Ji bo şervanê YPG’ê Bariş Karasû (Tîrmeh Amargî) ku sala 2014’an li herêma Miştenûrê ya Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, li taxa Mevlana ya navçeya Torosê ya Mersînê li mala Taziyeyê ya Selahattî Oynar bîranîn hate lidarxistin.
Li salona bîranînê wêneyên şehîd Karasû û Rêber Apo li ser maseyê hate danîn ku bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin. Beşdaran tim û tim dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” qîriyan.
Di bîranînê de ku bi sedan kes lê amade bûn, mewlûd hate dayin û ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin.
Bîranîn bi belavkirina xwarinê bi dawî bû.

