Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Mûrat Karayilan anî ziman ku divê pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin û got, “Şertê me yê destpêkê ew e ku pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Eger dewlet têkildarî Rêber Apo biryareke nû nede pêvajo nameşe.”
Prof. Kariane Westrheim diyar kir ku sernavê herî krîtîk ê konferansa li Parlamenta Ewropayê pêvajoya li Tirkiyeyê ye û got, “Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd wê bi kêrî gelê urd û civaka Tirkiyeyê bê.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wê li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de binirxîne.
Rojnamevan Zinar Cafer xebatkarê çapemeniya azad Welat Erdemcî bi bîr anî ku 13’ê Cotmeha 2018’an di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû û got, “Şehîd Welat dixwest bibe dengê rastiyê. Lewma ji gel qut nebû, ji gelê Serêkaniyê dûr neket.”
Ji îmzekarên banga “Em bi hev re ne, li ser paşerojê diaxivin” Gulsum Elvan destnîşan kir ku aştî tenê bi edalet, rûbirûbûna bi rabirûdyê û têkoşîna jinê dikare ava bibe.
Bavê Ahmed Polad ku li Sûriyeyê 18’ê Çileyê ji aliyê HTŞ’ê ve hate revandin û 8 meh in li girtîgehê tê ragirtin, daxwaza xwedîderketina li Ahmed kir û got, “Ahmed bi tenê nehêlin. Ew rojnamevanek e ku dixwest li wê derê bibe dengê gelekî.”

