Ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve li Rojava gelek kesî xwest bibe dengê civakê, êrişên li ser civakê, binpêkirinan û êşên civakê ragihînin. Lê belê ev ne karekî hêsan bû. Rojnamevanên ku biryar dan ku rastiya têkildarî rewşa gel bi belge bikin, li gelek zehmetî û xeteriyan re rû bi rû diman. Gelek ji van rojnamevanan di oxira vê yekê de jiyana xwe ji dest dan. Di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, gelek rojnamevanên ku xwestin hovîtiya di êrişên Cotmeha 2019’an ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi belge bikin, bûn hedef. Yek ji van rojnamevanan jî şehîd Vedat (Welat) Erdemcî bû ku heta kêliya dawî dixwest bibe dengê gelê xwe û rastiya li herêmê bigihîne raya giştî.
Rojnamevan Zinar Cafer têklidarî jiyan û karên rojnamevan Vedat Erdemcî ji ajansa me re axivî.
Zinar Cafer anî ziman ku vegotina şehîdên çapemeniya azad bi çend hevokan têrê nake û got, “Li ser şehîdên çapemeniyê nivîsandina pirtûkan an jî axaftina li bernameyan bi tena serê xwe têrê nake. Ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve li Kuridstanê gelek mirovî xwest bibe dengê civakê. Ji ber ku me dît ku gelek binpêkirin û êriş hatin kirin. Li herêma Rojava ya Kurdistanê êrişên welê dihatin kirin ku li devereke din nehatibû dîtin. Gelek mirovî xwest bibe dengê vê civakê. Bêguman ne karekî welê hêsan bû ku her kesî bikira. Kesên ku dikarîbûn rastiyê ronî bikin di nava karên çapemeniya azad de cih digirtin. Lê belê mirov çi kar bikira jî berdêleke xwe hebû. Bi vê wesîleyê şehîdên çapemeniya azad hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Li Rojava gelek rojnamevan hebûn ku heta kêliya xwe ya dawî bi pênûs û kameraya xwe bûn dengê rastiyê û civakê. Dema ku qala şehîdên çapemeniyê bê kirin divê mirov şehîdên meha Cotmehê bi bîr bînin. Sala 2019’an êriş li ser Serêkaniyê û Girê Spî hate kirin. Di dema van êrişan de Welat Erdemcî jî şehîd bû.”
‘ŞEHÎD WELAT DIXWEST ÊŞÊN GELÊ ÊZIDÎ JI CÎHANÊ RE RAGIHÎNE’
Rojnamevan Zinar Cafer diyar kir ku wî sala 2018’an şehîd Welat Ekîncî nas kir û axaftina xwe bi van gotinan dewam kir, “Yekemcar min ew li herêma Dêrazorê dît û nas kir. Wê demê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê ji herêmê bêne derxistin operasyon dihate meşandin. Ez jî li wê derê li qada çapemeniyê dixebitîm û xebatkarê Çira TV bûm. Ev qenal ji bo bibe dengê civaka Êzidî dixebite. Bi taybetî di dema rizgarkirina jinên Êzidî, rizgarkirina zarokên Êzidî de me nûçe amade dlikir, kar dikir. Dema ku min Şehîd Welat nas kir, her kes did nava pêşbirkê de bû: hevrikiyeke welê hebû ku her kesî hewl dida bi lez xwe bigihîne agahiyên rast. Şehîd Welat û ez di nava pêşbirkê de bûn. Bi taybetî dema ku şervanên QSD’ê du zarokên keç ên Êzidî rizgar kirin, dema ku zarokan gotin ‘Em Êzidî ne’ em herdu li wir bûn. Şehîd Welat xwest dîmenê wan ji bo dokûmantera ku li ser zarokên keç ên Êzidî amade dikir bikişîne. Me jî dixwest li ser bûyerê nûçeyê amade bike.
Weke ku pêşbirke hebe me hewl dida ku kîmen zû amade bike, montaj bike û bişîne. Di dema kar de me hev nas kir. Piştî ku dîmenên xwe kişand, têkiliya me ya hevrêtiyê bi pêş ket. Hevrêtiya me ya bi Colî û Suad di vê pêvajoyê de destpê kir. Piştî ku me dîmen bi hev re kişand em derbasî navenda hêzên ewlekariya hundirîn bûn. Bi hev re sohbet kir û rûnişt. Şehîd Welat dixwest dokûmanterekê amade bike. Dixwest bibe dengê civaka Êzidî. Dixwest êşên civaka Êzidî, zor û zehmetiyên wê, êşên jinên Êzidî, Fermana 73’an a li Şengalê bigihîne raya giştî. Bi rêya dokûmantera amade bike dixwest hovîtiya ku li dijî civaka Êzidî hate kirin, êşên giran ên mirovan kişandin nîşan bide. Armanca wî ew bû ku van raxe pêş çavan. Me bi hev re ev dokûmanter gihand heta astekê. Piştî ku du zarokên keç ên Êzidî hatin rizgarkirin em derbasî Hesekê bûn. Li gundê Gumerê yê li başûrê bajarê Hesekê Êzidî hebûn. Çend rojan em li wê derê bi hev re man. Piştî ku hev nas kir me dest bi parvekirina dîmenên hev kir û bi hev re kar kir. Ji ber ku armanc û daxwaza me herduyan weke hev bû. Bi vî rengî me dîmen û agahî bi hev re parve kir. Karên me jî li wê derê bi vî rengî destpê kir.”
‘DEWLETA TIRK ÊRIŞ BIR SER KONVOYA SIVÎLAN’
Zinar Cafer di dewama axaftina xwe de êrişên li ser sivîlan, rola rojnamevanan ên rastî digihand raya giştî û daxawza şehîd Welat a ji bo xwegihandina li Serêkaniyê nirxand. Zinar Cafer got, “Dewleta dagirker li ser herêmê dest bi êrişên hovane kir. Weke ku tê zanîn di 9’ê Cotmeha 2019’an de li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî êriş hatin destpêkirin. Şehîd Welat dixwest bibe dengê rastiyê. Ji ber vê jî ji gel qut nebû, ji gelê Serêkaniyê dûr neket. Weke ku me berê jî got, rojnamevanek bixwaze biçe cihekî, bûyerekê bi belge bike bi êşên gel dikare yekser destpê bike. Dema ku me hewl da êşên gel nîşan bide, me konvoyeke sivîl dît ku ber bi Serêkaniyê ve bi rê diket. Ev konvoy ji bo piştgiriya bi şervanên li Serêkaniyê, di heman demê de ji bo bibe mertalê zindî bi rê ketibû. 12’ê cotmehê Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi rengekî hovane hatibû qetlikirin. Şehîd Welat beriya şehîd bikeve hewl dida xwe bigihîne cihê wê.
Lê belê ji ber mercên ewlekariyê nekarî xwe bigihînê û vê rewşê ew gelekî xemgîn kiribû. Wê demê em di nava bendemayinê de bûn. Dema ku êriş li ser gelê Serêkaniyê destpê kir, beriya ku şehîd Welat derbasî Serêkaniyê bibe em axivîn û me agahiyên li ber destê xwe parve kir. Min jê xwest ku beşdarî Çira TV bibe, wî jî ev dixwest. Lê belê ji ber nebûna înternetê û pirsgirêkên teknîkî nekarî tevlî bibe. Konvoya ji bajarê Qamişloyê bi rê ket, ji mirovên ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê pêk dihat ku dixwestin li Serêkaniyê bibin mertal. Weke ku tê zanîn 13’ê Cotmehê êirş li ser konvoyên sivîl hate kirin. Konvoya sivîlan û hevrêyên me yên kedkarên çapemeniyê bi rengekî hovane hedef hatin girtin. Şehîd Mihemed û şehîd Seed jî di nav de bi dehan sivîl di encama êrişên hovane yên li Serêkaniyê şehîd bûn. Şehîd Welat jî dixwest van êrişan belge bike.”
‘XEBATKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD JI BER KU RASTIYAN BELGE DIKIN DIBIN HEDEF’
Piştî ku Welat Ekîncî şehîd bû hevrêyên wî biryar dan ku karê wî yê dokûmanterê temam bike, xeyalên wî û daxwazên wî pêk bînin. Bi piştgiriya derhêner Ararat Sûveyda bi bikaranîna dîmenên berê hate kişandin dokûmantera bi navê “Hêvî” hate qedandin. Zinar Cafer anî ziman ku di dokûmanterê de li gel kêmaniya hin dîmenan jî wan karên şehîd Welat dewam kirin û dokûmanter gihandin asta dawî. Cafer diyar kir ku temamkirina dokûmanterê ji bo wan ne tenê karekî rojnamevaniyê ye, di heman demê de pêkanîna armancekê ye ku Şehîd Welat di oxira wê de dixebitî. Zinar Cafer ragihand ku şehîdên çapemeniya azad ji ber ku bi pênûs û kameraya xwe binpêkirin belge dikirin, rewşa gel radigihandin bûn hedefa êrişan.
Cafer anî ziman ku armanca rojnamevanan ew e ku rewşa gel, êşên sivîlan û sûcên li hemberî wan têne kirin bigihînin raya giştî û destnîşan kir ku ev berpirsyariya girîng di heman demê de gelek xeteriyan jî bi xwe re tîne. Rojnamevan Zinar Cafer şehîd Welat Erdemcî, şehîd Dilovan Gever, şehîd Nazim Daştan û şehîd Cîhan Bîlgîn jî di nav de şehîdên çapemeniya azad careke din bi bîr anî û got, xebatkarên çapemeniya azad li gel gef û êrişan jî ji bo belgekirina rastiyan û bûyîna dengê gel dixebitin.


