Di demeke ku tundiya mêran a li ser jinan û êrîşên ku mafê jiyanê yê jinan hedef digirin berdewam dikin de jin hem li dijî tundiyê û hem jî li dijî polîtîkayên zextên yên li ser wan zêde dibin têdikoşin. Qetilkirinên jinan û bûyerên tundiyê wekî pirsgirêkeke civakî berdewam dikin, polîtîkayên desthilatê yên li hemberî jinan tên nîqaşkirin.
Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku ji bo pêşîgirtina li tundiya mêran û parastina mafê jiyanê yê jinan, divê mekanîzmayên bi bandor têkevin meriyetê.
Endama Komeleya Jinan a Rosayê Rûşen Yakût têkildarî tundiya li ser jinan û polîtîkayên zextê ji ajansa me re nirxand.
‘KOMKUJIYÊN JINAN VEGUHERÎ JINKUJIYEKE SÎSTEMATÎK’
Rûşen Yakût bal kişand ser aliyên qetilkirinên jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê û diyar kir ku rewşa heyî êdî ji bûyerên xweser wêdetir e û veguheriye jinkujiyê.
Rûşen Yakût anî ziman ku di pêvajoyeke ku cînayetên jinan û komkujiyên jinan bi awayekî cidî zêde bûne de derbas dibin û ev tişt gotin: “Belê, em di serdemeke ku cînayetên jinan û komkujiyên jinan bi awayekî cidî zêde bûne. Bi taybetî ev rewş êdî veguheriye jinkujiyê. Hêmana bingehîn a ku vê qirkirinê xwedî dike jî sîstema serdestiya mêr bi xwe ye. Milîtarîzma ku avabûna netew-dewletê xwedî dike, polîtîkayên ewlekariyê yên ku her diçe mezin dibin û ev xeta zayendperest a ku li cîhanê tê piştgirîkirin, tundiya li ser jinan dijwartir dike.
Dema em li pratîka desthilatdariya Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku sîstemeke yekperest, zayendperest, azadî û cihêrengiyan nabîne û hewl dide hemû dînamîkên civakê bitepisîne tê avakirin. Zêdebûna çekdarbûna takekesî, krîza aborî û hawirdora siyasî yekser bi hev re girêdayî ne. Em bi tabloyeke ku her roj jin di malan de an jî di nava kolanan de tên qetilkirin, zarok li dibistanan rastî êrîşan tên re rû bi rû ne.”
‘EM BI NOBETA EDALETÊ Û BÎRÊ YA JINAN LI KOLANAN IN’
Rûşen Yakût diyar kir ku ew weke rêxistinên mafparêz ên li dijî zêdebûna tundiya li ser jinan û nexebitandina mekanîzmayên parastinê hatine cem hev û der barê çalakiya “Nobeta Edaletê û Bîrê ya Jinan” a ku tê plankirin 10 hefteyan bidome de ev nirxandin kirin: “Weke saziyên ku di qada mafên jinan de dixebitin, ji bo em îtîrazên xwe yên li hemberî vê tabloyê bînin ziman, me dest bi çalakiyeka bi navê ‘Nobeta Edaletê û Bîrê ya Jinan’ kir. Ev nobeta ku em armanc dikin 10 hefteyan bidomînin, îtîrazeke li dijî polîtîkayên zayendperest ên desthilatê, mertalê bêcezahiştinê yê ku diçe zêde dibe û tarîkirina mirinên biguman ên jinan e.
Sedema bingehîn a ku em dibêjin ‘Bîr’: Jinên hatine qetilkirin kirdeyên vê sîstemê bûn. Em naxwazin bibin hejmareke îstatîstîkî û an jî biresereke ku di nûçeyan de derbas dibin. Her jinên ku hatine qetilkirin xeyalên wan, zarokên wan, planên wan ên ji bo pêşerojê û têkoşîna jiyaneke bê tundî hebûn. Em naxwazin wan ne tenê bi awayê ku hatine qetilkirin, bi têkoşîna jiyanê ya ku dane wan bi bîr bînin.”
‘ARMANCA ME EW E KU HER HEFTE BIBIN DENGÊ JINÊN HATINE QETILKIRIN’
Rûşen Yakût bal kişand ser bandora civakî ya çalakiyê û armancên avakirina raya giştî û destnîşan kir ku nobet ji aliyê beşên cuda yên civakê ve tê piştgirîkirin. Rûşen Yakût anî ziman ku ji bo cînayetên jinan bên dîtin, kujer bên dîtin û lêpirsîn bi awayekî bi bandor bên meşandin armanc dikin ku zexteke raya giştî ava bikin û wiha axivî: “Em armanc dikin ku bi ev qada ku me vekiriye rayeke giştî ya bihêz ava bikin. Tevî hemû neyîniyan, em wek jinên birêxistinkirî tên cem hev. Hîn di hefteyên ewil ên nobetên xwe de me dît ku tevî ti banga me ya taybet tune bû jî, veguherî çalakiyeke ku mêr jî dibînin, piştgiriyê didinê û civak xwedî lê derdikeve.
Li qadan Rojîn Kabaîş, Gulistan Dokû, Narîn ji me dipirsin û tînin bîra me. Nêzîkatiya me ya bingehîn ew e ku bêyî ku ti komkujiyê bixin pêşiya komkujiyeke din, wê hefteyê jiyana jinên ku hatine qetilkirin derxin pêş. Armanca me ya bingehîn dîtina kujerên jinên ku wê hefteyê hatine qetilkirin, meşandina lêpirsîneke bi bandor û afirandina zexta raya giştî ye.
Dil dixwaze ku em qetilkirina ti jinekê venebêjin. Lê belê em neçar man ku di hefteya yekemîn a nobetê de 8 û di hefteya duyemîn de jî dîsa 8 jinên hatine qetilkirin bînin ziman.”
‘MEKANÎZMAYÊN DARAZÊ NE KUJERAN, JINAN SÛCDAR DIKIN’
Rûşen Yakût bal kişand ser pirsgirêkên xebitandina mekanîzmayên darazê û îdarî yên ku ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan berpirsyar in û anî ziman ku ji ber saziyên giştî wezîfeyên xwe bi awayekî bi bandor bi cih naynin, ev yek dihêle ku tundî veguhere mirinê û wiha berdewam kir: “Ji ber ku mekanîzmayên parastinê û darazê yên heyî nayên sepandin kêm dimînin. Em dibînin ku di rewşên ku jin tê qetilkirin de jî, sîstem refleksa ku jinê sûcdar dike nîşan dide. Daraz, di dosyeyên ku kujer diyar û eşkere ye de jî, bi daxistinên ‘rewşa baş’ an jî bi cezayên sînorên herî jêrîn re mertalê bêcezahiştinê dixe dewrê.
Her wiha di bûyerên mirinên biguman ên jinan de lêpirsînên bi bandor nayên meşandin;hewl didin bi gotina ‘xwekujî’ an jî ‘qezayê’ dosyeyan bigirin. Pêla tundiyê ya li pişt wan mirinan û îhmalên cemaweriyê nayên lêkolînkirin. Gelek jinên ku hatine qetilkirin ji berê ve serî li hêzên ewlekariyê, saziyên îdarî dane, biryarên parastinê dane girtin an jî rapora derbkirinê stendine. Yanî cînayetên ku vekirî û mirov dikare pêşî lê bigire hene.
Lê ji ber ku wezîfedarên giştî û saziyan karên xwe bi awayekî bi bandor nameşînin, pêvajo bi komkujiyê bi encam dibe.”
‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ VEGERIN PEYMANA STENBOLÊ’
Rûşen Yakût behsa gavên şênber ên ku divê bên avêtin û pêşniyarên çareseriyê kir û destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de divê dîsa vgerin Peymana Stenbolê, biryarên daraza navneteweyî û neteweyî bên sepandin, tevdîrên pêşîgirtinê werin zêdekirin û dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê were anîn û wiha bi dawî kir: “Gava ewil û ya herî lezgîn a ku divê bê avêtin, ew e ku Tirkiye dîsa vegere Peymana Stenbolê. Bi biryara vekişîna ji peymanê re, me hemûyan dît ku bê çerxa tundiya li ser jinan û komkujiyan çiqas zêde bûne.
Bi vê re jî divê hiqûqnasiya DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn bi nêzîkatiyeke azadîxwaz a zayenda civakî di hemû saziyên cemaweriyê de esas werin girtin û werin bicihanîn. Di qadên wek gefxwarin, şopandin, çekdarbûna takekesî de divê tevdîrên pêşîgirtinê bên girtin û derfetê bidin ku tevgerên jinan venihêrtina vê pêvajoyê bikin û bişopînin. Divê bi israr bi ser îhmalên wezîfedarên cemaweriyê de biçin û demildest dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bê anîn.
Ji bo veguherandina zîhniyeta baviksalariyê ya li pişt vê tabloyê, şert e ku saziyên cemaweriyê jî berpirsyariyê bigirin ser xwe, polîtîkayên ne ku jinê sûcdar dikin, polîtîkayên ku fêm dikin û parastinê bixin meriyetê.”

