Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan di roja sêyemîn de ye ku weke alternatîfa Konferansa Aliyan a 31’emîn a Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) tê lidarxistin.
Di beşa destpêkê ya bernameyê de di bin sernavê ‘Azadî ji Fîlîstînê re’ ambargoya enerjiyê, tevgerên boykotê û piştevaniya navneteweyî hate nirxandin. Nûnerên GEEP, Energy Embargo for Palestine, Platforma Azadî ji Fîlîstînê re, Global Sumud Flotilla, Hezar Ciwan ji bo Fîlîstînê û Tevgera BDS’ê axivîn.
Nûnerê Friends of the Earth Asad Rehman anî ziman ku li Xezeyê binesaziya avê û binesaziya giştî hate tinekirin, xak bi cebilxane, enqaz û bermahiyên kanalîzasyonê hatiye qirêjkirin û bûyerên ku qewimîn di çarçoveya qirkirina ekolojîk de nirxand.
Ana Sanchez diyar kir ku li gel êrişên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê, êrişên li ser Sûriye, Yemen û Îranê jî gefeke li ser edalet û aştiya global û bal kişand ser têkiliya navbera Îsraîlê û tevgerên rastgiriya tund ên li Ewropayê.
Ji Energy Embargo for Palestine Celine Isimbi jî destnîşan kir ku bazirganiya sotemeniya fosîl sotemenî pêşkêşî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê kiriye. Celine Isimbi diyar kir ku ji sedî 40 ê petrola xav a Îsraîlê ji Azerbaycanê tê peydakirin û got, di ser xeta Baku-Tiflis-Ceyhanê petrol ber bi Tirkiyeyê ve tê herikandin û ji wir jî bi tankeran derbasî Îsraîlê tê kirin.
Ji PENGON’ê Abeer Al Butmeh li şûna alîkariya pêşvebirinê ji bo Fîlîstînê banga tazmînat û sererastkirinê kir û xwest, ambargoya enerjî û çekan bê danîn.
Ji Platforma Azadî ji Fîlîstînê re Şenol Karakaş anî ziman ku qirkirina li Fîlîstînê dewam dike ji têkiliyên emperyalîst û kapîtalîst ên navneteweyî cuda nikare bê nirxandin.
Bi navê Hezar Ciwan ji bo Fîlîstînê Şeyma Altundal destnîşan kir ku azadiya Fîlîstînê aliyê bingehîn ê siyasî yıê têkoşîna avhewayê ye.
RÛNIŞTINA DUYEMÎN
Di rûniştina duyemîn a roja sêyemîn a civîna bilind de bi sernavê “Na ji faşîzmê re / Siamo Tutti Antifascisti”pêşkêşiyek li ser têkoşîna antî faşîst, mafên bingehîn, azadî û polîtîkayên zextê hate kirin. Her wiha li gel krîza avhewayê di rûniştinê de têkoşîna hevpar a li hemberî otorîterbûyîna li qada herêmî û navneteweyî hate nirxandin.

