Khürelsükh di civîna çapemeniyê de piştî daxuyaniya roja Duşemê ya Partiya Demokrat biryara xwe ya îstifayê ragihand. Partiya Demokrat a li muxalefetê Serokkomar bi nelirêtiyê sûcdar kir û jê xwest, ku ya îstifa bike yan jî bi pêvajoya li parlamentê ya dûrxistina ji wezîfeyê re rû bi rû bimîne.
Khürelsükh got, “Destberdana ji wezîfeya serokdewletiyê û eşkerebûna rastiyê bi kêrî edaletê tê.” Serokkomar sûcdariyên lê têne kirin red kir û îdîa kir ku di dema wezîfeya xwe de ji gel û dewletê tiştek nediziye, derew nekiriye û kes nexapandiye.
Li gorî qanûnên Mogolistanê, li şûna serokkomarê ji wezîfeyê dûr ketiye wê ji Partiya Gel a Mogolistanê (MHP) a li desthilatdariyê Serokê Parlamentê Sandag Byambatsogt bi demkî wezîfeyê bike. Her wiha di nava çar mehan de divê hilbijartina serokkomariyê bê lidarxistin.

