Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: ‘Qanûna Çarçoveyî’ hiqûqa yekem a çareseriya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat Ata: Divê em ji wêrekiya Rêbertiyê re bibin bersiv

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê kes netirse û dest bide aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê serdana Demîrtaş û Mizrakli kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re Jînda Şerker bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 15’ê Tebaxê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Seîd Çomlek bi merasîmekî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Hefteya Windahiyan de ji bo edaletê bang hate kirin
Rojane

Di Hefteya Windahiyan de ji bo edaletê bang hate kirin

Di Hefteya Windahiyan de li Stenbol, Colemêrg û Dersimê daxuyanî hate dayin, ji bo eşkerekirina aqûbeta mirovên di binê çavan de hatin windakirin û dawîanîna li polîtîkayên bêcezahiştinê bang hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya 17-31’ê Gulanê Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Windakirinên Bi Zorê de li Stenbol, Colemêrg û Dêrsimê daxuyanî hatin dayîn.

ŞaxÊ Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ê Colemêrgê li navenda Şemzînanê daxuyaniyek da. Pinar Yilmazê destnîşan kir ku pratîka windakirina bi zorê, ku bi Qirkirina Ermeniyan a 1915’an dest pê kir, di salên 1990’î de sîstematîk bûye. Pinar Yilmazê got: “Gelek kes li malên xwe, li kolanan û li kargehên xwe hatin girtin û dûv re careke din agahî ji wan nehat girtin. Malbatên wan bi salan mehkûmî jiyana di nezelaliyê de û lêgerîna edaletê bûn. Tevî salên dirêj ên ku derbas bûne jî, lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. Berpirsiyar hatine parastin û polîtîkayên bêcezatiyê berdewam kirine.”

Pinar Yilmazê ev daxwaz bilêv kirin: “Divê aqûbeta hemû kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûne bê eşkerekirin. Divê sûcê windakirina bi zorê di Qanûna Ceza ya Tirk de wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bê pênasekirin. Divê bêcezatiya di dozên windakirina bi zorê de bi dawî bibe. Divê berpirsiyar di encama lêpirsînên serbixwe û bibandor de bên darizandin. Divê qedexeyên li Qada Galatasarayê bên rakirin. Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Windakirinên Bi Zorê îmze bike û bicîh bîne.”

Daxuyanî bi gotina “Em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo rastî û edaletê bernedin” bi dawî bû.

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Stenbolê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê li ber Muzexaneya Leşkerî ya Harbiyeyê daxuyaniyek dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta bi nivîsa “Alî Kayahan 53 sal berê dema ku di binçavan de bû li vir winda bû” hat hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Sebla Arcan a ji komîsyona windakirinên bi zorê ve hat xwendin. Sebla Arcanê diyar kir ku avahiya Muzexaneya Leşkerî ya Harbiyeyê ne tenê avahiyeke dîrokî ye, di heman demê de yek ji cihên bîrê ye ku di dîroka windakirinên bi zorê ya Tirkiyeyê de tê zanîn. Sebla Arcanê destnîşan kir ku ew cihê dawîn e ku Alî Kayahan ku di dema binçavkirinê de winda bû, lê hatiye dîtin û wiha got: “Her çend zêdetirî nîv sedsal derbas bûbe jî, şopa Alî Kayahan li ser dîwarên vê avahiyê hîn jî dijîn. Cihên bîrê tam ji ber vê sedemê girîng in; ew rastiyê li dijî polîtîkayên înkarê hildigirin. Ew sûcên ku dewlet dixwaze jê bibe eşkere dikin û nav û çîrokên kesên ku dê di pêşerojê de bên jibîrkirin hildigirin. Ev avahî ku di sala 1862’yan de ji bo perwerdekirina efseran ji bo Împeratoriya Osmanî hatiye çêkirin, bi salan re gelek saziyên leşkerî lê bicih bûne. Di 10’ê Sibata 1993’yan de, ew bû Muzexaneya Leşkerî. Di dema Mudaxileya Leşkerî ya 12’ê Adarê de, wekî ku ji vegotinên gelek şahidan derket holê, ew wekî navendeke lêpirsîn û îşkenceyê jî hatiye bikaranîn. Îfadeyên gelek kesên ku digotin li vir îşkence lê hatiye kirin, di tomarên dadgehên leşkerî de hatine tomarkirin û bûne mijara giliyên sûc. Alî Kayahan, xwendekarek li Akademiya Mîmarî û Endezyariyê ya Dewletê, 53 sal berî niha ew anîn navenda lêpirsînê ya ku li vê kompleksa avahiyê ye. Ew bi tundî hatiye îşkencekirin û dû re bedena wî winda bû.”

Sebla Arcanê got: “Cihên vîranê nayên bêdengkirin. Dê şopên windayan li vê xakê her bijîn. Em ê ji bo bîra, ji bo rastiyê û ji bo edaletê Alî Kayahan ji bîr nekin.”

Li Dersimê jî Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê bajêr li Qada Seyîd Riza civîneke çapemeniyê li dar xist. Pankarta bi nivîsa “Winda diyar in, kiryar li ku ne?” hat vekirin û pankartên bi wêneyên kesên ku di bin çavan de winda bûne hatin hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Nurşat Yeşil, Hevseroka Şaxa ÎHD ya Dêrsimê ve hat xwendin. Nurşat Yeşilê destnîşan kir ku Tirkiye di windakirinên bi zorê de ku ji qirkirina Ermeniyan a 1915’an dest pê dike, polîtîkayeke bêcezatiyê pêk aniye û bal kişand ser pêwîstiya rûbirûbûna bi van windakirinên bi zorê.

Civîna çapemeniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanê ji bo girtina Ecac Tikrîtî rol lîst, hate xelatkirin
Nûçeya Pişt re Li Tirbespiyê ji bo şehîd Hemûdî merasîma bîranînê hat
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wekîla berê ya HDP’ê Dersîm Dag hate binçavkirin

Wekîla berê ya Amedê ya ji HDP'ê Dersîm Dag li Stenbolê hate binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mûsilê goreke din a komî ya ji hestiyên qurbaniyên Êzidî hate vekirin

Têkildarî qirkirina Êzidiyan goreke din a komî hate vekirin. Li Goristana Hasfa ya li Mûsilê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê di bin çavan de hate kuştin

Hat diyarkirin ku ciwanê bi navê Hossein Ghavi, li Îranê di encama îşkenceya di bin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Duşunmez: ‘Qanûna Çarçoveyî’ hiqûqa yekem a çareseriya demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayla Akat Ata: Divê em ji wêrekiya Rêbertiyê re bibin bersiv

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?