirin û wêneyê Mahsum Korkmaz (Egîd) ê ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê ye û 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiya yekemîn a çekdarî pêk anîbû, li ser masê hatin danîn. Li ber wêneyan bi findan “1948-92” hat nivîsandin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Emine Akış di bîranînê de axivî û diyar kir ku bi saya berdêlên îro hatine dayîn, bi milyonan kes Newrozê pîroz dikin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê sînevîzyonek hat nîşandan. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên şehîd namirin hatin berzkirin. Hevseroka Partiya DEM’ê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê Esma Erener jî helbesta ku ji bo bîranîna Bişeng Anık hatibû nivîsandin xwend.

Parlamenterê Partiya DEM’ê yê Şirnexê Mehmet Zeki İrmez jî wisa got: “Di têkoşîna azadiya Kurd de her yekî ji wan ji bo mezinkirina berxwedanê berdêlên giran dan. Canê xwe dan. Her hevalê me yê ku di vê hefteyê de jiyana xwe ji dest daye ji bo me bi qîmet e. Divê em wan ji bîr nekin. Bişeng bû Newroz. Em dema zarok bûn bi çîrokên lehengtiya wê mezin bûn. Navê bi dehan zarokan bû Bişeng. Heta ku gelê Kurd hebe, ew ê jî hebin.”

Piştî bîranînê gorên şehîdan hatin ziyaretkirin.

MÊRDÎN

Bi pêşengiya MEBYA-DER’a Mêrdînê, li Goristana Hecacî ya Nisêbînê bîranîn hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn û gorên şehîdên têkoşîna azadiyê ziyaret kirin. Hevserokê MEBYA-DER’a Mêrdînê Salih Kuday piştî rêzgirtinê axivî û destnîşan kir ku ew ê her tim xwedî li nirxên xwe derkevin. Parlamentera Partiya DEM’ê ya Mêrdînê Beritan Guneş Altın jî diyar kir ku bi saya berdêlên şehîdan gelek destkeftî hatine bidestxistin û got ku ew ê ala têkoşînê heta serkeftinê hildin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 3 gerîlayên PKK’ê hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Mala Neçîrvan Barzanî hate bombebarankirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serdana Şera ji bo Washingtonê: Şam tevlî koalîsyonê dibe

Hevdîtina di navbera Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şera û Serokê DYE’ê Donald Trump…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir diyar kirin ku statuya Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Koreya Başûr şewatên daristanan: Herî kêm 24 kes mirin

Li Koreya Başûr ji ber şewatên daristanan herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gelek bajaran çalakî: Girtiyên nexweş berdin!

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

DEM Partî: Çareseriya krîza avhewayê ne bi sermayeyê, bi îradeya gelan dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?