Sêşem, 18 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Divê komîsyon bi wêrekî biryarê bide, qanûna derbasbûnê zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li rojnamevan Hamdullah Bayram 7 sal û 6 meh ceza hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Wezîrê Edaletê daxuyaniya têkildarî serdana Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari û Ozgur Ozel jî di nav de ji bo 11 wekîlan fezleke hatin amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Eger pêwîst bike ez ê li gel sê hevalên xwe biçim Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gel raporên nexweşxaneyê jî girtiyê bi nexweşiya giran Hakki Goren nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser pêşangeha 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna li dijî tundiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    SMJÊ: Em pêşengiyê ji bicihanîna banga Rêber Apo re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroza Îzmîrê: Dem dema azadiyê ye!
Rojane

Newroza Îzmîrê: Dem dema azadiyê ye!

Bi hezaran kes tevlî şahiya Newrozê ya li Îzmîrê bûn û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Dem dema azadiyê ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk tê, wê berxwedana me bidome.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Qada Gundogdû ya Îzmîrê bi coşa Newrozê ya hezaran kesan hate dagirtin. Di tevahiya rojê de girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” herikîn qadê.

Jin bi cil û bergên gelêrî yên reng û reng û ciwan jî bi şal û şepikan li qadê cih girtin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi coş dewam kir.

Ji serokatiya Komîteya Amadekar a Newrozê Hacay Yilmaz û Hevserokên Îzmîrê yên DEM Partiyê Rezan Karabûlût û Mehmet Kûrûş diyar kirin ku ew bi ruhê Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan li Qada Gundogdû Newrozê pîroz dikin û destnîşan kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ew ê têbikoşin.

Di pîrozbahiyê de li ser navê dayikên di Nobeta Edaletê de, Peyrûze Kûrt axivî.

Peyrûze Kûrt wiha got: “Heta ku deriyên zindanê venebin, em dest ji têkoşînê bernadin. Newroz li hemû gelan pîroz be.”

Piştre dayikên di Nobeta Edaletê de, Keça Mûsa Anter Rahşan Anter û xwişka mezin a Zekiye Alkan Meziyet Çaglar agirê Newrozê pêxistin.

Piştî agir hat berdan, namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ya DEM Partiyê Akin Bîrdal û Turkan Aslan Agaç derketin ser dikê.

Bîrdal diyar kir ku agirê Newrozê rêya wan ronî dike û got: “Rêya me rêya sêyemîn e. Rêya me rêya aştî, wekhevî, azadî û kedê ye.”

Turkan Agaç jî wiha got: “Em ji bo rêveberina Îzmîrê namzet in. Em demokrasiya xwecihî diparêzin. Em dixwazin bi gel re şaredariyan bi rê ve bibin” û bang kir ku di 31’ê Adarê de her kes dengê xwe bide partiya wan.

Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî wiha got: “Dixwazin vî welatî bi rejîma yek zilamî bi rê ve bibin. Em ê rejîma qeyûm di 31’ê Adarê de tune bikin.”

Ji Hevberdevkiya HDK’ê Cengîz Çîçek jî bal kişand ser pirsgirêkên welêt û got: “Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Birêz Ocalan.”

Çîçek peyamên Newrozê yên Abdullah Ocalan xwendin û destnîşan kir ku têkoşîn wê bidome.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Newroza îro bersiva 31’ê Adarê ye.” Bi domdarî Uçar Newroza îsal weke Newroza azadiyê pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê xwedîderketina me ya li deklarasyona Newroza 2013’an a birêz Ocalan bidome. Ji vê Newrozê ve em ê Îzmîrê bikin sembola azadî, xwişk-biratî û aştiyê.” Her wiha Uçar bal kişand ser jinên hatine qetilkirin û got ku ew li dijî îktîdarên êrişkar bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe didin. Ûçar ev peyam jî da: “Dem dema azadiyê ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk tê, wê berxwedana me bidome.”

Di pîrozbahiya Newrozê de piştre jî hunermend Diljen Ronî, Koma Agirê Zerdeşt û Sorjiyan derketin ser dikê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk êrişî gundekî Til Rifetê kir: Ciwanek hate qetilkirin
Nûçeya Pişt re YCWK’ê li Mêrsînê çalakî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn bi fikrê Rêber Apo dibe’

Şêniyên Firatê diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dagirkeriyê bi hêza xwe bawer in…

Ji aliyê Stêrk TV

Kremlîn ultîmatona Trump a Ûkraynayê bi awayekî ‘cidî’ lêkolîn dike

Koşka Kremlînê ultîmatomên Serokê DYE’yê Donald Trump yên Ûkraynayê yên têkildarî Rûsyayê weke ‘’cidî’’ pênase…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li hemberî cenezeyan jî dijminatiya xwe didomînin’

Parêzer Resûl Temûr, anî ziman ku desthilatdariya Tirk destûr neda cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Divê komîsyon bi wêrekî biryarê bide, qanûna derbasbûnê zelal bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li rojnamevan Hamdullah Bayram 7 sal û 6 meh ceza hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Wezîrê Edaletê daxuyaniya têkildarî serdana Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogullari û Ozgur Ozel jî di nav de ji bo 11 wekîlan fezleke hatin amadekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?