Navenda Giştî ya ÇHD’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û ragihand ku vê siharê rêveberên şaxa komeleyê ya Îzmîrê û endamên wê hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Sekreterê Şaxa Îzmîrê ya ÇHD’ê Veysî Çetîn û endamên komeleyê Yemen Cankan, Emrah Kanbay, Goksel Akbaba û Erdogan Akdogdu û parêzer Bahattîn Ozdemîr hatine binçavkirin.
Navenda Giştî ya ÇHD’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da û ragihand ku ew ê li hemberî êrîşên li ser mafê parastinê serî netewînin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku materyalên dîjîtal ên parêzer hatine desteserkirin û hate destnîşankirin ku tê xwestin fealiyetên di pîşeyê de bên krîmînalîzekirin. Hat îfadekirin ku nahêlin parêzerên hatine binçavkirin bi hempîşeyên xwe re hevdîtinê bikin.
Şaxa Îzmîrê ya ÇHD’ê ragihand ku ew ê pêvajoya hiqûqî ya parêzerên hatine binçavkirin, bişopînin.

