Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mirinên li cihê kar encama sîstema neçavdêriyê ku sermiyan diparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Kaya: ‘Heke kesekî din bimirê, wê hesabê vê yekê kî bide?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Polonyayê di êrişa çekdarî de 9 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Piraniya kesên ji Ewropayê têne dersînorkirin Tirkiyeyî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan dest bi çalakiyên 25 mijdarê kirin
Rojava

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan dest bi çalakiyên 25 mijdarê kirin

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên li Rojava bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê ya li Qamişloyê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava bi dirûşmeya ji bo rawestandina tundiya li hemberî jinê, “Bibin  yek Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek da, daxwazên xwe anîn ziman û plansaziya xwe eşkere kirin.

Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya jinên Kurd, Ereb, Suryan-Asur û Ermen ve hat dayîn, daxuyanî bi zimanê Kurdî Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hesen, bi zimanê erebî Endama Rêveberiya Nivîsgeha Qamişlo ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Mûna Yûsif û bi zimanê Suryanî Endama Saziya Jinên Suryan Hela Mîrza ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 25’ê Mijdara her salê de, cîhan berpirsiyariyên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî yên li hemberî mijara têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê ji nû ve bi bîr tîne û soza xwe ya parastina mafên jin û keçan, parastina rûmet û azadiya wan û xebatkirina ji bo avakirina civakên bê tundî, bê cudakarî û bê paşguhkirinê nû dike û wiha hat gotin: “Ev roj di bin siya dewamiya gelek cureyên tundiyê de tê, ku jin li her devera cîhanê pê re rû bi rû dimînin, çi di demên aştiyê de be çi di demên şer de be, di hundirê malbatê de an jî di civak û saziyan de. Ev yek piştrast dike ku tundiya li hemberî jinê ne tenê pirsgirêkek şexsî yan civakî ye, lê belê pirsgirêkek mafî, siyasî û mirovî ye ku bingehê dadwerî, wekhevî û demokrasiyê dike armanc.”

Jinan di daxuyaniyê de dan zanîn ku tundiya li hemberî jinê tenê bi êrişa laşî, derûnî, devkî an zayendî sînordar nabe, lê belê şêweyên wê yên firehtir û kûrtir hene, ku di nav de tundiya aborî, bêparhiştina ji perwerde û kar, kontrolkirina azadî û hilbijartinên jinê, tengkirina beşdariya wê di jiyana giştî de, dûrxistina wê ji cihên berpirsiyariyê û biryardanê, her wiha tundiya siyasî û sazî ku hebûn, îrade û rola wê di civakê de dike armanc. Her wiha cudakariya li ser bingeha cinsî, berdewamiya hişmendiya baviksalarî û bikaranîna adet û kevneşopiyan ji bo sînordarkirina azadiya jinan, hemû van faktorên ku bi awayekî rasterast an nerasterast dibin sedema ji nû ve hilberandina tundiyê û kûrkirina wê, pêk tînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji vê yekê dest pê kirin, ku têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê tenê bi dirûşme û çalakiyên demkî nayê pêkanîn, lê belê guhertineke bingehîn di avahiyên qanûnî, civakî, siyasî û çandî de pêdivî dike, yên ku rê didin berdewamiya tundî û cudakariyê. Her wiha ev yek îradeyeke rastîn ji bo nasîna jinê wekî miroveke tam ku xwedî mafên wekhev e û wekî hevparê bingehîn di avakirina civakê û diyarkirina pêşeroja wê de pêdivî dike û wiha anîn ziman: “Di vê boneyê de, em balê dikişînin ser rewşa jinên li Sûriyeyê, ya ku ji ber salên dirêj ên şer, pevçûn û perçebûna civakî û siyasî, bihayên gelek giran daye û di encama wan de koçberî, derxistin, windakirina ewlehî û aramiyê û gelek binpêkirinên ku jin û keç pê re rû bi rû bûne, derketine holê.”

Daxuyanî bi vî awayî hat dewamkirin, jinên li Sûriyeyê di salên krîzê de barên zêdetir giran hilgirtin. Ew di heman demê de bûn qurbana tundî, koçberî, xizanî û windakirinê û di heman demê de di qadên xebata mirovî, civakî û siyasî de amade bû. Wê di parastina civakan, birêvebirina karûbarên jiyanê, parastina têkiliya civakî û rûbirûbûna şert û mercên dijwar û tevlihev de beşdarî kir. Lê tevî vê yekê, jin hîn jî di gihîştina dadweriyê, parastina qanûnî, derfetên aborî, perwerdehiyê û xizmetên bingehîn de bi gelek astengiyan re rû bi rû ne, ji bilî berdewamiya hin şêweyên cudakarî, paşguhkirin û dûrxistinê.

Jinan daxuyaniya xwe wiha domandin: “Em dibînin ku yek ji wan şêweyên herî girîng ên tundiyê ku jinên li Sûriyeyê, îro pê re rû bi rû dimînin, dûrxistina wê ya berdewam ji wan qadên ku biryarên têkildarî pêşeroja welêt tê de tên danîn, kêmhebûna hebûna wê di saziyên siyasî, qanûndanîn û îdarî de û paşveçûna beşdariya wê di pêvajoyên danûstandinan û amadekirina siyasetên giştî de ye. Li şûna ku jin di avakirina Sûriyeya nû de bibe hevpareke bingehîn, em dibînin ku hebûna wê di gelek pêvajoyên siyasî de hîn jî sînordar e û temsîla wê di hin saziyan de nagihîje asta rola wê, fedakariyên wê û cihê wê di civakê de.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku marjînalîzekirin jinan ji cihên biryarê ne tenê perensîba wekheviyê bin pê dike, lê di heman demê de astengiya avakirina dewletek piralî û demokratîk a li ser bingeha beşdarbûn, edalet û rêzgirtina mafên mirovan jî dike. Demokrasiyek ku jinan ji biryardanê dûr dixe an jî tenê nûnertiya sembolîk pêşkêşî wan dike, nikare wekî demokrasiyeke temam were hesibandin, her projeyek siyasî ku jinan wekî hevkarên wekhev nas neke, dê nikaribe edaleta civakî û siyasî bi dest bixe û wiha hat gotin: “Ji ber vê yekê, em tekez dikin ku divê mijara jinên li Sûriyeyê beşek girîng a her projeyek neteweyî ji bo avakirina Sûriya nû be, ne mijarek duyemîn an dosyayek civakî be ku di qonaxên paşîn de were paşxistin an çareser kirin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û wiha hat gotin: “Em vê pêvajoyê wekî rêyekê dişopînin ku bi pêşeroja saziyan, civakan û mafên hemwelatiyên jin û mêr ve girêdayî ye. Em piştrast dikin ku ev pêvajoy divê li ser bingehên demokrasiyê, dadweriyê, wekheviyê û hevpariya rastîn were avakirin û divê beşdariya hemû pêkhateyên civakê, bi taybetî jinan, di xêzkirina pêşeroja welêt de misoger bike.

Der barê heman mijarê de jinan ev hişyarî da: “Em hişyar dikin ku pêvajoya entegrasiyonê neyê guhertin ji bo rêyekî îdarî an sazî ku tenê di dabeşkirina nû ya post û desthilatdariyan de were kurtkirin, bêyî ku pirsgirêkên bingehîn ên maf, wekhevî û temsîliyeta demokratîk çareser bike. Her wiha em hişyar dikin ku ev pêvajo, di rewşa tunebûna garantiyên qanûnî û siyasî yên zelal de, dikare bibe sedema paşveçûna destkeftiyên jinê, û lawazbûna hebûna wê di saziyan de û ji nû ve hilberandina şêweyên paşguhkirin û derxistinê yên ku jin di qonaxên borî de jiyan kirine.”

Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi saya têkoşîn û beşdariya xwe ya çalak, di warên rêxistinkirina siyasî û civakî, rêveberiyê, xebata civakî, beşdariya di saziyan de, pergala hevserokatiyê, temsîla jinan û rûbirûbûna tundî û cudakariyê de destkeftiyên girîng bi dest xistine. Ev destkeftî ne diyariyên kesekî an mafên taybet ên demkî bûn, lê belê encama têkoşîneke dirêj û fedakariyên mezin bûn û îradeya jinan a ku bibin xwediyên biryarê û di birêvebirina karûbarên civakê de beşdar bin, nîşan didin. Ji ber vê yekê, parastin û pêşxistina van destkeftiyan di çarçoveya her pêvajoya entegrê de an ji nû ve avakirina saziyên Sûriyeyê de, pêdiviyeke mafî û demokratîk e, ne daxwazeke komî an taybet a jinan e. Her wiha misogerkirina beşdariya jinê di saziyên nû de divê tenê bi tayînkirina hejmareke jinan di hin cihên diyarkirî de sînordar nebe, lê belê divê hebûneke rastîn û bibandor di hemû astên biryardana siyasî, îdarî, qanûnî, ewlehî û aborî de hebe.”

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Em tekez dikin ku dûrxistina jinan ji navendên biryardanê, an jî marjînalîzekirina rola wan di komîte û saziyên ku bi entegrasyonê ve mijûl in, cureyek ji tundûtûjiya siyasî û sazûmanî ye, perensîbên beşdarbûn û wekheviyê yên ku divê Sûriyaya pêşerojê li ser wan ava bibe, têk dibe. Her wiha em tekez dikin ku her pêvajoyek entegrasiyoê ku temsîliyeta jinan a wekhev garantî neke, mekanîzmayên qanûnî ji bo parastina maf û destkeftiyên jinan peyda neke, rola tevger û rêxistinên jinan di diyalog û biryardanê de nas neke, pêvajoyek e ku yek ji hêmanên herî girîng ên edalet û rewatiya civakî tê de tune ye.”

Jinan da zanîn ku em bawer dikin ku aştiya rastîn ne tenê bi rawestandina şer an jî ji nû ve organîzekirina saziyan pêk tê, ew dema ku hemû endamên civakê, jin û mêr, hîs bikin ku ew di maf, rûmet û derfetan de wekhev in, dema ku jin di çêkirina aştiyê de, di nivîsandina destûrê de, di avakirina saziyan û di destnîşankirina polîtîkayên ku pêşeroja welêt şekil didin de amade bin, pêk tê.

DAXWAZ

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava ev daxwazan kirin:

• Misogerkirina mafên destûrî yên jina Sûriyê: Wekheviya tam di navbera jin û mêr de were misogerkirin, cudakarî li ser bingeha zayend, netewe, ol an girêdana civakî were redkirin û ev maf di destûr û qanûnên neteweyî de bên misogerkirin.

•Misogerkirina beşdariya wekhev a jinan di  cihê biryardanê de: Pejirandina mekanîzmayên zelal ên ku beşdariya jinan di saziyên qanûnî, rêveberî, îdarî û dadwerî de û di hemû astên serkirdayetî û berpirsiyariyê de misoger dikin, dûrî temsîliyta şeklî an sembolîk.

•Têkoşîna li dijî tundiya siyasî û sazî ya li hemberî jinê: Bidawîanîna polîtîkayên derxistin û paşguhkirinê, rûbirûbûna xîtabên ku rola jinê kêm dibînin an hewl didin wê vegerînin rolên kevneşopî û misogerkirina azadiya jinan di rêxistinkirin, derbirîn û beşdariya siyasî de. 

•Derxistina qanûnên bi bandor ji bo parastina jinan li hemberî tûndiyê: Pêşxistina qanûn û mekanîzmayên parastin û hesabpirsînê yên ku li hemberî tûndiya malbatî, civakî, aborî û zayendî radiwestin û gihîştina jinan a dadwerî û parastinê bê cudakarî misoger dikin.

•Xurtkirina rola tevger û rêxistinên jinan:Nasîna tevger û rêxistinên jinan wekî hevparekî bingehîn di amadekirina siyasetên têkildarî mafên jinan de û beşdarkirina wan di diyaloga neteweyî, pêvajoyên avakirina aştiyê û dadweriya derbasbûnê de.

•Misogerkirina dadweriya civakî û derbasbûnê ji  cinsiyetperestiyê: Nasîna binpêkirinên ku jin di salên şer de pê re rû bi rû bûne, misogerkirina beşdariya wan di mekanîzmayên eşkerekirina rastiyê, hesabpirsîn û telafîkirina zirarê de û nebîra serpêhatiyên jinan di tu pêvajoya dadweriya derbasbûnê de neyê kirin.

•Pêşxistina mekanîzmayên çavdêrî û berpirsiyariyê: Avakirina mekanîzmayên serbixwe ji bo şopandina binpêkirinên têkildarî mafên jinan, şopandina asta pêkanîna peywirên qanûnî û siyasî û misogerkirina hesabpirsînê ji her paşveçûnekê di maf û destkeftiyên jinan de.

DRÛŞME Û PLANSAZÎ

Platformê kampanyaya xwe ya li dijî tundiya li hemberî jinan bi vê dirûşmeyê ji bo rawestandina tundiya li hemberî jinê, “bibin  yek Jin, Jiyan, Azadî” diyar kir.

Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku kampanya ji 8`ê Mijdarê ve dest pê dike û heta 25`ê Mijdarê bi dawî dibe. Di plansaziyê de gelak çalakî û bername weke semîner, panel, forum, pêşengeh û meş bên lidarxistin.

Platformê di dawiyê de ev anî ziman: “Em di Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan de, di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tûndiya li hemberî jinê de, soza xwe ya domandina têkoşînê ji bo azadî, rûmet û mafên jinê û têkoşîna li dijî hemû şêweyên tundî, cudakarî û derxistinê yên ku jin di malbat, civak û saziyan de dikin armanc, nû dikin. Em piştrast dikin ku tundiya li hemberî jinê tenê bi êrişkirina laşê wê dest pê nake, lê belê ew dema ku dengê wê tê desteserkirin, îradeya wê tê paşguhkirin, ji mafê xwe yê beşdariyê bêpar tê hiştin, ji cihên berpirsiyariyê tê dûrxistin û biryar li ser pêşeroja wê tên girtin bêyî ku ew di wan biryaran de hevpar be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Girkê Legê xwendekar ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê meşiyan
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê: Divê berpirs hesabê bidin

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê daxwaz ji saziyên ewlehiyê û dadweriyê kir ku kesên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man

Li Mêrdîn û Şirnexê ji duh bi şev heya niha ji ber berfa zêde gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Girtîgeha Wanê êşkence li 2 girtiyan hate kirin

Li Girtîgeha Wanê gardiyanan êşkence li 2 girtiyan kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Girkê Legê xwendekar ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk êşkence li 3 ciwanên ji Girê Spî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwan Îbrahîm Rojava ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî serdana sersaxiya şehîd Ciwan Îbrahîm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?