Karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê ya ku ji koçberên ku li Kampa Newroz û Kampa Waşûkanî diman pêk tê, berê xwe da gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê.
Karwan ji 640 malbatan (4 hezar û 54 kes) pêk tê, ji wan 283 malbat (hezar û 526 kes) ji Kampa Newroz û 359 malbat (2 hezar û 528) ji Kampa Waşûkanî derketin.
Ev malbat vedigerin zêdetirî 50 gundên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê.
Endamê Şandeya Serokatiyê Mistefa Ebdê destnîşan kir ku karwan ji hêla lojîstîk û ewlehiyê de ji bo vegerê amade bûye, gundên ku koçberan berê xwe dayê ji mayînan hatine paqijkirin. Di rojên pêş de dê hejmara malbatan zêde bibe û bigihêje 700’î, beriya hatina zivistanê dê hemû koçber vegerin malên xwe.
Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn a Kar û Barê Ewlehiyê ya Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl da zanîn piştî paqijkirina 50 gundan ji mayînan koçber vedigerin.
Mehmûd Xelîl diyar kir ku ji ber derketina pirsgirêkê di lîsteya navê koçberan de bertek ji hêla koçberan ve hat dayîn, ew ê bê çareserkirin û dê karwanê heftemîn ji koçberên ji navenda bajarê Serêkaniyê pêk bê.

